|

BERKEN
BEREH |
Têkoşer û
Xemxurekî Zimanê Kurdî
OSMAN SEBRÎ
Berken Bereh
Sedsala bîstemin ji bo neteweya kurd
qirneke berxwedêr û bi berhemên neteweyî
tije ye. Li her çar alî welêt, di vê
qirnê de hişyarbûneke berbiçav pêk hat û
ji bo rizgarî û desthilatdariya xwe li
hember zordestan berxwedaneke zor dijwar
da. Bi vê berxwedanê re helbet wêjeya
kurdî jî bi pêş ket. Gelek rewşenbîr û
têkoşerên kurd bi berxwedana gelêrî re
pênûsa xwe bi kar anîn û berhemine hêja
afirandin û wêjeya kurdî bi pêş
xistin.Bêguman Osman Sebrî yek ji wan
kesan e ku hem bi pênûsa xwe û hem jî bi
têkoşeriya xwe cihekî gewre di dîroka
kurdan de ji xwe re ava kiriye.
Ger em tenê helbestvaniya Osman Sebrî ji
xwe re bikin mijar û li ser afirandinên
wî binivîsînin, bêguman em ê bibine
sedema kêmasiyeke mezin. Lewra Osman
Sebrî di heman demê de, bi qasî
helbestvanî û afrîneriya xwe di qada
têkoşeriya kurdan de jî xwedî cihekî
pîroz e. Cemal Sureya dibêje; “jiyana
şair parçeyek ji ya helbestvaniya wî ye”.
Arîf Damar, hê ji wî wêdetir diajo û
dibêje ku; “divê mirov tenê nebe govanê
dema xwe, di heman demê de divê mirov
sûcdarekî/ê dema xwe be” Li ser van
gotinan dikarim bibêjim ku jiyana apo
Osman Sebrî bi qasî berhemên wî giring
e. Lewra çelengî, bedewî û nirxa
helbestekê tenê ne bi form û naveroka
helbestê ve girêdayî ye, di heman demê
de ka heta çi radeyê bûye bersîv û
encama hemû têkiliyan; çi civakî û çi
estetîkî.
Wêjevanî û berhemdariya Osman Sebrî bi
awayekî serkeftî di gotarên wî de dixuye;
di gelek gotar û pêşgotinên wî de mirov
rastî bedewî û çelengiyê tê û bi hêza
gotinê dihise.
Di helbestên xwe de tevî teşe û şêwaza
klasîk, deriyê helbesta nûjen jî vekir.
Em dikarin bibêjin ku ji alî şêwaz û
teşeya nûjeniyê ve Osman Sebrî ligel
Qedrîcan, pêşengên vî cureyî helbestê
ne. Helbestên xwe yên bi şêwaza klasîk
axleb bi heft û heştbangî nivîsandin.
Carinan bi duybetî jî helbestên xwe
ristine. Gelek fabl jî nivîsandin. Lê
her çi qas teşe klasîk be jî naverok
nûjen e;
“Jiyîn xweş e bi xurtî
Li Kurdistan bi kurdan
Bav û biran çi bikim
Hemû min tê bi derdan”
Gorbihuşt, însanekî gelek hişyar, zana,
dûrbîn, hunermend û welatparêz bû. Tim û
tim dixwest ku kurd hemû nakokiyên xwe
ji holê rakin û tifaqa xwe çêbikin da
bigihîjin meqsed û mirada xwe. Dermanê
vî karî jî pêşniyaz dikir ku pir
bixwînin:
“Derba li me tu zanî
Rim nîn e giş nezanî
Xopan kirin kurdanî
Ev tiral û nezanan.
Wî tu carî ne di têkoşeriya xwe de û ne
jî di berhemdariya xwe de gazinc ji halê
xwe nekir. Berevajî wê, her tim xwest û
got ku divê ew ji her kesî bêhtir biêşe;
“divê ez wan bikêşim,
ne her wekî hevalan
hîn zêdetir biêşim...”
Ji bo girîngiya zimên jî digot; "Ger tu
bixwazî welatparêziya yekî nas bikî, lê
mêze bike çi qas bendewarê zimanê xwe ye."
Hawarê xweş ava kir
Dilê kurdan pê şa kir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweşî belav kir”
Osman Sebrî di warê helbestê de pir
serkeftî bû. Rê û rêbazên vegotineke
manîdar û serkeftî baş dizanibû. A herî
girîng, di hemû hêmayên wî de bêhna xweş
a folklor û kultura kurdî tê. Li hêla
din hemû helbestên wî ku dema mirov
dîroka nivîsandina wan dinihêre, mirov
baş pê dihise ku rasterast ji hest,
dilîn û êşên ku jiyaye hatine pê. Ev
pêzanîn dike ku helbestên wî bandoreke
xweş li ser rihê mirov bike. Helbestên
wî bi ya min di sê qonaxan re derbas
bûye. A yekemîn ku ew bi xwe bi hemû
hêza xwe tev li xebata siyasî bûye,
helbestên wî jî ên îdeolojîk û siyasî
ne; a duyem li ser evîndariyê ne ku ev
cure helbest jî dikeve wê qonaxê ku kurd
li seranserî welêt di nav bêdengiyeke
xeternak de ne û di navbera Apê Osman
Sebrî û hevalên wî ne xweş e; a sêyem ku
helbestên xwe li ser nevî û nas û dostên
xwe nivîsandine. Ger ji alî mijar ve
mirov helbestên Osman Sebrî dabeş bike,
mirov dibîne ku helbestên wekî
sirûd(marş), çîrok, pastoral, evîndarî,
pesindayîn, hûrdarî, rexnekirin... û
gelek celebên din in. Dîsa Osman Sebrî
yekemîn kes e ku rûdan û qewimînên
sirûştî şibandiye liv û livbaziya
însanan;
“zozan têne guhartin zû
mîna cilên bûkên di nû”
Di helbestên xwe de gelek caran peyvên
bajarê ku lê hatiye dinê, ango yên
herêmkî bi kar aniye û li ser derdora
gundê ku lê hatiye dinê (Narincê) û
xweşikî û delaliya wê nivîsandine. Di
helbestên xwe de îstîare, şibandin,
danberhevkirin, şayesandin bi hostatî bi
kar aniye;
“me dît kapa bextê me
du mîr hatin bi xweşî” (îstîare)
“Erdê ko wê tê geşt e
bo min dêra miqeddes. (şibandin)
Hêjayî Hind û çîn e
Di rex wê de yek nefes.” (danberhevkirin-mubalağa)
“Me pesnê wê ne qesd e.
Nîn e şirînzimanî.
Ew rewşa şeng û oflaz,
Çavmat dihêle Xanî.
Heke Feqî bidîta
Dê dest li ber bihesta
Melê bi sed kul û derd
Wê lêva xwe bigesta
Ew jî ji bo me pir dît
Felekê kir, neyarî
Rahişt milê me avêt
Nav girava Sent-Marî” (mubalağa)
ZOZAN
Zozanên me bilind in
Tev bi zevî û gund in
Di wan hene avên sar
Tev devî û rêl û dar
Raxerê wan gulçîçek
Firende tê lek bi lek” (şayesandin)
Her wiha, helbesta wî ya bi navê “Bahoz”,
nimûneyeke xurt e ji bo helbesta me ya
modern û nûjen. Hem bi naverok û hem jî
ji alî teşeya xwe ve.
Osman Sebrî di tevahiya jiyana xwe de
mîna Cegerxwîn xwest ku gelê xwe hişyar
bike, êş û jana gelê xwe anî zimên, riya
rizgarî û jiyaneke bi rûmet û bextewar
şanî wan da. Ne tenê zilm û zora
mêtingeran, her wisa neheqî û necamêriya
axa, beg û şêxan jî anî zimên û ji bo
gundî, reben, belengaz û jarên welatê
xwe têkoşa. Di pêşgotina pirtûka xwe ya
bi navê “Apo” de poetîka xwe wiha
destnîşan dike; ”helbest û çîrok tenê bi
rê û rêbazên hişyarbûn û berxwedanê
dikare pêşengiya gelê xwe bike û wan bo
têkoşînê rake ser piyan”.
Osman Sebrî her çi qas li binxetê be jî,
wî her tim têkiliya xwe bi welatparêz û
têkoşerên kurd ên bakur re daniye. Dema
li Stenbol nemir Edîp Karahan bi navê
Dicle-Fırat rojnameyekê derdixe (1962)
Osman Sebrî vê helbestê ji wan re verê
dike;
“Min hêvî heye Dîcle-Firat barê me rake
Di warê ziman li rojhilat xelkê me şa ke
Zimanê me yê paşdemayî çîçkî bide pêş,
Va ye bo wî spasên xwe ez dikim pêşkêş.”
Beriya ku nivîsa xwe bi dawî bînim bi
rêzdarî serê li ber giyana Apo Osman
Sebrî ditewînim û nivîsa wî ya bi
awayekî edebî hatiye nivîsandin û pend û
şîretek e, divê mîna guharê tim di guhê
me de be li jêr rêz dikim;
Parastin û geşkirina xwendin û
nivîsandina Kurdî li ser milên her
Kurdekî dilsoz û welat-parêz e, bi
taybetî xwendayên me, çunkî ziman rolekê
girîng di jiyana her netewekî de dimîne/
dihêle/, zimanê me jî gelekî li paş maye
û gereke em bi zimanê xwe mijûl bibin.
Hingê em qenciyê li xwe dikin, bîrberek
dibêjit:(ku tu bixwazî bizanibî kesekî
çend xizmeta miletê xwe kiriye, binêre
ku wî çi qasî xizmeta zimanê xwe kiriye...)
Daxwaza min ji hemî xortên Kurd ew e ku
çavên xwe vekin, dost û dijminên xwe ji
hev nas bikin û destên xwe bidin hev bo
rizgariya gel û welatê xwe.
* Mirovê gelparêz gereke van sê tiştan
bi duristî biparêze:
1- Canê gelê xwe
2- Malê gelê xwe
3- Namûsa gelê xwe
Her kesê destê xwe dirêjî yekê ji vana
bike ew dibe rûreşê gelê xwe û xortên
Kurd gereke dostaniya wan neke.
*Tu caran miletek hemî weka hev
nafikirin û her hindeka bawerî bi
ramanekê heye, vêca gereke her kes azad
be di bîr û baweriyên xwe da çunkî kes
bi zorê weka mirovî nafikirêt, ez bi
ramana xwe û tu bi ramana xwe, lê em
birayê hev in, nabe em şerê hev bikin ji
ber ku em hemî ji bo rizgariya miletekî
û welatekî dixebitin.
*Ziman, zimanê me gişka ne?! Ne yê yekî,
an yê didiwan e, gava ku ji bo zimanê
xwe bixebitin qenciyê bi xwe dikin, lê
heyfa yê ku heya niha bi zimên mijûl
dibin gelekî kêm in.
*Gelek ji xortên me çavên xwe berdane
nivîsandina helbestan, ev ne tiştekî
hêja ye. Divê nivîsên rastesere bêne
nivîsîn. Belê helbest tiştekî ji edebê
ye, lê ne tevaya edebê ye. Divê ku mirov
bizanibe bi zimanê xwe binivîsîne, lê
nizanin, hemû ji min re helbestan
çêdikin.
*Em miletekî bêziman in, a niha pir
xortên me hene xwenda ne, bi Erebî jî
xweş dizanin, dibêjin:(Em dê ji miletê
xwe re xizmetê bikin), lê naxwazin hînî
zimanê xwe bibin û ez dê çawa ji wan
bawer bikim?!
Berhemên wî:
1-Dîwana Helbestan”Apo” 1979an de Hemreş
Reşo li Ewropayê çap kir.
2-Dîwana helbestan “Bahoz” û çend
nivîsên din.
3-Pirtûka Lêkolînê. Li ser ziman û
rêzimanê kurdî
4-Elfabeya kurdî ya ku ji alî Mîr
Celadet Bedirxan ve hatibû sazandin û
pejirandin.
5-Çar Leheng-Şanoyî
6-Derdên me
Jêderkên vê gotarê:
1-Antolojiya Helbestvanên kurd-Pelesor
yayınları Stenbol 1992
2-Jînenîgariya min-Cegerxwîn-weşanên
APEC Stockholm 1995
3-Rojnamegeriya Kurdî-Malmîsanij, Mahmûd
Lewendî, Öz-Ge yayınları-Ankara 1992
4-Dîroka Wêjeya Kurdî -Feqî Huseyn
Sağniç- weşanên Enstitûya Kurdî, Stenbol
2002
5-Kovara Nivîs a Înternetî-Hejmar 15
6-Kovara Tirej a Înternetî
7-Kovara Dîcle Ya Înternetî
8-Azadiya Welat-hejmar 234
9-Evrensel Gazetesi-15.10.2002
10-Newroz, kovara Înternetî-hejmar 46
11-Konê Reş-Apo Osman Sebrî (7ê Gelawêj,
2005-malpera Amude)
12-Kovara Hêvî –1990
13-Dîwana Osman Sebrî, Weşanên Apecê,
Stockholm 1998
Nîşe: Ji bo parastina reseniya wê, me
dest neda nivîsara Osman Sebrî.
OSMAN SEBRÎ
Tu xelatek î bo me ji payizên bihurî
Ji hingura helbestê, ji berbanga evînê
Bi hêminî dinizilî etlasa jiyanê
Hêviyên dahatûyê te li me didin hîs
kirin
Kurê birîndarî yê nifşa xwe
Dilê te ji hingiva kilaman
Êş in te dibişirînin ji serpêhatiya
hezarî salan.
BERKEN BEREH
ji Kovara W
www.kovaraw.net
|