|
Xewm û Xeyal
Rênas JIYAN
Xewn û xeyal du peyvên
razber in û bi hişî ve têkildar in.
Her du jî di encama
çalakiya mejiyî de ava dibin. Ev her du
peyv, ji ber ku ji koka huner û wêjeyê
re referansiyê dikin gelekî girîng in.
Hemû afirînerî li ser esasê xewn û
xeyalê çêdibe. Xewn û xeyalên ku hatine
fesilandin, pîvandin û fikirandin di
nivîsê de weke “hêma-îmaj” pêşkêşî
jiyanê dibin. Her du peyv jî tên
“dîtin”, ango her du jî ji lêkera
“dîtin”ê gewî dibin. Mirov di jiyana
reel de çiqasî pir dîtibe (jiyabe,
xwendibe an jî ramiyabe) xewn û xeyalên
wî(wê) ew qasî pêşketîtir in.
Xewn bi piranî bi şev û
gava ku mirov raketî be tê dîtin; lê
xeyal piranî bi roj û gava ku mirov
hişyar be û bala xwe ji ser objeyan
kişandibe ser xwe û li xwe kumişî be tê
dîtin. Xewn bi paşiyê ve û xeyal bi
pêşiyê ve têkildar e ango xewn ji alavên
paşerojê û xeyal ji alavên pêşerojê ava
dibe. Piştî ku hatibe jiyîn, mejî wî
tiştî di betaliya xwe de dike xewn. Lê
tiştên ku nehatibin jiyîn û îhtîmala
jiyîna wan hebe, mejî wî tiştî di
betaliya xwe de dike xeyal.
Xewn dikare ji dîrokê bê
hesêb û dikare weke “demên dîrokeke
şikestî” bê binavkirin. Lê ji ber ku
dîrok hesabkirina bûyerên ku li paşiyê
mayî ye û ji ber ku xeyal jî pêşiyê
têkildar dike, xeyal tu carî nikare weke
alavên dîrokekê bê binavkirin. Xeyal ji
dîrokê bêtir nêzîkî “utopya”yê ye. Ango
xeyal ne weke “demên dîrokeke şikestî”
lê weke “kurtêlên utopyayekê” dikare bê
binavkirin. Li gel ku her utopya ne
dîrokek e jî, bi cewherê hundirê xwe
“dîrokî” ye, ji ber ku utopya bi tenê li
“bûn”ekê dinihêre, heger “bibe”- pêk
were- tavilê utopya vediguhere dîrokê,
ji lew re xeyal an jî “kurtêlên
utopyayê” ne dîrok lê “dîrokî” ye. Kesên
xewn an jî xeyalên wan tune bin nikarin
tu dîrokan ava bikin çi şoreşgerî, çi
hunerî, çi zaniyarî...
Xewn giş bi têmaya xwe ne
erênî ne, hinek ji wan ne xweş in û weke
“gabûs” an jî “kabûs”ê tên binavkirin;
lê xeyal ne wiha ne, xeyal giş bi têmaya
xwe erênî ne. Tiştê ku “xeyal” jê re
hatiye gotin teqez başî an jî bedewiyekê
dihundirîne. Dibe ku xewneke nebaş bê
dîtin lê tu carî xeyaleke nebaş nayê
dîtin; ango ne mimkûn e ku mirov hevoka
“min xeyaleke nebaş dît” bibihîse.
Dîtina xewn an jî xeyalê
li derveyî perwerdehiyê ye. Tu kes bi tu
awayî nikare mirovekî(ê) fêrî dîtina
xewnekê an jî xeyalekê bike; ji lew re,
ji ber ku hunermendî ji xewn û xeyalan
ava dibe, kesê ku daneke wî ya
xwedayî-xwezayî tune be bi perwerdahiyê
nikare bibe hunermend, bes ancax bi
perwerdahiyê dikare qabîliyeta xwe bi
pêş ve bixe.
“Vegotina xewnekê” ya bi
şiklê wênekirin an jî helbestkirinê
qabîliyetek e, lê ji “dîtina xewnekê” re
qabilîyet ne pêwîst e; lê xeyal ji ber
ku konsantrasyon û medîtasyonekê dixwaze
û ji ber ku konsantrasyon û medîtasyon
jî alavên hunerê ne û huner bi
qabîliyetê çêdibe, xeyalkirin
qabîliyetek e...
ji
Azadiya Welat
www.welat.com
|