|

Mesûd Xelef |
Xabûr
Mesûd Xelef
Li ser pêlên bê welat min careke din
navê te nivîsand
Li ser pêlên bêdeng
Careke din min bi tenê piyase dikir
Careke din hezkirina te, bi tenê piyase
dikir
Piyase li ser piyasê
Û cigare li dûv cigarê
Û di nava dûmaneke bê xwedî de
Navê te dibû şeydayekî bê welat
Da ku careke din tu vegerî welatê xwe
Welatê heskirina nenas
Vê carê ez û tu li ser pêlan em ê piyase
bikin
Îro Xabûr jî bêdeng bû
Wekî kenê te bêdeng
Bêdengiya wî diaxifî
Digot: tu bi xêr hatî welatê min
Welatekî fereh bû Xabûr
Avek e bêdeng bû
Zelal wekî asîmanê di ser serê me re
Axaftin dilorandin
Digirî, hêsir dihatin
Ew jî îro bê yar bû
Bê hezkirin
Xabûr jî, bi tenê piyase dikir, tu
dizanî..
Xabûr ji axa vî welatî derdikeve
Ji ava kaniyên van çiyayan serê xwe dişo
Li dermedorên xwe
Befrînan şîn dike
Nesrînan dipişkivîne
Da ku yarek were û tenê gotinekî jê re
bibêje…..
Pêlên Xabûr nerm bûn
Dengê wan nedihat
Hêdî hêdî bi erdê ve dixuşiyan
Û di binê wî de masiyan evînî dikirin
Li dora çemê Xabûr
Bi hezarên darên çinaran serî hildane
Ji şoreşên berî me
Û piştî hestiyên me
Dîroka welatekî dibêjin
Vî welatî çi dît û çi nedît
Di binya siya wan daran de
Çend mêrxasan bîranînên xwe tomar kirin
Çend şer hatin kirin
Çend tîpên azadiyê bo vî asîmanî hatin
pêşkêşkirin
Darên çinaran îro xemgîn bûn
Di bin siya wan de
Wekî kiwarkên mêşên hingivîn min xwe
komî serhev kir
Û li dengê wan guhdar kir
Bi nazikî ji hev re digotin
Em bi tenê mane
Li dora me tenê çend piyase têne kirin
Û di rojên winda de
Em çend gurzekenan ji dora Xabûr kom
dikin
Xabûr bêdeng bû îro wekî min bêdeng
Di nava xwe de dikeliya
Di binê xwe de digiriya
Ma wê kî jê bawer bike ku evîndar e
Bi ava Xabûr re
Li ser pêlên nedîtî
Min nameyên xwe dinivîsandin
Çend gotin bûn û di nava wan de tenê
navek bû
Di hûndirê wî navî de jî
Bêdengiya min hatibû veşartin
Îro Xabûr bi min re hevaltî dikir
Derdê me yek bû
Qedera me yek bû
Ew ber bi welatên nenas ve diherike
Xwe dighîne Dîjle
Dîjle wî hembêz dike
Lê, Ma dê kî herikîna min piştî te
hembêz bike
Dê kî herikîna min bi ser dilê xwe de,
piştî te, bibarîne?
Ooooo Xabûro!?
Îro jê re bibêje çend çîrokên evîniyê me
gotin !?
Û pêlên te çend bûne derman?
|