|

Nezîr Palo |
Bihna Reyhanan,
Bihna dayîka min e …
Nezîr Palo
Çendîn tu li benda bavê min dima, te
destên xwe yên henekirî, di nav porê min
re dibirin, û te bi stran digot: de nenî
nenî delalê mino nenî.
Delalê te yê biçûk dikete xewê, û tu li
benda vegera delalê mezin hişiyar dima.
Êzingên ardanka te hemî dişewitîn û
dibûn xulî, ardanka te sardibû, lê dilê
te disotiya dayê, çavên te li min bûn, û
guhên te gavên bavê min dipan.
Pir caran çilpikine germ dadiriviyan ser
ruyê min, ew germahiya stêrên te bûn
dayê,
min digot: çima digrî dayê?
te digot: na ez bi qurban, ev xaniyê me
dilopan dike..!!
Ne dilopên bana xaniyê me radiwestiyan,
û ne jî dayîka min li bendemaniya hatina
bavê min diwestiya.
Piştî her nimêjekê, te gerdenê mircanî
ji stuyê xwe dikir dayê, hinekî di mista
xwe de dihêşt, û hinekî di nav por û di
ser pêsîra xwe re digerand, bi kûranî te
bihin dikir, û datanî ser rûyê xwe, te
çavên xwe vedimrandin, û tene bi tene
radimûsa, û ji nuh ve vedigerand stuyê
xwe..!!
Dema ez mat dimam, te ez diguvaştim
hembêza xwe dayê, û te digot: canê min,
ev tizbiya bavê te ye, bi carekê ji
bîrnekirî ye..!!
Ne nimêjên deyîka min bi dawî dibûn, û
ne jî teneyên tizbiya bavê min ji
maçkirana stuyê wê têr dibûn.
Her şevekê, sê penç miwîj û sê penç
kuncî, te dixistin zerikekê, û te digot:
( Şêrînî şevan xweş dike ).
Pençek miwîj û yek kuncî ji bo te ne
naziliyê ber dilê mino, û pençek miwîj û
yek kuncî ji bo bavê te ne, û her wiha
yên din ji bo minin. û te dest bi çîrok
û stranan dikir dayê.
Bi çêja şêrîniya miwîjan, û şêrîniya
dengê te di, ez diketim xewê, dema ku
sibeyê ez hişiyar dibûm, min didît ku
tenak kuncî li ser lêva min di xwe ve
çûye, û ez jî li ser kabokên te, destekî
te di nav porê min de bû, û yê din li
ser sînga min bû, û bi ser min û çîrok û
stranan de tu xilmaş bûye.
Zerika deyîka min timî du penç miwîj, û
du penç kuncî tê de diman.
Ne bavê min vedigeriya, û ne jî deyîka
min miwêjek dixwer.
him tûrkên miwêj û kunciyan, û him jî
tûrikên çîrok û stranên dayîka min bi
dawî nedibûn.
Her rojê, te ew topreyhan a di pencereyê
de avdida, te digot: bavê te ji bihna wê
hezdike,
dema vegere, ez ê deynim pîşa wî, û dema
razê ez ê deynim ber serî.
Her ku bavê te bi kûranî bihna
topreyhanê dikêşe, dibêje: ( Subhan Alah
) çi xweşe..
ev bihn bihna bihuştê ye..!!
Her min digot: dayê va ye bihna reyhanan
ji te tê, nizanim ew dikeniya…an jî
digriya..!!
Ne pencereya mala me dihate girtin, û ne
jî topreyhana tê de diçelmisiya.
Bihna reyhanan ji navê deyîka min, û ji
giyanê bavê min dihereke…
|