|
|

Kêfxweş dibim ku pirsên şanda (Dezgeha Çap
û Belavkirina Bedirxan) û rojnameya (Bedirxan) di bin serokatiya
mamosta Hemîd Ebû Bekir Ehmed û hevalên wî de bersiv bidim, ev şanda
ku bi serdanekê hatibûn Qamişlo û Sûriyê û di vê serdanê de ez bi
Mîdaliya Festîvala BEDIRXAN xelat kirim.
Ez jî ji can û dil spasiya wan dikim.
Konê Reş
Qamişlo
1-Çawa te dikarîbû xwe nêzîkî Bedirxaniyan biket ?
*-Ji mêj ve min çîrokên mîrekêm Botan di oda bavê xwe de seh
dikirin.ta ku ez di sala 1977 an de çûm Almanya Rojava ji bo
xwendinê.Li wir min sehkir ku Mîr.Dr.Kamîran Bedirxan ji Parîsê
hatiye Bonê ji bo danîna bingehê (Dostaniya Kurd û Almaniyan), wê
gavê min ji kurmamê xwe pirsî :Gelo Mîr.Kamîran ji mîrekên Bota ye?
Kurmamê min bi erênî li min vegerand.Hingê ez li wan çîrokên ku min,
di biçûkaniya xwe de sehkiribûn vegeriyam û kûr di Cizîra Botan û
Mîrekên Botan de ponijîm û wiha piştî vegera min welat min bêtir
çîrokên wan sehkirin û dîroka wan xepart. Di serê sala 1989 an de
dema min û hevalekî xwe kovarek bi navê (Gurzek Gul) bi tîpên latînî
weşand, pêdivî bû ku ez li daner û berhevkirê tîpên kurdî latînî
bigerim û wî ji nêzîk ve nas bikim. Wê çaxê jî, ez li Mîr Celadet
Bedirxan rast hatim,û piştî pirsyanan û xepartina li dor jiyana wî,
min sehkir ku kebaniya wî Rewşen Xanim Bedirxan hêj sax e û li
bajarê Banyasê dijî. Min yek nekir dido û min xwe gîhand wê...û wiha
ez ketim nav deryaya malbatekê ku tev jiyana xwe di ber welat û
miletê kurd de terxan kirine û tev di zîvarî û mişextiyan de mirine.
Ez çawa bûme pispor di malbata bedirxaniyan de... Dikarim bibêjim;
piştî ku min Rewşen Xanim naskir û hûr hûr lê guhdarî kir, wê kul û
xemên xwe, çîroka malbata xwe, mişextî, zîvarî û bêkesiya malbata
Bedirxaniyan ji min re got û şirove kir, min xwe dît ku ez wek
pisporekî me di warê malbata mîrekên Bedirxaniyan de..
Lê încex ez dilopek avb im di vê pisporiya xwe de, di warê deryaya
pisporiya di malbata Mîr Bedirxan de. Ji ber ku em gelê Kurd her û
her emê deyndarên wan bin: Mîr Miqdad Medhet Bedirxan bû yê ku di
sala 1898 an de yekemîn rojnameya kurdî bi navê (Kurdistan) li
Qahîre/Misir çap kir û li Kurdistanê da bi belav kirin, Mîr Emîn Alî
Bedirxan bû yê ku yekemîn helbesta kurdî ji zarokan re nivîsandiye,
mîr Abdul Rezaq Bedirxan bû yê ku yekemîn dibistana kurdî di gel
Simko Axayê Şikakî li Xoyê vekir û pêwendiyên xweş di gel ermen û
rûsan de girêdan, Emîn Alî Bedirxan bû yê ku rengên vê ALA ku roja
îro li asmanê Kurdistana azad li ba dibe bijartin di sala 1918 an
de, Mîr Celadet Bedirxan bû yê ku di sala 1932 an de tîpên latînî ji
zimanê kurdî re bijartin û berhev kirin û bi wan tîpan bang li
Kurdan kir û got:( Kuro! Eyb e, şerm e, fihêt e an hînî xwendin û
nivîsandina zimanê xwe bibin an mebêjin em kurd in...) û hîn û hîn
.Ma Bedirxaniyan çi ji miletê kurd re pêşkêş kiriye û çi pêşkêş
nekiriye..
Çendî ji min bê ezê bê rawestan li dor vê malbata şoreşger,
rewşenbîr, rojnamevan û dûrdîtî bi kolim û bi xepêrim. Ji qenciyên
ku Xwedê bi miletê kurd re kiriye, malbatek wek Bedirxaniyan ji me
re şandiye.
2-Çi nivîsên te yên nû li dor mîr Celadet Bedir Xan hene ?
*-Mîr Celadet Bedirxan wek kaniyek ava zelal e û ez wek tîkî wê avê
me, çendî ji wê avê vexwim kela min hênik nabe.Her dem û gav ez bi
dûv saloxdan û nûçeyên Mîr Celadet Bedirxan de dibezim û kom dikim.
3-Di baweriya te de sedemên herifandina dewleta Bedirxan çi bûn?
*-Di baweriya min de û piştî xwendin, lêkolîn û pirsyanê ji xelkên
herêmê ya ku ez di nav de dijîm, (çiko herêma me jî ji kevin de bi
ser Botan ve dihat berdan û di bin desthilatiya mîrekên Botan de bû)
sedemên herifandina Mîrnîşiya Botan vedigerînim çend xalên diyar û
nediyar, ji xalên nediyar:
1-Berberî û nakokiya ku di hundirê malbata Azîzan xwe bi xwe de hebû,
ev xal gelekî giring bû ji herifandina mîrnişiya Botan re. Wek ku
Kurd dibêjin: Kurmê darê ne ji darê be dar kurmî na be.
2-Îngilîz bûn, Îngilîzan rê nedan mîr Bedirxan ku dewletek bi rêk û
pêk ava bike û dawî bibe kelem di pêşiya bazirganî û desthilatiya wê
û Hindistanê de. Di gel ku kînek wan ya kevin li ser kurdan hebû,ew
kîn jî vedigere Selahedînê Eyûbî,û rizgarkirina Mala Pîroz li Qudsê..
Belê ji xalên diyar:
1- Xiyaneta pismamê wî Yezdan Şêr di gel wî 15 hezar ji çekdarên
kurdan.Ne wilo tenê, belê sekinandina wan li kêleka Osman paşa û şer
kirin dijî mîr Bedirxan..
2- Rola Nemrûd Resam, ew kesê aşûrî, yê ku ji xelkên Mûsilê bû û di
qunsilxaneya îngilîzan de li Mûsilê kar dikir. Wî jî divîbû tol û
heyfa Nestoriyên Botan ji Mîr Bedirxan hilîne....
Bê guman hin sedemên din jî hene.belê hema bi kurtî wiha ez karim
bibêjim..
4-Gelo tu destnivîsên neçapkirî li bal te hene li dor Bedirxaniyan?
*-Na, tu destnivîs an arşîfê li dor Bedirxaniyan li bal min nîn in,
tiştên ku hene jî çend wêne ne min ji bal Rewşen Xanim anî bûn û min
ew wêne di pirtûka li ser Mîr Celadet Bedirxan de belav kirine. Vê
paşiyê û ta roja îro ez wêne, destxet, çîrok û serpêhatiyên li dor
mîrekên Botan û Bedirxaniyan didim hev, wek nimûne min hin wêneyên
Bedirxaniyan ji bal mala Haco Axa anîne, hin ji bal mala Cemîl Paşa
Diyarbekirî hin ji bal mala Elsilih ji libnanê û wiha.
5-Gelo hêj pêwendiyên te bi hin neferên malbata mîr Bedirxan re hene
?
û çima tu di festîvala Bedirxan a yekemîn de amade nebû ...?
*-Belê, hêj pêwendiyên min bi hin neferên malbata mîr Bedirxan re
hene, wek Sînem Xana Mîr Celadet Bedirxan û xuşka wê Oseyma Xanim li
Qahîre/Misrê û ez kêfxweş dibim dema ku xelk xwe li min digirin û
pirsa Bedirxaniyan ji min dikin.
Belê ez hatim xwestin ji bo beşdariyê di festîvala Bedirxan de a
yekemîn li Bexdayê, lê hem di çax û demên wê de ji min re nehat
gotin hem jî navê min di nav navan de nebû, û bi dilsarî ji min re
hat gotin..tevî wilo min pîrozbahiyek bi navê Dr.Kemal Mezher Ehmed
ji beşdarên festîvalê re şand di gel gotarekî li dor Bedirxaniyan û
Ala kurdî..Lê bi hatina kak Hemîd Ebû Bekir Ehmed û hevalên wî ji (Dezgehê
çap û belavkirina Bedirxan) bo Suriyê, û xelatkirina min bi Mîdaliya
Festîvala Bedirxam şahiyek mezin di dilê min de çêkir ez jî ji can û
dil spasiya wan dikim.û sala bê ku tu sedem nebin bêguman ezê amade
bibim..
6-Gelo mirov dikare di paşerojan de festîvala Bedirxan li Qamişlo
vejîne?
*-Roja îro, gelekî zor e ku wek Festîvala Bedirxan li Qamişlo were
li dar xistin. Çiko ta ku em şahiya şokirina zarokên xwe di dar
dixin em li sê çar bîroyên parastinê digerin ta ku em karibin îznê
bistînin..! Vêca emê çawa karibin Festîvala Mîr Bedirxan li Qamişlo
li dar xînin..?! Dibe di paşerojan de derfet hebe û bidin.Ew jî bi
demokratiyê û mafê gelê kurd ve girêdayî ye.û ez gelekî kêfxwş dibim
ku rojekê Festîvala Bedirxan li Qamişlo bihata li darxistin û berî
mirinê me ew yek dîtiba...
7-Gelo dem hatiye ku Albomek bi wêne û kurtiyek ji jînenîgariya her
neferekî Bedirxaniyan bê çap û belav kirin ?
*-Belê, çima dem nehatiya ku albomekî taybet bi wêne û kurte jiyana
tev neferên malbata Mîrekên Botan bê çap û belav kirin.Çendî em
navên neferên vê Malbatê bi parêzin û bilind bikin, em xwe diparêzin
û xwe bilind dikin..
Di baweriya min de çapkirina albomekî bi weneyên wan wefadariyeke
zor mezin e û vegerandina hinekî ji deynê wan e. Em, gelê Kurd her
deyndarên Bedirxaniyan e, û dem hatiye ku em hinekî ji deynê wan li
wan vegerînin, bi kêmayî bi Albomekê..
8-Baweriya te di Dezgehê çap û belavkirina Bedirxan de çawa ye?
*-Di baweriya min de, damezirandina Dezgehê Çap û Belavkirina
Bedirxan, û di gel re weşandina rojnameyekê bi navê (Bedirxan)
wefadariyeke mezin e ji navê mîr Bedirxan re, û xweş nîşan e ku gelê
kurd kevnê xwe jibîr nake, ji xwe yê ku kevnê wî nebe qet nikare nû
ava bike, Bedirxan kevnê me ye, wiha lê bixwedî derketin nîşana
pêşketinê ye, nîşana xêrê ye. Mala we ava be Xwedê li pişta we be.
9-Gelo tu razî yî ji nivîsên ku ta niha li dor Bedirxaniyan hatine
pêşkêşkirin?
*-Na, qet ez nerazî me.gerek ta niha bi dehan têz û dektorayên
bilind li dor malbata Bedirxaniyan bi hatina amadekirin, roja îro,
bi sedan xortên me di zankoyên bilind de di xwînin, qey kes ji wan
dektoraya xwe di warê Bedirxaniyan de nabijêre û xwe di vî warî de
nawestîne? Ew çend kesên ku hene jî em ji dil û can spasiya wan
dikin wek nimûne: Dr.Selah Hirorî û Zekî Ozman xwediyê malpera
Celadet Bedirxan û bi taybetî hîmdar û karmendên Pirtûkxaneya
Bedirxaniyan li Duhokê û hûn Dezgayî Çap û belavkirina Bedirxan li
Silêmaniyê û spas ji we tevan re .
Konê Reş
Qamişlo
|
|