|
|
Omer Dilsoz
(www.omerdilsoz.com)
Gulgever! ...
Dengê
şevê bi ser min de tê;
Xew
diçe ji welatê min.
Li
ber pencereyê tava heyvê,
Hêdî
hêdî xwe davêje oda min.
Û
hingê;
Hingê
ji nav birka bîrhatinan,
Tu
dikevî ser pêlan,
Û
diherikî li nava hestên min.
Gulgever! ...
Bê te
me vê şeva lal;
Li
ser zimanê min du peyvên tal,
Ji
çavên min du fêrmiskên zelal,
Û
dilekî westiyayî pîr û kal;
Riya te dipê, te dipê
Gulgever! ...
Gulgever! ...
Li ber guhê min pêjna
te;
Ji nediyariyekê
vedigeze.
Awirên te zindî dibin,
Dinya min pê diheje.
Gulgever! ...
Tu dibihîzî! ...
Min gelek bêriya te
kiriye.
Bêriya çavên te,
Dengê te,
Pêjna te,
Bejna te,
Xemla te,
Ravêja te,
Û te; te Gulgever!
...
Gulgever! ...
Biharê bêhnên xwe ji
te dizî ne;
Sosin,
Alal,
Beybûn,
Binevş,
Nêrgiz; tev ji te
afirî ne.
Avzen ji zelaliya
çavên te hiltavêjin
Kaniya jiyanê yî tu!
...
Kaniya jiyana min!
...
Gulgever! ...
Jehrkuşa koremarên
sedsalê yî,
Jankuja dilê min ê
kovandar î,
Dilopek ji derya
evînê yî,
Bijûn û paqij...
Zelal û şirîn! ...
Gulgever! ...
Şev e; şev diqulipe
hêdî hêdî.
Hingorê tarîsanê
dadikeve êdî
Xew dikeve rehên
mirovên vî şarî;
Lê ez,
Ez
çavrêyî te,
Li
ber pencereyê,
Di
nava efsûna heyvtavê de;
Riya te dipêm! ...
Riya te Gulgever! ...
Gulgever! ...
Sal çûn;
Demsalan rengê xwe avêtin,
Biharan xwe gihand payizan,
Salmane hatin guhartin;
Dinya guherî,
Xwerist guherî,
Heyam guherî...
Şer çû,
Dijwarî bidawî bû
Li
şûna bêhna barûtê,
Gul û kulîlk bişkiftin...
Dijmin bûn dost,
Hewa şikest,
Tahlî ma bêpişt...
Maran koç kir.
Dûpişkan bi jehra xwe
ve xwe kuşt.
Bes,
tu...
Tu
nediyar î hê jî,
Tu
Gulgever! ...
Gulgever! ...
Berfa
spî lêkir,
Çiya
vehûnandin;
Newal
rast kirin,
Aşût
û renî hatin.
Tavê
lêda;
Germ
bû,
Berf
heliya.
Çiya
û berdol şîn bûn;
Canemergan cih bi nêrgizan guhast,
Panav
têrxwer bûn;
Pez
lê çêriya,
Dewar
lê beziyan,
Golik
lê boriyan...
Gulgever! ...
Qedexe çiriyan...
Dîsa
bêrîvanan berê xwe da zozanan,
Li wir kon vegirtin.
Careke din newalan
deng veda,
Ji
dengê bilûra zîz a şivanan.
Meşk
helawîstin,
Mast
kiya;
Nîvişk bi ser ket,
Kire
penîr û lorik;
Dagirtin tijî pîsk û telîskan.
Bes...
Bes
tu venegeriya,
Venegeriya ji wexerê! ...
Gulgever! ...
Careke din heyvtava kewçerê dibiriqe,
Leylan dide li ser pêlên çemên welatê me;
Ferat
û Dîcle, Xabûr û Zê...
Careke din di kamla xwe de ne ew,
Bêdeng,
Bêpêjn,
Bêyî
hebûna te diherikin.
Diherikin ligel mezinbûna hesreta dilê min;
Diherikin ber bi
deryayekê ve,
Ber bi zeryayekê ve...
Gulgever! ...
Rê û dirb dûr in;
Bi kend û bend in,
Asê ne;
Û pêlên wan rûbaran
dialîsin tahtikan,
Bi sebreke Eyûbî,
Dimêjin dilê wan ê
hişkeber.
Ji bo ku lê vebibe rê,
Lê biherike verêj,
Û geş bibin gul û
kulîlkên rengîn.
Gulgever! ...
Heyvtava rengiz;
Li ber pencereyê,
Di giraniya xeweke
reviyayî de;
Dipêçe hişê min,
Vedigire dilê min,
Dikole sînga min;
Û pêl
bi pêl diweşe ser min! ...
Gulgever! ...
Bi
navê Xwedê! ...
Bi
sûnda mezin;
Bi
serê te yê nazdar,
Bi
wan herdu çavên qendîl,
Bi wî
dilê tijî evîn! ...
Sûnd
bi navê xudanê mirazan! ...
Min gelek bêriya te
kiriye!
Min gelek hesreta te
kişandiye!
Hesreta wan herdu
çavên te yên belek;
Bejna narîn,
Bişirîna şirîn,
Rawesta melûl,
Meşa mexrûr,
Bêhna porê te yê
bêhn-çiyayî;
Ango te..
Te Gulgever! ...
De were êdî, bes e!
...
Bes helişkivîne vî
dilî,
Bes kûr bike birînên
min! ...
Kengî
be ne dereng e;
Tenê
hema tu were! ...
Gulgever! ...
Heyv,
Tîrêj,
Hewa,
Payîz,
Û tu!
...
Bêdengî,
Tenêtî,
Xerîbî,
Hesret,
Û tu
Gulgever! ...
Tu
Gulgever! ...
Evîna
min ya şermoke,
Kula
min a delodîn! ...
Ew
gotina biefsûn;
Ewa
ji her tiştî bêtir min dixwest ji te re vegota,
Aniha, va ye diqêrînim
Û
direşînim ser bêdengiya şevê:
'Ma
tênegihîştî hêj? '
'Min
tu divêyî Gulgever! '
2002-09-15 / Culemêrg
|
|