H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Kurdi عربيEnglishSwedishHevgirtin

 
 

 

 
   


Helepça
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 




Ezîz Xemcivîn




Helepça,
kevoka birîndar
17 tîrêjsal
dil û hinav
hîn bi kul in,
bi derd û êşê dikewin…!!
dîroka şermezar
tu dikarî çi veşêrî…?
pelê reş
pênc hezar rewan diyar in;
stêr in, geş in …
pelê reş vekiriye
sînga te nîşan kiriye… !!
serê daketî,
berê guhertî,
li wêneyên ciwan
kevir zîvirîn…!!

Li deşta bê ba,
bihna sêva,
li çiyayê dilşewat ,
hawara helepça
kevoka birîndar,
bû nalîn
dêwê mirinê lezgîn e,
ketûber da ber xwe
patoza zadê jînê
dilezîne …!!

Pênc hezar sinbil,
dîroka şermezar
dûmana zer bela bû ..
li pişikên mendalan,
dê û bav,
û
pîr û kalan
bela bû… bela bû…
rewan li dû hev;
zincîra mirinê,
pêt û rivîn
ji volqana azeriyê derçû…!!

Qiloçê gayê dinê qerimî,
berê xwe guhart,
cîhaneke bêdeng hejiya…!!!?
ziman lal bûn,
çavên hebûn,
xewê da ser wan,
û
xilmaş xwe dane xewê…!!
deng ket kerka guhê ker;
dunyayê …
dunyayê …
kê dît…?
kê bihîst…?
!!!! !!!!

Heger vestîvalê Rok ba,
straneke girîng bû…!!
şanoyeke cîhanî,
li ber çavan diyar
bihna sêvan,
dûmana zer
kî dibîne..?

Derhêner dikene
cadobaze ew,
çav û dilê temaşevanan
şaş di hêle….!!!
berjewendî,
her tiştî dixapîne…!!

Zadê bê bihn û ba
li xakê ket,
serî danîn,
laşên ciwan
mîna meşka dagirtî,
sêpî şikest
kilmeşkê jî bû weke meşk… !!

Çivîk ji jor bê hêz
xwe avête dilê meşkê…!!
rojî û nimêj,
û
banga melan
li cîhana bê ba,
germ û nixumandî ma…!!

Ne balkêş bû li bal
birayên me yên misilman,

Heger Bosnî yan Kosovî bana;
wê kongirekî alîkarî heba:
"misilmanê me derbider in" !!

Şerme ey dîrok;
serê te di axê de,
û paşiya te li der e… !!
şerme… şerme…
hêvî di dûmana zer de vemire...!!

Xewnên evîndaran,
bêçare xwe diveşêrin;
buhara şadîman
bê hest û reng li me dibûre.!!

Ma pelê reş
tê wisan bimînî ?
pênc hezar şitlên gulan
li gulzarên evînê,
ala bilind
reş rengê xwe li ba dibe.!!

Rewanên pîroz
hey ker û lalnoooooooo
hîmên azadiyê dikarin,
dîrokeke nû ava bikin…!!

Baran buharê xweş dike,
evîna min
dikare jînekê rizgar bike..!!
û gava herdu dest,
bi hev re bin;
dikarin alekê bilind bikin…!!


16/3/2000

 

 

 

 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE