
Tengezarê Marînî
“ çawa dê te bi tenê di nav sirûdên mirî de bihêlim qamişloka
min, çawa dê dengê lehengên xwe nekim gulav û ..çawa dê çarika reş
ji nav xewnên xwe dernexim û çawa dê salek derbas bibe û dê
nikaribim dilê xwe bo we xûz bikim şehîdên ji deng û xewnan..!”
Bo Ebdil Selam Darî
Min
tu berdayî
Di te
de li xwe geriyam
Li
dorhêlên bakurê jor
Çipikên xwînê, zimanê te dipeyivîn
Di
wan asêgehan de,
birîna te li guhkê salvegera yekem min girêda û min seyrkir
bêhûde bû.
Êşa
min î li kevlankên vê spêdê, li berê di birîna te de rast hat,
wisa
qêriyam
beyhûde ye.
axînokên dayîka te û çarika reş ya xwişka te diloyên xwe diristin
mixabinî li pey mixabiniyê, roj çû sal hat....
ji
ber dengê xewnên ji ezela te dertên, nepenî bûn
lîlandina derbesta we şil e.
Lêvên te soequrmizî
ne
Bûka te bendewar e,
ji Efrînê zeytûn bo
te anîne.
Me
beriya te barkir û tu zindî yî
Bakur
dûr e, mişt e ji mêrxasan
Kolanên cîrana teng in, ji serê olîkan ve jehrê dibarînin.
Tu
kesk dikî,
li
bendî vegerê yî ?
tariyek e sirr û seqem
li
ser pêpelûkên rabirdû spîbûna te,
keskahiya te,
zer û sorahiya te
divên binax bikin.
Dem têra wan nake
Ma dê kî miqeresiyê
rêk bixe?
Nêrdewan bêdeng e,
lehengê min, yekane ye
Wêneyên te dax didin
û bilind dikin
Kevan ji hev dûr
dikevin
Ka bêje:
-
kî bi te diramê!
-
Kî xewna te dipije
jibîrbûyo?!
Em jî
ji xwe reviyayî ne
Xewa
xwe li pey xwe me hişt .
Kî bi
te diramê, tu çavên tariyê biperixînî;
Bi
toza şevê şuştî me
Qêrîna te sîberên min
dipelandin,
mîna ez dengê te
dikim.
Ba himbêz dikirin
gavên te
Bêdeng dima li ber vê
sosretê lehengiya te.
Gur dikenin.
Kî li wê şeva kovî
pêl dide
Tu
çûyî
Çend
henas beriya tu biçî xewnên xwe parastin?
Peyvên te hunermend
bûn.
Spêdê diçêre kenê te
(وحـرقة
الورد الذي لم يكن يطمع في افساده الدهر)
(مانالني
عنــــد هجوم البلا
بؤس و لا مسني الضر)
(ما
قد بي عضو ولامفصل
الا و لكــــــــم
فيه ذكر)
Dilê
te ji bo me lêdixist
Tûj in awirên te.
Winda ye li ber
keldumanên neynika serhildanê
Xwişk û birayên te,
tenê bi te re hatin û nema vegeriyan
Movikên demê ne
Tiliyên tirsê li ber dergehê wan diçandin.
Çav
di kevlankên straneke qedexe de bi berbangê re serê xwe danî.
Heyv
lal e
Roj
tarî ye
Tarî
parastin e
Stêr
raketiye
Kew
bêdeng e
Û şev
bêdergeh
Di
azarên te bahoz noq dibe.
Ji
rojava sîber dikule.
(الى
حتفي سعى قدمي ارى قدمي اراق دمي)
(فـما
ان فــــك من ندم وهان دمي منها ندمي)
Malikê bi erebî
Agirê
serê çiyan distrînî, guhdarî dikim
Bimîne, baran bermaya lehenga ye
Neçe,
bûka te xwe xemilandiye
Keça min bî ma
Dergehên salê asê
bûne
Laşê min zeviyên
xewnan cot dibêjin
Payizane ye, di asîmanê êşa te de.
Bi te
bîreke bêbinî me
Sinorvekirî yî di giyanê min de
Semaxa te dergehê
berxwedanê ye: Kobanê
girnijîna te paytexta
peyvê ye di semayên batzimiyan de
ji kendavê bo kendavê
ji tozê bo êşê
ji
tariyê bo seqemê
ji
nivistinê bo mirinê
ji kelê bo darbestê
ji gorê bo vejiyanê
diçin dengê te
negihandin xwe
Ev
dema mirinê ye;
balindeyên tozê ne, li miristaneke serxweş
roj
li qadan vemirt
welatê min, bendewarê çemekî xwînê û poşmaniyê ye.
Şeveke rût im, di
baskên axê de
Benc im li ber serê
winda xwe.
Asoyên te didoşin
Û pêlên we berbi
êvarên pêxwasan de diherrikin.
Xewnên min werar bûn;
Li çivîkên ebrûyên te
kavikirî hatibûn.
duzdeh kenar bi
duzdehan hezar pêlên mirinê belavkirin;
ji
fîxana te, adar sil bû, li benda çi bimîne lavija te?
Ji
tirbeke sar hatim, di nav rêk û rûbarên welatê mijê de, kefenê te
min anî.
Bajarê min jî kefenkirî ye
Tu ji
bîr kirin serlingên me
Tu ji
bîr kirin
Xak
rabû
Bo
zarokan
Bo
xewnan
Bo
te ;
Ez li
dorhêla te me,
« bênav
û nîşan î“
leylan im
toz im
hêlên min rengavêtî
bûn
kuştin…?!
Na
Sirûda şevê me, di giriyê xwe de bilind dibim
Bajar ew bajar e,
te ji bîr nake bajarê
te
Qamişlok rengê kevzê,
têhna rojê li bêjna te dike û tê....
10.03.05
|