|
|
Kamîran Haco.
Bîranîna yekem ya kuþtara 12ê adarê di wextekî de tê ko rêjîma sûrî
ya dîktator di rewþeke siyasî pir xirab de ye, û di rojên xweyî herî
reþ de dijî. Ji Yekîtiya Miletan ta Emrîka û Yekîtiya Ewrûpa bi yek
helwestê li dijî rêjîma sûrî tevdigerin û jê dixwazin ko leþker û
hêzên xweyî ewlekariyê ji Lubnan derxîne û destê xwe ji karê nav
Iraqê vekiþîne û piþtgîriya hêzên têrorîst rawestîne, û pirsa
dêmokrasiyê û rêformê jî ji dil bigre..Ev xwestin eger pêk bên dê
dawiya rêjîma xwînxwer bi xwe re bînin. Wisa xuya ye jî ko dema
partiyên weke Beés bi dawî hatiye.!!
12ê adarê komplo bû li dijî miletê Kurd, lê kurdan ev komplo bi xwîn
û berxwedana xwe pûç kirin. Kurd di vê rojê de bi pilaneke qirêj
hatne provekirin (tehrîk) lê wan li ber xwe da û serî hildan û bi
hest û bîrbûneke netewî bilind bersiv dan.
Di wî wextî de û hîna jî pirseke rewa tê bîra mirovan, gelo çima
rêjîma sûrî ev yeka han kir û ji bo çi ? Di baweriya min de du
sedemên sereke hebûn, yek jê bi hundir ve girêdayî ye û yê din bi
derve ve.
Li hundir û ji çend salan û vir ve miletê Kurd bi tevgera xweyî
siyasî ve, bi meþ, protêsto û çalakiyên cur bi cur, ji rêjîma sûrî û
çavdêrên siyasî re, isbat kir ko hêzê herî xurt, hevdûgirtî û giring
e di nexþa siyasî sûrî de. Vê yekê tirsek ji rêjîma sûrî re çêkir ko
ev hêz kare di pêþerojê de roleke sereke û giring di guhertinên
dahatû de bileyize. Ev tirs gava ko bi faktorê derve ve bê girêdan
mezintir dibe,weke guhertina rêjîma Sedamê beésî, hatina leþkerên
emrîkî li ser sînorê sûrî û projê emrîkî ji bo dêmokrasiyê li
rojhilata navîn, ko bûne sedemên goman û tirsê ji rêjîmê re. Lê ji
hemiyê giringtir destkeftiyên netewî ko miletê kurd li Baþûr bi dest
xistin û tirsa peydabûna dewleteke kurdî bû sedemê ko dagîrkerên
kurdistanê bikevine tirseke mezin de û berûvajî bû sedemê xurtbûn û
geþbûna moralê hemî kurdan li her deverî, loma rêjîma sûrî xwest ko
di 12ê adarê de kurdan li vî parçî çavtirsandî bike û moralê wanî ko
bilind bûbû vemirîne û biþkîne, û bi vî awayî namekê bigihîna hêzên
kurdî li hundir û li Baþûr jî ko haya wan ji xêzên sor hebe !?Herweha
xwest ji hêzên navnetewî re jî bêje ko rêjîm xurt e û her tiþt di
bin kontrolê de ye û rê nade tu tevdanên navxo, û di eynî wext de
namek bû ji muxalefeta sûrî re ko aqûbeta livên cemawerî dê xwîn û
zindan û iþkence be..Lê belê miletê Kurd bersiva vê pîlan û kuþtara
hovane bi berxwedaneke mezin û serhildanê da û xwîna pak ya xortên
Kurd li kolanan herikî û bi vî awayî bi rêjîma sûrî da fêmkirin ko
ev milet êdî nimreke pir zor e di hisabên herêmî de û tu çareserî ji
pirsên herêmî re nîne bêyî ko mafên kurdan yên rewa di serî de
bin..Bedel giran bû, zêdeyî 40 þehîdî, bi sedan birîndar û bi
hezaran girtî, lê 12ê adarê bû rojeke dîrokî ne bi tenê ji gelê Kurd
li Rojavayî welêt herweha li hemî parçên din yên Kurdistanê. Rewþ
êdî berî 12ê adarê û pey re ne yek e..Bi vê qurbaniya dîrokî miletê
Kurd ne bi tenê ji rêjîma sûrî re namek rêkir, lê belê ji rêxistinên
kurdî re jî namek bû ko xwe biguherin û xwe li gor vê xwîna pîroz
saz bikin û bi form û program û stratîciya berî 12ê adarê êdî
siyaset nabe û milet nema vê parçebûna bê dawî û siyaseta rêformîst
dipejirîne..!!
Ev salek derbas bû, lê gelo rêxistin û rewþenbîrên kurdan li gor van
qurbaniyên mezin û vê roja dîrokî bûn û tiþtên ko ji wan dihate
xwestin pêk anîn .? Gelo karibûn destkeftiyên ko di serî de xuya
kirin bibne ta bi dawiyê.? Bi kurtî mirov kare bêje ko mixabin ew ne
li gor vê erdheja siyasî bûn, belkî hîna jî ne amade ne, lê divê ko
her mirovekî Kurd zanibe ko erkên wî pir giran in û pêþerojeke hîna
zortir li pêþiya vî miletî ye, û pêwîst e ko yê jê newê vî barî
hilgire xwe bide alî û rê bide kesên ko li gor vê xwîna pîroz
tevbigerin û xwe saz bikin û rêzê ji þehîdên xwe re bigrin..Eger xwe
nede alî jî dê dîrok bi xwe bi vî erkî rabe..!!
|
|