Kurdi
  Arabic
 English
  Swedish
 Hevgirtin 

 

HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN
 ROJAVA LI DERVE
  

              

 

 

 

 

 

 

   

Bigrî Adarê bigrî

       
 

 

 

 

 


Bêwar Ibrahîm

Bigrî Adarê bigrî !

Salek buhirî
Û hêj şaş û pembo
Ji xwîna birînên
QAMIŞLO
Ziwanebûne ;
Salek buhirî
Û hêj tilîyên
Dayikên Şehîdan
Ji nav gijola porê wan
Venebûne ;
Salek buhirî
Û hêj nalîna birîndaran
Di bin destê
Bijîjk û birînpêçan de
Dikin axîn û nalîn
Ne dimrin
Ne dinivin
Ne saxlem dibin ;
Salek buhirî
Û xuliya
Şewata mirovantiyê
Bi kenê qederê re
Zingilên şîniyan
Ker dike ,
Azanên hawaran
Lal dike û
Dergehên revê li ber
Lav û qêrînan ...
Bi hêrz digre .

Bigrî adarê bigrî !

Rojên te mûsimê
Şîn û şadiyên me ne ,
Emê xwe di nav
Giyayê buhara te de
Veşêrin ...
Bê tirs û saw ...
Sirûd , stiran û sloganan
Bibêjin ;
Erd û asman
Li me bûne yek ...
Ne hiştin
Jiyan bibe lehenga fîlmê
Komkujiyê ,
Na ... ne hiştin
Hêvî û omîd
Dergehên girtî vekin û
Hilm û bîna şewatê
Bimalîn in ,
Xwîna herikî rawestîn in ,
Girtîyên bê sûc
Ji girtîgehan
Aza bikin ...

Bigrî adarê bigrî !

Bela ... deşta Mêrdînê û
Deşta Xelef Axa ...
Zendan li hev bialîn in ,
Bela ... Edûla Temir Paşayê Milî
Li ser dengê borîna
Girîyê te adarê !
Ji gorê rabe
Û mêze bike bê çawa
Hêsir di gerdena
Dayikên Binxetê de
Asê mane ,
Lîlandin di sînga
Zeriyan de
Fetisîne ,
Û silogan di nav
Lêvên ciwanan de
Noq bûne ...;
Bi dehan xort bûn
Derwêşê Evdî
Lê mixabin ... ne hiştin
Edûlên van Derwêşan
Xaka gorên wan
Bi bayê hawarê re
Bidêrin ;
Bela ... Edûla Temir Paşayê Milî
Rabe û dengê xwe berde
Ji dêvla me re
Bike qêrîn , hawar
Û binehwirîne :
( Liyane dilê min liyane
Derwêş siwarê Hedbane
Nava çavê wî weke melkemotane
Şûrê wî li destane
Hicûm da ser Hefar û Ecîl Ibrahîm şêxê wane
Bû çingîna şûra , bû terqîna mirtalane
Derwêş mêra dikuje davêje ji ser hespane
Pêncî siwar kuştin , pêncî mane ...)

Bigrî adarê bigrî !

Xelk dehfik û ravên xwe
Ji bo nêçîra Kewên me vedigrin ,
Belê ... em çavên xwe
Li nêçîra
Aştî û Mirovantiyê
Hêvî û şadûmaniyê ...
Digerînin ;
Sirweya sibehê
Û xilmaşîya êvarê
Li ser sînga me
Dighêjin hev ,
Rûgeşiya rojê
Bi jenîna dilê me diçirise ,
Teyrên Ebabîl
Ji qefesa di bin
Banê asman de
Aza dibin ,
Li ser gola xwîna germ
Xwe datînin ...
Hewl didin ku nalînên
Qurbanên ber êvarê
Bikin lavij û dûe
Yan sirûd û stiran
Li ser têlên dengê
Dayik û yaran ...

Bigrî adarê bigrî !

Weke çem û cobaran
Girîyê xwe ranewestîne ,
Bela ... rojhilata mezin
Xwe li ber germahiya
Hêsrên te û xwîna me
Germ bike ,
Wê şînîyên salan
Kirasê dîrokê
Yê çiryayî pîne bike ,
Xwîna me ne rûbareke
Ji xwîna enfalên reş
Cînosayd û Helepça şehîd ...
Belê ... vê xwînê
Bi ser bilindî xwe gihandiye
Nav pêlên derya
Xwîna wan ya pîroz .

Bigrî adarê bigrî !

Xincerên Kurdayetiyê
Ji kalanan derîne
Di sînga
Çiyayên bê mirad de
Biçikîne ,
Pênûsên resen
Ji binê bêrîkên jibîrbûyê
Derxîne
Û rastiya rastîn
Li ser pelên wêrek
Binivîsîne ;
Pizotan ji sînga
Jiyana Kelogirî
Bidize ...
Birînên dijwar bikewîne ;
Ji dêvla me bêkes û bêwaran ve
Bigrî adarê ...
Bike qêrîn û hawar :
Kurdistan çar perçeye
Qamişlo Helepçeye .

13/03/2005





 

 

 

 

   

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

 



 
 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005