|

Sebrî Silêvanî 11.02.2005
www.silevani.com
Serhildan bû. Erê.
Ne tinê bûyerek sade û sakar bû ku wek taviya buharê dihê û dibore.
Encama nişteyên dîrokî, civakî û derûnî bû bi dirêjiya qonaxên
dîroka neteweya Kurd li rojavayê welatî. Di heman demî de dûrêyanek
sereke bû di rewtê tevgêrê de herçende ciyawaziyên mezin di navbera
bandor û buhayê encamên wê de hene.
12yê Adarê bûyerek kirdarî bû û nasnavê kêrhatî jî serhildan e. Lê,
bandora wê bi pirranî ne kirdarî bû belê renge teyoriyane bû lewra
heya radeyekê guman û lêpirsîn di helsengandina wê bandorê de peyda
dibe.
Ji bo pîvana hestên neteweyane bûyer pêwîst in û ew bûyer bi awayek
xwezayî guhorînan li pey xwe encam didin, guhorînên bineretî,
herwesa sakar, guhorîn di wate û nasnavan de tenanet hindek caran di
cih û deman de jî.
Belê, di peyrewên hemû serhildanan de seranser cîhanê, guhorîna
seretayî gerek e li bingehê akarî be, ango guhorîn di binemayên sade
û di heman demî de sereke de di kesayetiyê de û bo mînak: Nav,
nasnav, ziman, astê hişmendiyê, astê ezmonê, serbor, amadekarî,
pêdeçûn û berdewamî.
Ez dê tinê li ser aliyê çand û wêjeyê birawestim û hindek amajeyan
bi kurtî bihînim ser ziman:
Berî serhildana 12yê Adarê, wêjevan û ronakbîrê Kurd li rojavayê
berhemê çand û civakek buhujandî bû. Bi ziman û perwerdeya serdest
peyda bibû û bi heman ziman û perwerdeyê xwe pêşkêş dikir û hewl
dida pirspektîvên xwe, binemayên pêkhatina xwe, hebûn û bûneweriya
xwe tomar bike û bi heman ziman û perwerdeyê hewl dida jî ku
derbirrînê ji zatê xwe bike û hemû jî bi mehaneya dagêrkirin û
buhujandinê, lê, ez bawer dikim ku mehaneyek erzan bû û gelek caran
jî Xespal ( Expire) bû.
Pirsiyar: li gor yasayên akarî û sincî, li gor pîvanên hest û
hişmendiya neteweyane, çima bûyera serhildana 12yê Adarê dawî salekê
nikarî bandorek erênî li ser ast û alavên derbirrîna wêjevan yan
ronakbîrê Kurd li rojavayê bike?
Ew pirsiyar arastey kê dibe gelo? Arastey serhildanê yan arastey
nivîskar û ronakbîran?
Ew wek gunneh, gunneha serhildanê ye yan gunneha wan nivîskar û
ronakbîran?
Nivîskarî ne wek berê ye. Herwek Coliya Kiristîva dibêje: "
Nivîskar wek kesayetî û hest û nêrîn bo cîhanê mir û çû û yêdî çi
desthelat nemaye heya ku nivîsara xwe despilîn bike.." Herwesa
li cihek din jî derbarey heman mijarê dibêje:" Ziman yêdî ne tinê
babetek e ji bo derbirrînê. Ne ew rahatina xwezayî ye belê yasayên
xwe hene û ew yasa dikarin danasîn û nasnameya zimanî ji axivtin û
derbirrîna rojane cuda bikin".
Lê, ziman li bal wêjevan û ronakbîrên me li rojavayê çawa ye bi
taybet eger li gor têgehê C. Kiristîvayê û gelek hevbîrên wê
bihelsengînin?
Hêj bi zimanê erebî dinivîsin!
Hêz mehaneya dagêrkirin û buhujandinê bi kar dihînin herçende dem û
cih hatin guhorîn, herwesa bûyer jî. Hêj pêgiriyê bi felsefeya
dagêrkirin û buhujandinê dikin !
Bandora her bûyerekê bi hemû awayên xwe ve diyardeyek rewa ye,
berkarek rasteqîne ye bo karî. Erê rewa ye, lê, berdewamiya wê
bandorê nexasime eger nerênî be hergîz nerewa ye belê wî çaxî nav û
têgehek din radigehîne.
Nivîskarek wek Selîm Berekatî, ku bi zimanê erebî dinivîse û
derbirrînê ji zat, bûyer, hebûn, dîrok, xewn û pêkhateyê xwe wek
mirov û Kurd dike, dikare bibe serborek bo gelek nivîskarên genc û
derperrîner, dikare bibe cihê gotûbêjek dirêj herçende ew ji rexne û
têbîniyan naverese. Belê, ez dikarim wî wek takekesek yan bûyerek li
qelem bidim, takekesek û bûyerek ji komelgehek zindî û berfire li
pey mafê çarenivîsê xwe digere, ji komelgehek xurrî reng û deng.
Li başûrê welatî kesên wek Selîm Berekat hebûn û di heman demî de
bibûn pêşmerge li heyamên dirêj û dijwar li nava şikeftên tarî û
şehdar de qedandin û yek ji wan kesan siyasetmedarekê çeprew e li
başûr ji ( PSK ) Partiya Sosyalîsta Kurdistanî. Ew kesayetî di 40
saliya xwe de dûr bû ji zimanê kurdî, kesayetiyek nexwendewar bû,
nezan bû, bi zimanê serdest dihizirî û derdibirrî, belê, li qonaxa
pêşmergeyiyê û bi saya têkilî û hesûnê li gel hevbîr û hevwelatiyên
xwe li nava çiyan helwîstê xwe vebirrî û birayara xwe da: kesayetiya
xwe wek dîwarek rizî herifand û ji ax, ka û ava wî dîwarî kesayetiya
xwe li gor yasaya baylojî û xwezayê ser ji nû ava kir. Weha berdewam
bû heya ku bû xwandevanek baş û evca nivîskare baş û pirtûk bi
zimanê kurdî, bi astek bilind, nivîsandin û bû cihê rêz û baweriya
xwandevanê hişmend.
Baş e, Selîm Berekat wek meseleya gayê pîr lê hatiye. Belê wêjevan û
ronakbîrên ku hêj têr ne xwandîn, ku hindek ji wan hêj av li bin
gunê wan ne geryayî, ku hindek ji wan hêj selt in û di buhara
ciwaniyê û lawîniyê de ne, gelo mehaneya wan çî ye ku bi zimanê
Erebî dihizrînin, dinivîsin û derdibirrin?
Ew kes bi hemd, ne bêhemd, xwe diçewsînin û kardariya dagêrkeran
hêsan dikin ji bo nemana çand û wêje û zimanê neteweyê.
Ew kes..
Nikûliya qonaxa zarokiya xwe dikin.
Nikûliya qonaxa sinêliya xwe dikin.
Nikûliya seqa, perwerde û hesûna rojane di malbatê de dikin.
Nikûliya bûyer û têkiliyên rojane di kolan û sikakan de dikin.
Nikûliya xewn û zatê xwe dikin.
Lê, çawa?
Qonaxa zarokiyê bo her kesekê, bi espayî, sîma û pêkhateyên destpêkê
bo cîhana kesayetiya wî dadimezrîne û wek bergeh li gel salgarê
peresendiyê dikin heya ku di akam de, bi nav û bûneweriyek wek
derencam, serederiyê li gel jiyanê û rûdanan dike.
Ew qonax pirr e ji hûrayiyan. Hûrayiyên rojane li gel hevsalan. Hemû
rengên jiyana zarokiyê bi kurdî bûn: têkilî, hesûn, peyvîn, hizr û
peyam û ya herî giring xewn bi kurdî bûn. Herwesa hezkirin, girr û
kîndarî, bêgunnehî, lêxistin, nazelînî, bêbehrî, tirs û giran û htd..
.
Pirsiyar: Kîjan nivîskar yan ronkabîrê ku niha bi zimanê serdest;
erebî, tirkî û farisî dinivîse û derdibirre, kîjan ji wan xewnên
zarokiya bi wan zimanan dîtine? Xewn ne tinê dîmen e. Belê, cih e,
zeman e, kes e, bûyer û ziman e.
Qonaxa zarokiyê wek sirge heya temenê 6 salî poxt kurdî ye vêca ew
qonax dikare bibe zemîneyek mukum ji bo derperrînek xurt. Herwesa
xewnên bi kurdî hatîn dîtin, heman xewn dikarin bi zimanê kurdî
bihên wergêrandin û herweha derbirrîn li ser encam bidin.
Nivîskar û ronakbîrê qenc dikare bi zimanê xwe xwandevanek qenc
peyda bike herweha xwandevanê qenc jî dikare bibe hokarek sereke ji
bo werara nivîskar yan ronakbîrî ku peyama xwe biragehîne belê
ragehandina wê peyamê zimanî dixwaze û ziman bi serê xwe alavê
peywendiyê ye di navbera nivîskar û xwandevanî de.
Nivîskarê ku bi erebî dinivîse û derdibirre, xwandevanê wî jî dê bi
erebî bixwîne û bihizrîne û pirsiyar û têbînî jî dê bi erebî bin
tenanet bersiv jî. Kewate ye ku nivîskar berpirsiyar e û eger
xemsarî di berpirsiyariyê de berdewam bibe wî çaxî dê xweristeyek
din bigire û lewaneye ku li zemanek din wek tawanekê li qelem bidin.
Nivîskarên ku peyama xwe bi erebî dinivîsin û bi heman zimanî
radigehînin, bi zehmet bigehin astê Selîm Berekatî di barê ziman û
rêzimanê erebî de ji ber ku S. Berekatî qonaxa werarê derbas kiriye
û berev qonaxa efrandin û dahênanê çûye.
Pirsiyar: Nexwe ji bo çî nivîskarên din bi zimanê biyanî dinivîsin û
radigehînin eger her kamneya nivîskariya wan negehe astê efrandinê?
Tinê di astê derbirrînê de ye û ew derbirrîn tevlî ku seqet in jî,
dîsan bi qonaxa zarokiyê û xewnên wê ve peywendîdar e.
Veguhaztin ji zimanê erebî berev zimanê kurdî ne asan e. Perosesek
zindî berdewam dixwaze belê li sereta hindek binema pêwîst in wek:
Helwîst, biryar, peyam, kamne ji nivîskariyê, avakirina kesayetiyê,
alavên derbirrînê, pêgirî bi yasayên sinc û rewştî û gelek din jî.
Mebesta min ji veguhaztinê ne ew e ku her nivîskarê ku bi erebî
dinivîse yêdî bi wî zimanî ne nivîse belê dest bi nivîsandinê bi
zimanê kurdî bike. Na helbet.
Ji ber ku ne herkes dikare û eger bikare jî hîngê pirsiyara astê
nivîskariyê û rasteqîniya wî wek nivîskar dihê kirin.
Hindek kes hewl didin bi kurdî binivîsin û niyaza wan ew e ku wek
nivîskarên kurd bihên naskirin belê, ji bîr dikin ku nivîsara wan
tinê axivtin e, tinê vegêran e bo bûyeran, tinê suhbetek e wek
suhbetên civatên gundiyan ku herkes dikare bike tenanet kesê
nexwendewar jî û li vir ez dê dîsan gotina C. Logaş li bîr bihînim:"
Ziman ( Nivîskarî) cuda ye ji axivtinê".
Ziman ne tinê form e yan elîfbê ye, ne tinê bi kar hanîna peyvan e,
ne tinê derbirrîn e çunkî C. Kirisîvayê, Nitşe û Haydîxer hemûyan ji
mêj de ew bîrdoz hurgumandin û danasînên nû bo pêkhateyên zimanî
peyda kirin.
Nivîskarî berî her tiştî azadî ye, rizgarî û serxwebûn e.
Pirsiyar: aya 90% ji nivîskarên ku bi erebî dinivîsin, ji aliyê hizr,
raman, felsefe, perwerde, derbirrîn û ragehandinê azad û serbixwe ne?
Eger heman pirsiyarê arastey Cak Dirîda bikin, mamostayê felsefeya
helweşandinê, dê bibêje: " Nexêr. Ji ber ku nivîskarî dijî hemû
awayên antolojî û lahotî ye, ji ber ku jî nivîskarî pêwîst nake li
pey armanc yan îdolojiyek taybet be heya ku sazî û rasteqîniya xwe
biçespîne.
Ka ez dîsan bivegerim serhildana 12yê Adarê û bandorên wê li ser
astê nivîskar û ronakbîrê kurd li başûrê rojavayê kurditanê:
Guman nîne ku bûyera serhildanê karêgeriyek erênî li hest û nestên
hevwelatiyan bi giştî
û yên nivîskar û ronakbîran de bi taybetî peyda kiriye belê ew
karêgerî ne tinê bi kurdan peywendîdar e belê renge bihindek netewe
û texên din jî ji Sûriyayê. Wate, karêgeriyek tevayî ye û ne tinê
Kurdî ye û ev e bêhtir nêzîkî aliyê ramyarî û sosyolojî ye, ne aliyê
sincî û akarî, ne aliyê zanist û perwerdeyî, ne aliyê felsefî û
ramanî. Ango, ji bilî aliyê ramyarî û sosyolojî wekî din bandora
erênî nekiriye û ev mezintirîn tirajîdî ye bo buhadarî û têgehê
serhildanan.
Hokarek din serekî heye hejî ye ku ez li xwe bizivirim û awiriyekê
têwerbikim û ew jî:Dabirrîn e.
Dabirrîna civakê nivîskar û ronakbîrên kurd ji hevdû, hem li hemû
parçeyên dagêrkirî û hem jî li henderan, bûye sedem ji bo xilmaşiyek
mezin ku pirraniya nivîskar û ronakbîran dikevin tê de.
Xwandin nîne û eger hebe jî bi êkcarî kêm e mixabin. Xwandin zagehê
efrandinê ye û kêmbûna efrandinê diselmîne ku xwandin kêm e. Sinorên
axê derizîn, herifîn, belê sinorên aşobî û derûnî hêj bilind û
qalind in.
Heya niha gelekiya nivîskarên kurd bi taybet li bakûr û rojavayê
welatî hêj di gejengeya rêzimanî de li hûrayiyên pêkhîner digerin.
Hêj tevliheviyê di navbera ranawê ( bernavê) Mê û Nêr de peyda dikin
û li demê arastekirina têbînî yan rexneyan dibêjin: Devoka me ye! Li
aliyê me weha dibêjin! Hêj zimanek lihevhatî nîne! Bi erebî jî weha
ye! Yan dê – Uzra ji qephetê mezinir - bi kar bihînin demê ku
dibêjin: Mîr Celadet weha gotiye!
Ma çunkî Mîr Celadetî gotiye: ( Tê ) Yan ( Nayê) mînak: sebrê min tê.
Qîma min nayê.
Ma
çunkî weha gotiye ma raste?
Tê
ji kur hatiye ? Jêderê gotinê çî ye ?
99%
ji nivîskarên bakûr û rojavayê tê û nayê bi kar dihînin û i bîr
dikin ku ew poxt devokî ye. Di axivtina devokî de ew rewa ye û ebwer
dikim li seranser kurdistnê bi kar dihînin belê di barê wêje, çand,
ragehandin û rojnamegeriyê de ev kêmasiyek mezin e.
Jêderê peyvê hatin e û ya rast ew e ku bibêjin dihê, bihê, hat.
Dibêjin : berhem tê ! Berhem bê yn no? Gelo ev çi darijtin û çi yasa
û çi ferheng e ?
Ne
tinê ev belê ev tinê mînakek biçûk bû.
Mînakek din ji – gotara - Keça Kurd, ez dê hewl bidim bi rengê sor
hindek çewtiyên rêzimanî dest diyar bikim ( Hêvîdar im ku ( ne sînga
wê) belê sîngê wê berfireh be. Ew di - gotara - xwe de dibêje:
|
((Ez vê çîrokê Ji bo
wan kesên ku, zarokîya
xwe di kongeha Mêrdînê de derbas
kirine, pêskês dikim.
Xwendegeha
Kongehê, li payîza
dereng, ji ber û herî
hati bû avakirin. Û ji
ber vê derengiyê germa zikê havînê ne dabû dîwar û binê
jorî, da ji silahiyê ziwa bibe. Dîwar bi axa sipî
dûtibûn, lê ew ji hêwatî li ser nîv mitrê ji binê xwe ve
res bû bû û bihna efnikê
ji erdê û ji dîwaran difûrî.
Kursiyên xwendegehê
kevne-nû bûn, di
ronahi-yê de diteyisîn.
Lê bihna hinavê wan tenekeyan
hati bû guhertin û genî
bû bû.Vêce çi dema
ku dergehê jorî bi hêza bayê
divebû, sirekê xwe pelû
nav hundur dikir, hilma efnikê û bihna zikê teneke
kursiyan; bihna rûn, ya gaz û
mazo-tê tevlihev dibû. Ji nivzî ve bilind dibû û
paşê di pozê
şagirtan ve hildikişa
ser mejî. Li destpêkê serê mamoste
û yê şagirtan ji ber wê
bihnê diêşa, lê hino hino lêrahatin û fêrî wê bihnê jî
bûn, her wekî ji neçarî fêrî gelek tiştan bûbûn.)) |
Eger
min Keça Kurd hêja nedîtiba helbet min ev rexne jî pêşkêşî wê
nedikir, tinê bo zanîn.
Li
vir pirsiyarek rêkê li nivîskaran digire:
Erê
hûn çi dinivîsin? Ji bo kê dinivîsin? Ji bo çî dinivîsin? Bi
zimanekê ku jê re dibêjin zimanê Kurdî dinivîsin yan bi devokên
herêmî dinivîsin ?
Derbarey devokê, xem nake, herkes û her nivîskar yan ronakbîr mafê
wî – wê heye ku bi kar bihîne nemaze ji bo dewlemendkirina berhemê
wêjeyî û çandî belê eger ew nivîskar yan ronakbîr bibe dîlê devoka
xwe û tuxûbên xeyalgeha wî tuxûbên wê devokê derbas nekin wî çaxî
dîsan tirajîdî ye belê tirajîdiyek hejî tinaze.
Pirr
qenc e ku nivîskarê kurd ( bo nimûne) 3 gotaran bi zimanek serdest (
zimanê erebî wek mînak) binivîse û naverok, peyam, rêziman, zimanê
vehandinê û zimanê derbirrînê, ferheng, teknîk û huner tev bi
erebiyek xurt be ku rêzê li ast û hişmendiya xwandevanê ereb bigre,
belê eger ku di heman demî de bikare 3 gotaran bi zimanê xwe, zimanê
welat, dayik, heval, yar, jiyan û mirina xwe, zimanê kurdî binivîse
belê bi merc ku bi heman astî xwe pêşkêşî xwandevanê kurd bike û
naverok, peyam, rêziman, zimanê vehandinê, zimanê derbirrînê,
ferheng, teknîk û hunerê tevan li ber çav werbigire.
Ma nivîskarek wesa heye?
Li dawiyê ez dixwazim li bîra wan bihînim ku:
Efrandin perosesek zindî û berdewam e û rêya wê dûr û dirêj e.
Efrandin e rahatin e û encama ezmûn, mandîbûn, xwandin û lêkolînê
ye. Efrandin qonax e belê ne qonaxa destpêkê.
Ez di wê baweriyê de me ku ferhenga kurdî têra çand û wêjeyê
dewlemend e belê eger nivîskar wê nizane ew ne gunneha ferhengê yan
zimanî ye, enceq gunneha wî bi xwe ye ji ber ku renge xwandevanek
nebaş be çunkî nivîskarê baş pêwîst e ku xwandevaneke baş be jî.
Ez hêvîdar im ( Herçende ne geşbînim jî ) ku nivîskar li xwe mukur
werin û bo yek hûrdemî birûnin cihê xwandevanî û têkistên xwe
bixwînin.
|