| |

Ebdulbaqî Huseynî
Pêşgotin..
Ne razîbûna rêcîma Sûrî ji rewşa ku li Iraqê bi tevayî cêbibû, wekû:
herifandina Bexdê, tunekirina Baath, dawiya Seddam, hebûna leq û
leşkerên (Hevbendiya cîhanî التحالف الدولي) leşkerên USA û
Birîtaniyan li herêmê..
Herwekî nerazîbûn rêjîmê ji rewşa Kurdan a siyasî, firehbûna herêma
kurdî ji sê barêzgehan ( Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê) ta pênc
parêzgehan ( Mîsil û Kerkûk) û çend deverên dîtir li hawrîdora wan..
Destdanîna kurdan li ser herêma xweyî taybet (Kurdistana Iraqê), û
herwiha beşdarbûna kurdan di avakirina fermendariya (hikûmeta) Iraqê
a nû de.
Li dawî emzekirina (yasa welat a katî قانون الدولة المؤقت ), û
bidestxistina kurdan Fedralizim. Ev bûyerên mezin di herêmê de,
reaksyonek mezin li himber derket:
- Daxuyaniya Beşar AlAsed ( Serokê Sûrî) bo kenala CNN a turkan, û
danîna “Xeta Sor” bo afrandina dewletek Kurdî.
- Daxuyaniya wî ya vê dawiyê bo kenala Cizîrê, ku çawa naxwaze “
Qanûna dewlata Iraqê a Katî” li komcivîna ereban de bê giftogokirin.
Û herweha çawa şerê wan teroran li Iraqê dipijirîne.
Dêmek rêjîma Sûrî tu xêrê ne ji Iraqê û ne ji kurdan re naxwaze..
Sedem çiye gelo ?. Gelo tirsa vê rêjîmê ji mana leşkerên Emrîkî li
herêmêye ?. Ji ber di texmîna wan de nehedanekê dixe Rojhilata Navîn
û bingeha wanî herdemîn tehdîd dike û dihejîne. Û kurdan har û gur
dike.
Rêjîma Sûrî di van salên dawî de ji Kurdên Sûrî nerazîbû, û sedama
nerazîbûnê ew çend çalakiyên ku li ser xaka Sûrîyê hatibû kirin wek:
1- xwepêşandana kurdan di roja mafên mirovan da sala 2002 li pêşiya
Perlemana Sûrî , û her wekî encama wê girtina herdû berêzan bû,
Hesen Salih û Merwan Osman (Helbestvan Royarê Amedî ) bû.
2- xwepêşandana Zarokan li pêşiya Yûnisêf 2003 (اليونيسف), û bi
ancama girtina heft mirovên kurd bû.
3- xwepêşanda kurdan digel çend hêzên rikvanên(opposisyonên) erban
li Şamê pêşberî Perlemana Sûrî di 08.03.2004 de roja bîranîna hatina
Partiya Ba’as ser hikum, û doza wan xwepêşvanan bo rakirina (Rewşa
Awarte حالة الطوارئ ) li tevayiya Sûrî.
4- rabûna çend avoqatên kurd di rûyê Parêzgehvanê Hisîca ( Selîm
Kebûl) û skretêrê Partiya Baath, leqê Hisîçe ( Newaf AlElî) de.. û
doza mafin kurdî ji wan hate kirin..
5- Keftelefta kurdan li ewropa, beyanên wan, danheva imzekirinan ser
internêtê bo piştevaniya wan kesên di zindanên rêjîma Sûrî de , doza
azadkirina welatiyên Sûrî, doza xwerastkirinê( الاصلاح )û anîna
dîmoqrasiyê ..t.d
Ev xalane bi tevayî hiştin ku rêjîma Ba’asî li Sûriyê bi şêweyên
teroristî birame û çi ji dest wê derkeve bike.. rabû kesên terorîst
şandin Iraqê (li vir ez dixwazim tiştekî berbiçav bikim, ku seriyek
Sûrî ( مسلسل سوري ) di telvizyonê de hate belavkirin, dide xuyanî ku
yekî oldar bi navê „Ebdo“ çû Iraqê piştî herfandina rêjîma Sedam û
xwe da teqandin û kuştin).
Eve çespandineke ku destê sûrî di gelek karên teroristî di Iraqê de
hene, û ne dûre ku destên wê û yên Basiyên Iranê di „karesata Hewlêr“
de jî hebe. Ji ber wê demê hate diyarkirin ku kesên xwe teqandibûn
mîna wan kesê ku li Israîl tên teqandin , û mirov dizane bê kî
piştevaniya wan kesan di Hemas (حماس ) û Cîhad( جهاد) de dike..!
Rêjîma Sûrî xwest di wê demê de bi karekî hovane dijî kurdên Sûrîyê
rabe, çimkî di baweriya wê de ew kesin bêcirin ji alîyekî ve û ji
alîyekî dî ve xeleka herî lawaze di rikvaniya (opposisyona) Sûrî de
, xwest bi çavsoriya ku wê berde ser kurdan, opposisyona erebî
perwerde bike.
Lê wekû dibêjin „ Hisabê Sûkê û malê lihev derneketin“.
Digel ku rêjîma Sûrî bi wî karê xweyî hovane li Stadyoma (
ملعبwerzeşgeha) Qamişlo rabû, û ew karesta di lîstikeke gogê de ku
di navbera tîmekê (team) ereban bi navê (Fitûwê) û tîma kurdan (AlCîhad)
de, li Qamişlo pêkhatibû , ewê nedizanî ku dem hatiye guherîn, ji
wan weye ku wê kurd di cî de herin li malê xwe, xwe veşêrin.. ewan
nedizanî ku zordestiya wan pir dirêj bûye û hew gel kare vê
sitemkariyê bikşîne. Gel hilpirya, pût û peyker şikenandin û
siloganên ku ji dehê salan di dilên wan debû gotin, ala ku dibin
siya wê de zor û setem xwaribû çirandin, û ev cegerî giha hemî
herêmên Kurdan. Ewan nedizanî ku hestek cem Kurdan hatiye peydakirin
ku hew dikare deyaxê bikşîne, ji ber kurd di warekî nemirovane
hatiye xwedîkirin.
Hest û serbilindayiya Kurdan di vê çarçewê de, ji van xalan dihat:
1- Zordariya dîrokî ku li mafê kurdan hate kirin ( Kişandina nifûsên
wan, erebkirina (التعريب)xaka wan, nedana mafên wînî netewî ji ziman,
kultur û serdestiye)..
2- Rewşa Aborî ku Sûriya bi tevayî têde derbas dibe.. hin statîk
dibêjin ku bêtirî 60% ji xelkên Sûrî dibin xeta belengaziyê de( تحت
خط الفقر) jiyan dibin.
3- Rewşa Sûriya bi tevayî û nepêkanîna xwerastkirina hundir, û
tunekirina „buhara Şamê“.
4- Hatina Emrîka li herêmê, û bawerkirina kurdan ku çi livandinek
gelêrî li Sûriyê çêbibe, û roja didwan Emrika derbasî Sûrî bibe..
5- Baweriya kurdan bi opposisyonên ereb ve, ku ew jî amedene ku li
dij rêjîma xwe rabin, lê mixabin tu kes ji wan neliviya û hemiyan
serên xwe xistin di bin qûmê de û paş xwe li bakirin.
6- kêfxweşiya kurdan bi serkeftina kurdên Başûrê Kurdistanê ve, û
rola wan di herfandina Saddam de, û dostaniya wan digel hêzên
hevbendiyê re, û bi taybetî emêrkanî.
Bi vî rengî serhildan Qamişlo şeş rojan berdewam kir, lê dawî rêjîmê
li xwe haybû û ji wê bêhişiyê veciniqî ku, tuçarî wê texmîn nedikir
ku Kurdên Sûriyê bi vî rengî dijberiya wan rabin..
Rabû hêzên xweyî ewlekariyê û leşkerên xwe şandin herêmê,.. da ku
hêza gelê kurd bişkîne, û serhildanê biçewsîne..û navê kurd neyne
ser ziman.
Rewşa Kurd û Rêjîmê di Encamên van bûyeran de ..
Helwesta tevgera kurdî di vê kefteleftê de:
1) pêkanîna meşa mezin bo veşartina cendekên şehîdan, û hildana alên
kurdî û dirûşma çareserkina kêşa kurdî..
2) alikariya serhildanê di destpêkê de, behetîbûna wê ji canfîdayiya
gel.. û derketina serhildanê ji dest e..
3) xweavêtina himbêza hêzên awlekariyê, erzankirina hilperînê ( çend
hêz)
4) deranîn û belavkirina çend beyanan..
5) nepêkanîna komîtên birêvebirya bûyerên rojane..
6) qutkirina danûstandinê dinavber xwe û gel de..
7) daxuyaniyê wanî sist ser kenalên telefizyonan..
8) nebersivdana şofînyên ereban..
Helwesta nivîskaran û rewşenbîran:
ew jî bûn sê beş, ku ew jî evin :
1- beşek sar, tirsonek çi li hiderê welat ,çi li derve, û ewê di
dema aşîtiyê de xwe dikin „ bavê kêşa kurdî “ û sed rexnên xwe li
hemî jiyana kurdî dikin, li vir ez dipirsim ; kanîn ew „tîkoşer“?.
2- Beşek kêsbaz an jî du rû, ji bo ku ji dawetê bêpar nemînin, navên
xwe avêtin nav çend beyanan, û karin pîskûtkî kirin, di dema ku ji
wan dihate xwestin ku hinera pênûsa xwe bidin xuyanî.
3- beşek welatparêz û dilsoz ku di her demê de bi çalakiyan re bûn û
penûsa xwe di her hawî de dixistin xizmeta netewa xwe, bersiva wan
pêxwasan didan , li himber wan kesên ku dixwestin kurdan biêşînin
radiwestiyan, li vir ezê navê du kesan bêjim ji bo karên wanî pîroz,
yek: Ibrahîm AlYûsif, dido: Ibrahîm Mehmûd.
Helwesta Kurdên perçên Kurdistanê û Ewropa..
* derketina kurdan li Istenbulê, û piştevaniya serhildana Qamişlo
digel ku zor ji destên cendirman xwarin..
* derketina şagirtinê zankoyan li Hewlêr û Silymaniyê..
* Doza perlmanterên kurd li Iranê ji rêjima Sûrî ku bes zorê li
kurdan bike û mafên wanî netewî bide wan....
* daxwaza neteweparêz Mesûd Berzanî ji USA ku rêjima Sûrî agahdar
bike bo rawestandina zora xwe dijî kurdan..
* doza serok Ebdula Ocelan ji hikûmeta Sûrî ku mafê kurdan bê dan..
* xwepêşandanên kurdan li hemî paytextên ewropî..Birûksilê, Oslo,
Stockholm, Berlin, Siwêsra, Mosko; ...
* Rola malperên kurdî bi tevayî û bi taybet Qamişlo, efrîn, amudê ,
û herwiha tîrêj û avestakurd..
* Rola koçkên Paltokê, bi taybet (Koçka 12 Avdarê serhildana Qamişlo).
* Rola telfizyonên kurdî , û bi taybetî (Roj TV) û paşre Kurdistan û
Kurdsat..
* calakiya dawî li Almaniya ( Drêsdên û Berlîn)
* Avakirina hikûmetek kurdî li aksîlê ( Li dervî welat),( Pirojiya
Cewad Mele)
* Medya cihanî ku piştevaniya mafê kurdan kir..
Helwesta Hikûmetê, Rêjîma Sûrî:
Bo vegerîna heybeta xwe, û parastina ava rûwê xwe,“ berxwedan“ di
ber wan simbolên xwyî herifî de kir.. rabû dest bi şêweyê asayişî (الأسلوب
الأمني)kir, dûrî rewşa ku cîhan têde dijî, ji wê weye ku ev rêçik
bes dikare gel rawestine..
Wê xwest ku çavsoriyê û tirsê şanî Kurdan bike, û çi kesê ereb ku di
opposisyonê de ye , wî bi şêweyê xwe perwerde bike..
Ew rewş me vegerand dema şêstîyan û hefteyan ji cerxê bîstan de a
cûyî..
Serancam..
- Daxuyaniya wezîrê parastina Sûrî Itlas ku wê serokê Sûriyê 30
hezar kesên bê nasname bike wetendaş ( hemwelatiyê Sûriyê)..
- Dibêjin ku ji kurdan hatiye xwestin xwe amede bikin bo vekirina
dibistanên kurdî sala 2005, bo fêrbûna zimanê kurdî.
- Lê encama herî mezin ku kurdan bidest xist ew bû.. Gotina „kurd“ û
çespandina kurdan ji devê wan şofînestan kişand, ewên ku bi dehê
salan nedixwestin gotina „Kurd“ li ser zimanê xwe ve bînin..
Bûyera 12 Avdarê bo kurd û tevgera wî bû xalek dîrokî di jiyan û
pêşerojên wî de..
Di Pêşerojê de..
Sûdegirtin ji vê serpehatiya mezin , ji vê serbora mêjûyî..
- Bo mirovê kurd gereke ji wê tirsa berê derkeve, gotina xwe bi
serbestî di civaka sûrî de bêje, ji ber vê bûyerê da xuyanî ku
mirovê kurd ew nekêmî mirovê erebe, di pêkanîna jiyaneke nû bo hemî
Sûriya yê, …û dîroka veşartî a vî gelî hate ronîkirin,,
- Ji mirovê kurd tê xwestin ku xwe derbaske hemî warên jiyana Sûrî,
ji mafê wîye ku bibe wezîr, bibe serbazekî mezin, bibe diplomasî..
- Ji xwe tevgera me, gelek kar û bar li pêş wê hene.., ji ber
serhildana 12 Avdarê bejn û kurtbûna wan partiyan diyar kir..
sûdegirtina ji vê serborê bêguman gereke ji hemî siyastemedaran ku
ji nûve li xwe hişyar bibin û bi rengekî zanestî li pêşerojê
meyzekin..
Ji wan tê xwestin ku tevgera kurdî bi ser hev de bînin.. karê hevbeş
bi hev re bikin, ji karê hev re pistevanbin,.. dijberî ji nav xwe
rakin..
Nêzîkî gelê xwe bikin, ji gelê xwe sûde bigrin û hêza wî di rojê
teng de nas bikin....
Endemên xwe perwerde bikin, da ku ji bûyerekê wiha di pêşerojê de
amedebin..
Amedekirina komîteyan di her partiyek de bo karin taybet,
bidestxistina pisporîyê bo endamên xwe..
amedekirina kadêrên xwe..
Avakirina partiyên xwe ji nûve.. pêşxistina malperên xwe yên
internêtê. danûstandineke nûjen bi bûyeran re (خطاب جديد للحركة),..
Analaysiskirina ( şerovekirina ) siyaseta xwe li hember êrîşa dujmin..
Amadekirina nivîskarên xwe.. mixabin ku yekî nivîskar di vê
serhildanê de pênûsa xwe bikar nanî ji bilî çend gotarên berêz Selah
Bedridîn.
Li welat tê gotin, ku partiyên me ji amedekirina komîtên aborî (perên
ku ji derve çûne welat) wek pirûskê amedene, lê ji komîteke
ragehandinê, ew her dem li paşin û dawî pêk nayê..
Pêşinyara minî dawî bo hemî kurdan çi gel, çi rewşenbîr û tevgera
kurdî, ku her 12 avdarê ji her salî bibe roja xefkjimêra kar û barên
xweyî sala çûyî, bê ka çi derbarî netewa xwe de karkirine..
Li dawî ezê gotina nivîskar ” Jonasan Randil ” a ku di pirtûka xwe
de a bi navê ” Miletek di perçebûnê de” diyar bikim, ew dibêje: ”
Tiştên ku Kurd di şer û cengan de bi destdixînin, di rûniştinên xwe
yên li ber masên danûstendinê didin der”.
Ez hêvîdarim ku serhildana 12 Avdarê bi erzanî, beravêtî nebe.
Ev gotar di meha çaran de 2004, li
ser Paltokê ( Koçka 12 Avdarê serhildana Qamişlo) hate giftogokirin.
|
|
|