Kurdi
  Arabic
 English
  Swedish
 Hevgirtin 

 

HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN
 ROJAVA LI DERVE
  

              

 

 

 

 

 

 

   


Zarokên êgir

       
 





Axîn welat

Destpêka şevên sermê bû, şehrezad li ber neynika sertackirî, xemla xwe girêdida, û şehreyar di xewnerojan de perperîkan ji navdestên xwe difirîne.
Mîrê hezar şevan,”şehreyar”, ferman da ku bi çîrokbêja xwe ya cadûbaz re, here çend çîrokên efsanewî, ji xaka kurdan jî biçinin...
rê bi kulîlkên rengareng, dirêj û kin dibûn, li şaneşîna melik Orkêş, barê xwe danîn, tasika avê di zelalbûna kaniyekê de hîştin, ‏û rê berdewam in.
ketin sînorê Amûdê, bayekî hênik ew rapêçan û di eywana melik Orkêş de danîn.
***
hersê li ser textekî hesinî, bilind û bi rengê şewateke bi rê de, rûniştin û şehrezad, ket nava nermahiyha gotinan, xewê da ser çavên şehreyar, çêza genimê seridî, ji çîrokên şehrezad û melik Orkêş, êdî zora hezar şevên westandinê dibir.
Şerezad, şehreyar, û Orkêş, dema destarê şoreşa Cezayêr, zarokên di nav pêçekan de dida ber xwe, dûmanekî reş ew rapêçabûn û êgir êdî dest bi şewatan dikir, dengvedana birîneke nêzîk guhên wan girtibû, û li Amûdê jî, bêhna şewatê, êdî bêvla zarokan girtibû, û hêdî hêdî bêhinçikyayî ji lîstikên xwe birê diketin.
mamosteyên dibistanan, dibînin ku zarok livgiran û melûl, gotinan dişopînin.
li hev civiyan, xwestin sistbûna wan çareser bikin, piştî çend kêran, biryara pêşkêşkirina fîlîmekê dan. hem bêhna zarokan pê fireh bibe, hem pereyên qutkirina bilêtan ji bo zarokên şoreşa Cezayêr birêkin, yanî tu çawa wê biryarê bixûnê, bi welatparêziyê dagirtiye.
rêzên zarokan ber bi Sînemayê de ajotin, bêhna şewateke ne diyar ji seranserî Amûdê dihat, û bêhna dayîkan jî êdî teng dibû.
Zarok tev bi siloganên welatparêziyê, û mezinkirina şoreşa Cezayêr, yek bi yek derbasî holê bûn.
Şehrezada çîrokbêj berî wan di piş perdeya pêşkêşkirinê de xwe ji çîrokeke kizirî re amade dikir, û hêstirine qizêzî dibarandin.
perde vebû, bêhna agirdanê hinekî ji kursiyan dihat, çireyên holê hatin vemirandin, hemû derî bi lez û hêz hatin girtin, bêhna şewatê bêttir dibû, dûman ji bin lingan difûriya, silogan geh dihatin hildan, geh bin pê dibûn, Fîlimê dest pêkir, û şewata reş.
***
nifşek zarok hatin birajtin, û yên ku alava agirê şoreşa Erebî ew nedan ber xwe, devê bîreke kûr, jê re vekiribû.
kilîtên holê di navdestên gunehkar, û siloganan de wenda bûn, û mamosteyên dibistanê bûn ba.
Fîlim, şewat, û şoreş berdewam bûn, bêhna zarokên birajtî, da ser dûmanê reş, yê şoreşa Cezayêr, zarokên wan li wir digotin: yadê goştê birajtî çi xweş e?
dilê jinên avis, yên şoreşê, dibijiya birajtina goşt, û dilê dayîkên Amûdê dibijiya ax û êgir.
***
piştî 25 şewatan, destê Hawwarî Bomediyen, dirêjî kilîteke Ecemî dibe, şoreşa Cezayêr ya duh, derî û pencereyan li şoreşa kurdan digre, dergehekê bi lez û hêz li melle Berzanî digre…û şoreş dibe ariyeke sar.
gelo wî çîroka zarokên êgir ne bihîstibû?
***
her sal, destpêka bahîna sermê, şehrezad weke babelîskeke ji êgir li bajarê Amûdê radibe, çîroka zarokên êgir ji toz û arî û kevirên taxan re dirêse, her sal ji pûtê êgir diveje, dayîkên êşê bi tenê nahêla, û dîsa di bêhna şewatan de wenda dibe.
12 ê Adara îsal, Şehrezada çîrokbêj berê xwe da gelek bajarên rojavayê kurdistanê, ne di dema xwe ya salane de, ax ji ser xwe da hêla şewateke din, bêhneke din, û şoreşeke din.
***
li hemû bajarên kurdan geriya, di hemû taxan de çîrokên agirê berdewam, ji dar û bayê Adarê re gotin, reşgirêdana meha pîroz, li xwe pêçabû, derbasî her malekê bû, û dîsa bêhna şewatekê, her ku nêzîk dibû, reştir di ezmanê şîn de, weke kundekî basklêdana xwe bi leztir dikir...
16 Adarê, raweastandina bêhnvedanekê ji bo şewata zarokên Helepçe, bû serhildana zarokên rojavayê Kurdistanê.
di kolaneke taxa Eşrefiyê de li Helebê, Şehrezad pêrgî min hat, bêhna şewatan ji birînên Qamişlo, Serê kaniyê, Amûdê, Efrîn û Kobaniyê difûriye..
dema Şehrezad destê xwe da min, ji wê jî dûmanekî sorerengî radibû, ez bi alî xwe de birim, bi hezkirin li min nerî, bi keserkêşanekê ji min pirsî: gelo qet çavên te li Şehreyar neketin?
***
bi pirsa wê re dengê şehîdê bîranîna Helepçe, yê yekemîn li kolanekê ji taxa Eşrefiyê, bi serkeftina Kurdistanê bilind dibû, dengê wî gîha Orkêş, gîha Nebî Horî, û gîha Helepçe, “Arî Welo”, şehîd ket, her destekî wî kevirek tê de, û çavên wî li zarokên taxê ne, bi xûna şehîdên Qamişlokê sûnd xwaribû, ew ket lê her du çavên wî vekirî ne.
ne Arî tenê xwe da şewatan, gelek şehîdên din, li Eşrefiyê, Efrînê, û her weha bajarên din jî, deng û xûna xwe dan serhildaneke hêrsdayî, û şehîdên Qamişlokê, yên ku hîn xûna wan zuha nebûye.
***
vê odê kilîtkirî, ji zarokên min re bihêle yadê,
nehêle kes destên xwe bide giyanê min yê şîn, di şûşeya diwêtê de.
wiha got û bû gurzek gulên ku wê di mêvandariya şewatan de bilerize.
bi lehiya ji çavên wê diherike, giyanê wî û hemû darên di hewşa mezin de, dişo.. gelo dar di hewşê de hene?.
***
ezê doşeka te bi perîkên xwe dagirim, û balîfa te jî bi dilsojiyê, ezê can û hemû tiliyên xwe ji te re vêxim, cîh û war fireh in kurê min, têra êlek zarokên te û birayên te dike, dilê min bi bendewariyê meşkîne, lawê min..
dayîkeke din li wî alî gazin dikirin, lê lawê wê jî, bû çireyeke qet venamre.
peydaxin di xûna wî de,
destên ji barana kesk,û barfa sor re vekirî,
di qurnefilên newroza xûnê de bilind dibin.
kulîlk di hûriyên te de naçelmisin,
û heskirin di canê me de.
***
li min bibûre yadê, ezê desmala hêstirên te yên xûnî bihev dim,
ezê birînan bikewînim, û dilê xwe ji basklêdana kevokan re vekim...
gewriya xwe bi hemû aliyan de berde yadê,
heyranokên xwe bilind bike, û îske îskan ji sîngê min hilîne.
ji bahîna min ya hênik re,
pencereyê vekirî bihêle yadê…
ji qêrîna yekemîn,
û xatirxwestina dawî re,
deriyan veke…
ji daborîna bav û kalên min re,
ji refên çivîkan re,
sîngê xwe ji hilatina newroza sîdar re veke.
emê gelek şemal, îro vêxin,
şahînet wê bêttir bi xem be,
û birîn kûrtir bin yadê.

 

 

 

 

   

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 



 
 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005