Kurdi
  Arabic
 English
  Swedish
 Hevgirtin 

 

HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN
 ROJAVA LI DERVE
  

              

 

 

 

 

 

 

   

Qamişlo te çi dîtî
 

       
 


 



Dildarê Aştî

 

 



Bi çi gulê,

Pîroz bikim cejnza te.

Bi çi dilî,

Himbêz bikim bejna te.

Îro xanim,

Tu bûka newrozê yî.....

Li dor te kêferate,

Şîhîniya dozê ye...

Birîna min bişkiviye,

Derxikên te dane der,

Îro xanim sera ser,

Xêlê bi halan û qîrîn,

Tiştê ji hawîr di firin,

Ne çivîkin,

Pîj û gule û tîrin.

Îroxanim,

Tu bûka newrozê ye.

Li dor te kêferate

Şîhîniya dozê ye...

Ji bûkên şewata rêweng

Ber bi baxên dozê de

Tenê mabû

Te jî hûçkên xwe bi xwînê rengîn kirin

Kirine al.

Xeftanê te li ba dibe

Bi kanî û sira ba re dibî heval

Û li nav bexçê êşa min

Bi gerze û goşiyan re

Xweşxewanan xwe dikşîne

Hawe delal....

Ha wer dela...l...

Evîndar bûm ji mêjve

Ji dema ku xunceyan

Sirûda baranê xwendin

Ji dema ku şebnemê

Rondika min

Li ser dêma te jibîrkir

Û hîna tu piçûk bû

Hîna nû peyv

Li dor te di bişkivîn

Û nû henge

Li kulîlkên arezûyê di hingivîn

Min di xwest

Li bin dara şenge biyê

Li şêjina te rûnim

Raserî kanya miradan

Birînên xwe vepûnim

Ji bêhna pûng û rîhanê

Helbestekê bi hûnim

Lê min di got

Belkî tenê arezû....

Hîna zûye...

Hîna raman têz nebûne

Tilî bihêz nebûne...

Û wisa di gelcê de

Min bêdengî di bijart

Di nav di ruşmên kedî de

Mebseta xwe diveşart

Heta ku qêrîna te hiçenandim

Li zaxor û navbiran di gerandim

Gund û bajarokên min

Li serxet û binxetan raprandin

Bend û sînor di bûrandin

Bi halanî

Navê te di hecandin

Qamişlo te çi dîtî.....?!

Te çi bîna.... ?!

Ev toza ji wê ve tê

Ne pezê koçeraye hatiye çêrê

Ne kerwanê peyê ber pirsiyaraye

Girtiye rê

Ne refên qijakane

Danîne li wê derê

Belkî

Cemawerê navtêdana tîmên werzeşiyêne

Lê ji dirv û simbolên wan xuyane

Biyanin...

Ne mizgîna xweşiyê ne

Belkî...

Bazirganên xwînê ne

Belkî...

Zayîndê kerd û kînê ne

Lewra...

Bi min re nayên dîlanê

Li ber saza vê stiranê

Dêrazorê piçûke

Hine l,dest û neynûkê

Par keç,bû îsal bûkê

Lêlê....lêlê....

Ling li celdan di hejin

Û celde ditertilin

Şax û bejin di xiln

Dest pir dibin

Û dêm têne guhertin

Zigurdan di hilçenîn

Di bezin...

Dînemêr xwe çeng dikin

Ziman bi qozik û gezin

Di bezin

Endîşeyan di revînin

Arîşenan di vejînin

Ji kişwara bobelatê

Derketine kêferate

Xem û xewnên xwe dêrane

Kevirê ber dil hêrane

Qamişlo te çi dîtî....?!

Te çi bîna....?!

Li alîkî...

Li berpalan...

Top û teng amadene

Li alyê dî

Li gastînan...

Şilfên kêrên sêwlekan

Li tîrêjên roka sibê di çirisin

Terîş û al

Silogan û lîlandina zeriyan

Û pizrûkên xwêdana ku bûne xunav

Sîwanek ji qozeqerê vedigrin

Di ser gewdê bajarê êşkince re

Çem li celdê di herike

Dibe...lehî...radibe

Gelêşeya kalanan li ber xwe dibe

Qamişlo te çi dîtî

Te çi bîna

Şêl ûbêl û halane

Ha wa hatin

Wek cirîdvanê berbûkan

Bi lewz û hoqboq û hayhay

Ha wa hatin

Bû xurîna "reşaşan"

Termên xortan

Weke şitlên rîhanê li bala rê

Li evîna xew lê çûyî mikurtên

Li risîna veşartî

Ha wa hatin

Wek siwarên dagîrkerên cengên berê

Guhan û goşî û leman

Didin bin pê û siman

Ha wa hatin

Nijindarê kujtarêne

Bobelatê pîroz dikin.

Rê û duryan

Bi çete û rêbiran siksikîne

Zikreşên kulibîne

Li ser bêhna xwîna min kewijîne

Dîsa mîna demên berê

Kurtêl xwerên li nav êlan

Dawdêlan diçikçikînin

Li sînorên gundên xwe de

Li goşeyên tarên ew lê

Li dor mal û mewdanê min

Qulûz qulûz...di qelizin

Didizin....

Qamişlo te çi dîtî...!?

Te çi bîna.....!?

Piştî xurîn û teqînê

Sawîr hişyar dikirin

Mizgîn tarûmar kirin

Pêwist bû kevok bifirin

Lê min bihîst

Di nav pencên qertelande di mirin

Min dî pisîkên mûdî

Ji nav merxên kujtarê

Nêçîra xwe dibirin

Dûra...dûra...

Pirça xwe di dalastin

Sinbêlên xwe badidan

Bê xem û guman

Min dî reşin di reşê de dibûrîn

Çend soz ji xwe re dizîbûn

Û şalikên mûsilî

Ne hinkûfî laşên wanî çarqorzîbûn

Ala welat

Li bejna wan ne dihat

Girêza wan

Bi girara pêjan dî re di bû

Hewdel

Li ber rivîna şewatê

Bûne çalak û degel

Hemî gewşek û gendel

Qamişlo te çi dîtî...?!

Te çi bîna...?!

Lehiya çilê vê salê

Nameya kêferatê bû

Min zanîbû bixwenda

Germa sibat û adarê

"Mizgîna" bobelatê bû

min zanî bû vexwenda...

lê bê xatir

bê oxir

bê pîlan û bê rêber

me rêwengî di bijart

me dilpakiya xwe dispart

mehderiya bedkaran...

belkî me bawer ne dikir

şevlêgerên

ku bi rewrewkêre bazaran dikin

wisa kîn pengihandine

"kepûlk me pûlk"

dinav qolincên me de çikilandine

kujtar bo me pilandine...

çendî caran min gotibû

tu bazên xwe di mijê de ne berde

kevoka xwe

di ezmanê biyan de ne firîne

nameya te nagihîne..

zozan li deştê dîq dike

heçheçîkan...

bihar anîne kabokê

û legleg xapandine

heyva me hate girtin

û dûvsitêr ne hatin xwar

perwaneya xwe sotandin

û çi mizgîn nebûn diyar

li pêşwazî darbestên evîndaran

çinge çing naqosê ne vedaye

û bangeha mizgeftê

bêdengî li xwe pêçaye

qêrîn rûte

hawar kûte

qedexene

lav û lavêj û bêlûte

hinek hatin

xaç ji xwe re kirin mertal

û hinek çûn..

kumê sipî yê tentene

di ser xwere kirin sîwan

û hinan bi gevezî

zixtên rexnê peyda kirin

xavika min pê dax didan

tenê tiliyên perwer...

kezebên şewitandî

bi serê pênûsan azad vekirin

kirin halan.

Tenê girdikên zigurdan

Li himberî gayê hêçî paçikxwer

Kurdayetî

Mîna alek sor hildidan

Qamişlo te çi dîtî...?!

Te çi bîna...?!

Xema ne xwe

Û rabe rêwengiyê

Bi kaniyên xewnê re bi bijêre

Di rodankên baxan de

Belatînk

Li benda tene

Bi bijêre

Nav rengên te diyarin ne veşêre

Raz û niyazan bi dêre...

Ê min bi xwe

Welatekî lave dikim

Di gêra pelê tirî de

Axpîne kê...

Ku têra fîxanê bike

Têra dîlanê bike

Têra reva leylanê

Têra firîna perwanê

Têra....

Çivanneyê bejna dîlbera min bike

Axpînekê

Têra dînbûna min bike.

Bêhna mine

Li mêrg û baxan vedaye

Û qawan û beybûnê

Rengên mirina minî geş wergirtine

Li vêderê

Li ba genimî pêşî

Di qada birîna min de zîl dida

Û bavê min

Pîşmendê alavê cot bû

Ev beriya mêrdînê

Xet bi xet wî di xepart

Seran ser medrebên birinc

Li hewînga nisêbînê

Ji kaniya reş û sipî av didan

Gurz û goşî û guhanên mêşinî

Li destên dayika min di baniyan

Rîs û teşî

Li nav darên şengebiyan

Xewnên keçan di hûnandin

Nêçîrvan bûm...

Li hawîrdor

Qaz û qumrî di firiyan

Ji sîpanê xelatê

Li pey xifşên xezalan

Şêt û şeyda di bezîm...

Li vê derê...

Damarên qadê qor bi qor

Ji şexna ta waşûkanî

Li henteşa min mikur tên

Tenûra himhimandî bûm li orkêş

Hemî kerwan û rêwîli ber bêhn û rivîna min

Dihenteşa topkêş de di hêwirîn

Wisa qada sobarto

Ji çûn û hatina min repin dibû

Û ev girên vegirtî li seranser

Ji ked û êşkinceya min rabûne

Dinavbera "apûm" û qamişlo de

Hino hino...

Avzêman xwe veşartin

Û sinbilên zeviyan

Seranserê vê deştê dagîrkirin

Qamişlo te çi dîtî...?!

Te çi bîna....?!

Derabe bîranînan tomar bike

Çawa cobara gijgij

Ji ceqceq cidadibû

Sînorên qada dînan diyar dikir

Zirt û horibandina "ebûdayis"

Şor û çîr û hêlhêla heygazo

Bangdana mele xelîl

Vedana dengê arifê cizîrî

Ji nav tarên azirandî

Ji pencerên tengî kulot...

Sîmfoniya qamişlo sazdikirin.

De rabe tomar bike

Derdoran bi nijinîne

Çendî dûr bin

Asoyên mizgîn vedayî

Rabe te nawestîne

Çendî kûrbin

Tîrên bi jehrê sûkirî

Canê te na pejirîne

Kerb û kîne...

Berê navê te diyare

Qamişloka evînê....


 

 

tirej.com
 

   

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 



 
 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005