| |
Nezîr Silo
Salek ser serhildana gelê me ya li bajarê Qamişlo destpêkirî û li
tevahî başûrê rojavayê welêt belavbûyî derbas dibe. Dema mirov vê
sala derbasbûyî dinirixîne, dikare bibeje ku encamên vê serhildanê
ji ailiyê gelek kes, hêz û rejîman ve û bitaybet rejîma Surya ve baş
nehatiye nirxandin û nêzîkbûnek rast jî jê re nehate kirin. Lewama
ez dixwazim di bîranîna salvegera serhildana Qamişlo de hin
nirxandinên jidil bikim. Ji ber ku gelek bûyer û çalekî hene mirov
nikarin encamên wan di wexta de û ji hemû aliyan ve binirxîn. Vê
carê bi derbasbûna demê re û pêşketinên ew bûyer û çalekî bi xwe re
derdixin ancex mirov wê demê mezinbûn û wateya wan fambikî.
Serhildana Qamişlo encama teqîna tengasiya rejîma Baas a despot ya
li Surya, polîtîka inkara mafên kurda û berxwedana rejîma Surya li
hember xweguherînê ye. Rejîma Surya ya ku bi destekî hesin li
serhildanê da û bi awayekî hovane û xwîn xwest serhildanê têkbibe-
dibe ku hin encam ji wî alî ve girtibe jî- lê îro di rojeva cîhanê
de bûye dewleta herî dij demokrasiyê û mafê mirovan, tehlûka ser
aşîtî û aramiya heremê. Bi vî awayî îro rejîma Bass a Surya hatiye
xala li dij nirxên navnetewî, mirovatî û demokrasî. Xwe aniya xala
yan dê xwe biguherîne, yan wê bi zorê bê guhertin.
Pêvajoya guhertina rejîma Bass a Surya bi serhildana Qamişlo re dest
pêkir û bi serhildana gelê Lubnanê li dij hebûna serdestiya Surya
gihaye lûtkeyekî, ku îro rejîm rû bir û li hember têkçûnê an
xweguhertinê hiştiye. Di bingeha vê pêvajoyê de şehîd û giyanê
serhildana Qamişlo cihê xwe digrin. Ji ber ku ev bûyer bû sedema
bingehîn da rûçikê rejîmê yê rastteqîne derkeve holê û bi
dijdemokrasî û pêlkirina mafên mirovan di rojeva cîhanê de bênasîn.
Xalek din a ku ez girîng dibînim eve, hêzên kurd jî nekarîn encamên
rast ji vê bûyerê derxînin. Serhildanê rê li pêşiya pêvajoyek nû ji
hemû aliyan ve li Surya da vekirin. Lê hêz û rêxistinên kurdî yên ku
serhildanê ew li paş xwe ve hiştin û waneya herî rast bo tekoşînê da
wan, dûr man ji xweguherînê û xwe li gorî şert û mercên hatîn
guhertin binirxînin û sazbikin. Lewma di vê pêvajoya ku Surya bi
xweşî an nexweşî ber bi guhertinê ve diçe, çiqas amadekirîne û
hazirin tevlî vê pêvajoyê bibin??? Rewsha hazir de çiqas dikarin
bibin hêvî û bawerî ji pêşengtiyek dîrokî re???
Ez vê rewşa lewaz û belavbûyî ya ku him hêzên kurd û him hêzên
demokrat ên Surya di nav de weke helwestek şaş û bêwate li hember
giyanê serhildana Qamişlo ya ku bi xwîna dehan lawên qenc û sedan
birîdar xemilî, bi axîna hezaran girtî di işkencexanan de deng
vedayî, dibînim. Ya din xafilbûnek mezin ji vê pêvajoyê ez ji aliyê
wan ve radibihîsim.
Di encamê de rewşa hilweşînê ya îro rejîma Bass a despot di nav de,
pêvajoyeke nû ye. Ev pêvajo wê ji bo gelê me – her çendî bi êş û
zehmetî derbas bibe, dê mafên wî yên demokratî û netewî bi xwe re
bîne. Rejîma Bassî bêgave xwe li gorî vê pêajoyê biguherîne.
Bitaybet polîtîka xwe ya li hember hebûn û mafên kurda. Yan wê ew jî
nola rejîma Bass a Iraqê binbir bibe. Di herdu rewşan de gelê me wê
qezenc bike. Dîsa ez dubare dikim û dibêjim, pêvajoya demokratbûna
Surya bi serhildana Qamişlo ve destpêkir ye û îro jî dighe lûtakeyê.
Ji bo vê xwedî derketina li giyanê serhildana Qamişlo û nirxandina
encamên wê bi awayekî rast, rêya me bibe ber bi desxistina mafên xwe
yên netewî û demorasiye. Ev yek jî ancex bi bilindkirina tekoşîna
demokrasiyê û xwerêxistinkirinê ve dibe.
|
|
|