Kurdi
  Arabic
 English
  Swedish
 Hevgirtin 

 

HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN
 ROJAVA LI DERVE
  

              

 

 

 

 

 

 

   

Ma lêborîn xwestin şerm e?

       
 






  



 
Qado Şêrîn


Ma lêborîn xwestin şerm e?
Daxuyaniya Şivan Perwer:
Min lêborîn ji kesekî nexwestiye


Em kurd hemû hewcedarî ko lêborînê ji hevûdu bixwazin, mêr ji jinan, kur ji bavan, serok ji gel, rewşenbîr ji pênûsan, dîk ji mirîşkan. Ma şerme ko merov lêborînê bixwaze, jixwe mêranî ew e ko merov lêborînê bixwaze dema ko şaşî yan jî hin gunehan bike, bi taybetî dema ko berjewendiya gel û welatê merov di lêborîn xwestinê de hebe, serkeftineke mezine û ne hemû merov dikarin lêborînê bixwazin.
Ez vê gotarê ne li dijî daxuyaniya hunermendê mezin Şivan Perwer ya ko di malpera avestakurd.net de belav bûbû, dinivîsim, ew ji mafê wî ye, lê tiştekî bala min kişand ko ew jî navnîşana daxuyaniyêye; “Min lêborîn ji kesekî nexwestiye”. Çima ev daxuyanî, ma gelo pêwistbû ko ev daxuyanî derkeve û çi pê heye ko merov lêborînê bixwaze.
Her kesê ko bi Tirkî dizane hevpeyivîna ko bi hunermend Perwer e di rojnameya Ozgur Politika(18/02/2005) de bûbû xwend, her wisa ew hevpeyivîn ji bilî Selamo hate wergerandin(xwedê xêra wî jê binivîse) ji bo xwendevanên kurdî û di hin malperan de belav bû wek rojava.net. Ez ê hin nimûneyan ji wergerandina hevpeyivînê bigrim û li vir diyar bikim.
Ew daxuyanî bi zimanekî qels hatiye nivîsandin, ez texmîn dikim û şêweyê daxuyaniyê diyar dike ko devikî ji Şivan Perwer hatiye gotin û merovekî nivîsandiye(dibe ko bi telefonê gihabe nivîskarê daxuyaniyê). Xwezî xwe hinekî din biwestanda û daxuyanî bi şêweyekî baştir bihata nivîsandin, ji ber ez baş dizanim ko ziman û ferhenga hunermend Perwer dewlemend e û ev yek ji stranên wî diyar e.
Hunermend Şivan Perwer di hevpeyivîna xwe de dibêje:[[ “Ji bo ku min hin caran şaşî û xeletî kirine, ez gelek caran digrîm ku ji bo çi min ew şaşî kirine. Çi şaşî dibe bila bibe, çi civakî û çi jî şexsî bin. Ez gelek caran dibêjim ku xwezî ez mirovekî paqij û temîz bama.”. “Ez pir ji gel û ji welatê xwe hez dikim”. “Lê her mirovek dikare şaşîtiyan bike û şaşiyên her kesî çêdibin”. “Ji ber ku em ji civakeke tevlihev tên, ez jî di nav de, piraniya hunermendan ne xwedî raman, bîr û baweriyeke ronî ne”. “Xwezî nexweşiyeke wisa di navbera min û tu partiyan de tunebûya û bi PKK re jî çênebûya”. “Ji bo hin şaşiyên xwe ez gelek caran rûdinêm û digirîm, ji bo ku min çima ev yek kir?”. “Ez ji ber vê yekê û ji ber şaşiyên xwe, lêborînê ji her kesî dixwazim. Di vir de pirsgirêk û problêmek tuneye”. “Ez jî dikarim şaşiyan bikim. Ez nabêjim ku ez mafdar im. Rexneyên ku li min têne kirin ez qebûl dikim û piraniya wan jî rast in. Ew nebin ez nikarim xwe rast bikim”]].
Dema ko min ew hevpeyivîn xwend, min di nava xwe de digot; ko merovekî ne mêr û zana be nikare van gotinan bibêje û ji ber vê yekê ez dibêjim ew daxuyanî ne gerekbû. Di hevpeyivîna xwe de lêborînê ji her kesî dixwaze û di navnîşana daxuyaniya xwe de dibêje: “Min lêborîn ji kesekî nexwestiye”. Bê guman xwendevan jî û her yek li gora radeya xwe û bi şêweyê xwe gihaşt encamekê û tiştek ji xwe re fam kir.
Di malpera Amûdê de((amude.com)) 22/02/2004, hevpeyivînek bi hunermend Şivan Perwer re bû, li ser hevpeyivîna ko kovara tirkî "Aktüel" pêre kiribû, li gel ku wî di her du hevpeyivînên xwe de di malpera Avestakurd û Amûdê de inkar nekiriye ko kovara Tirkî ew hevpeyivîn pêre nekiriye, belê ew hin tiştan ne rast dibîne, di Amûdê de dibêje :[[ - Qet tiştekî weha ne hatiye pirsîn û ne jî min tiştekî weha gotiye. "Aktüel"ê derew kiriye. Min ji wan re got "ev çi ye we nivîsandiye", gotin ku şaşitiyek çêbûye.
- Teqez ez nexşeya ku tu tenê Mehabadê têkê qebul nakim; ez nexşeya ku tu tenê Qamişlokê têkê û Efrînê nekê, teqez qebul nakim. Qebulkirin û neqebulkirin ew e. Kê nexşeya Kurdistanê ta niha baş çêkiriye?
- Di wê hevpeyvînê de tiştek tune, tiştekî xerab tune! Bila bixwînin. Kî bixwîne, dê bizanibe.
- Kesî tiştekî xerab nekiriye. Ez ne mecbur im daxuyaniyan bidim.
- Na, na. Tiştine hene rast in, û tiştin din hene qet ne rast in.
- Wek vêya; wek gotiye niza ez ê herim bi Îbo re bistirêm, gotiye niza ezê herim "Dolma Baxçe" bistirêm. Ev hemû derew in. Min tiştekî weha negotiye.
- Ka çî min heye, ez bikim? "Ozgür Polîtîka" heye, apoçî ye nake. Ez ê di kû derê de bikim, bavê min? Televizyonên me hene, gereke ez agahdariyekê bidim wan.
- Min hîn jî nexwendiye. Kopiya wê ji min re bi faksê şandin, ew jî xerab bû, min nikarîbû bixwenda û tiştekî bibêjim. Kovar jî neketiye destê min.]] .( amude.com).

Niha ya ko ez dixwazim bibêjim; kîjan pêwiste ko daxuyanî pê derkeve, daxuyanî li dujî rojnameya Tirkên faşist "Aktüel" ya ko derew û bêbextî li hunermend Perwer kir yan daxuyanî li dujî lêborîna kurdan ???. Lê mexabin tu daxuyanî ji hunermend Perwer li dujî "Aktüel" derneket, dêmek naveroka hevpeyivîna di "Aktüel" de rast bû, ko wek ew di Amûdê de dibêje derew lê kirine gerekbû ko daxuyaniyekê ji raya giştî re belav bike û têde diyar bikra ko tirkan derew lê kirine. Bê guman û dîsa xwendevan dizanim gerek kîjan daxuyanî ji raya giştî re derketa.
Dîrok tiştekî ji bîr nake û her tiştî dinivîsîne û di dema ko hin kes dîroka xwe ji bîr dikin dîrok wan hişyar dike û şiqameke germ li rûyê wan dide .

 

 


 

   

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 



 
 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005