| |
PAUL CELAN
KURMANCÎ: EBDULREHMAN EFÎF

KILÎLA RONAHIYÊ
Ji kefa destê min payîz dixwe pellê xwe: hogir in em.
Wextê em diqeşêrin ji bindeqan û hînî, bimeşe, dikin:
Wext vedigere qaşil.
Di mirêkê de yekşem e,
Tê xewkirin di xewnê de,
Dipeyive heyv rastiyê.
Hildikişe çavê min êrosa dilberê:
Li me ditemaşin ew,
Tarîkî ji hev re dibêjin em,
Hev dievînin em mîna efyûnkulîlkê û bîreweriyê,
Di sedefan de radizên wek badeyê,
Wek derya di xwînrêja heyvê de.
Radiwestin em, hevhemêzkirî, di pencerê de,
Ji cadê ew li me dinerin:
Wext e, kevir xwe bo kulîlkiyê bixweşîne,
Netebatî dilekî lêbixîne.
Wext e, bibe wext.
Wext e.
LI MISRÊ
Divê ji çavê xerîbê re bibêjî: bibe av.
Divê, ên wan di avê de dizanî, di çavê xerîbê de bigerî li wan.
Divê bibangînî wan ji avê: Ruth! Noemi! Mirjam!
Divê bixemilînî wan, dema di hemêza xerîbê de xwe didirêjînî.
Divê wan bixemilînî bi ewrporê xerîbê.
Divê ji Ruth û Mirjam û Noemi re bibêjî:
Binerin, li ba wê radizêm!
Divê xerîba li cem xwe tu herî xweşik bixemilînî.
Divê bixemilînî wê bi êşa li ser Ruth, li ser Mirjam û Noemi.
Divê ji xerîbê re bibêjî:
Biner, razam ez li cem van!
JI ŞÎN
Ji şîn, ê li çavê xwe digere hîn , vedixwim mîna yê ewill.
Ji lingdewsa te vedixwim û ez dibînim:
Tu di nav tiliyên min re digindirî, lûlûyê, û dimezinî!
Dimezinî wek tevan, wek jibîrkiriyan.
Digindirî: zîpikgenimê êşîniyê
Dikeve paçikekî, têr spî jiber desthejandinên oxirê.
PERÇE PERÇE
Kî mîna te û kevokan gişan roj û êvarê ji tariyî dikişîne,
Ji çavên min dinikilîne stêrkê, berî biçirise hîn ,
Radike gîha ji birûyên min, berî spî be hîn,
Li ewran derî digurmîne, berî bême xwarê hîn .
Qedehê diafirîne ji bo nebîza xwe ji destên min,
Wê direngîne bi gotinê, ya min negot, sor,
Wê dişikîne perçe perçe bi kevirê hêsira dûr.
FIRIYA
Firiya spîtirîn kevok: dikarim ji te hezbikim!
Li pencera nizim lerizî deriyê nizim.
Bêdeng dar derbasî odeya bêdeng bû.
Wa tu nêzîk î, mîna ne li vir bî.
Ji destên min dibî tu mezin kulîlkê:
Ew ne spî ye, ne sor, ne şîn – lê dibî tu wê.
Dera ew yekcar ne lê bû, li wir dê timmî bimîne.
Ticarî em nebûn, wisa emê bimînin li ba wê.
BIHEJIMÊR MIN JI WAN
Bihejmêr bihîvan,
Bihejmêr, tiştê tehl bû û te şiyar hişt,
Bihejimêr min ji wan:
Ez li çavê te geriyam, bîska te ew vekir û nedinerî tikesî li te,
Min dirêjand ew veşartî ta,
Yê li ser ew xunava tu diramiyayî,
Şemitî çaydanan,
Yên metelokek, ewa rêya dilê tikesî nepeydand, li wan çavdêr bû.
Li wir pêşî tu bi tevahî derbasî wî navî bû, yê ê te ye,
Te bawer gavine avêtin balî xwe ve,
Lerizîn çakûç azad li birca zengilên bêdengîniya te,
Bihîstî êrîşî te kir,
Mirî çeplê xwe avête ser te,
Û hûn çûn bixwehersî di êvarî re.
Min bitehlîne.
Bihejmêr min ji bihîvan.
|
|
|