|
§
Hevpeyvîna Rojnama Ozgur
Politika Bi Hunermendê Kurd Şivan Perwer re

Divê em
hezkirinê bidin gelê kurd
Şivan Perwer ku bi
muzîka xwe di gelek waran de pêşketinên mezin bi dest xistine, diyar
dike ku ew dixwaze vegere welatê bav û kalan û cihê jidayîkbûna xwe.
Şivan Perwer li ser vê yekê pir israr dike ku wî tu carî bi navê
rexnê û heqarat li tu kesî nekirîye û dibêje: “Divê em hezkirinê
bidin gelê kurd .”
Hunermendê mezin ê kurd Şivan Perwer ji ber rewşa ku gelê kurd tê de
ye, xemgîniya xwe anî ziman. Perwer gelek caran bi muzîk û hin caran
jî bi axaftinên xwe kete rojevê û bala gel kişande ser xwe. Perwer
li ser vê yekê diyar dike ku wî tu carî bi dayîna navan tu kes rexne
nekiriye û heqaret li tu kesî nekiriye û dibêje: “Ew kesên ku vê
yekê derdixin pêş û tînin rojevê randxur û berjewendîparêz in.”
Perwer li ser şaşiyên mirovan radiweste û balê dikişîne ser vê yekê
ku her kes dikare şaşî û kêmasiyan bike û wiha dibêje: “Ji bo ku
min hin caran şaşî û xeletî kirine, ez gelek caran digrîm ku ji bo
çi min ew şaşî kirine. Çi şaşî dibe bila bibe, çi civakî û çi jî
şexsî bin. Ez gelek caran dibêjim ku xwezî ez mirovekî paqij û temîz
bama.” Perwer dîsa axaftinên xwe didomandin û wiha got: “Ger ku
şaşiyên min hebin, min yek aciz kiribe û ji ber vê yekê mirov hesab
ji min dixwazin, ger ji ber vê yekê min efû nakin û li min naborin,
heke bi rastî ez tawanbar û neheq bim, bi rastî jî ez her dem ji bo
lêborînxwestinê amade me û ezê lêborînê bixwazim. Lêborînxwestin jî
ji bo min wekî wezîfeyeke mirovî û însanî ye.” Şivan Perwer diyar
kir ku ew pir ji welatê xwe, dost û hevalên xwe û ji gelê xwe hez
dike û ya herî zêde jî rêz û hezkirina wî ji wan kesan re heye ku
xizmata welêt dikin û ji bo vê yekê di nava têkoşînê de ne û wiha
got: “Tu kes bê xeta nabe.”
Şivan
Perwer diyar dike ku ew dixwaze here cihê jidayîkbûna xwe û li wir
stran û lorîkên xwe bibêje. Ew li ser wê baweriyê ye ku gava çû divê
tiştekî ji xwe, li cih bihêle û dibêje: “Ku ez çûm, divê ez tiştekî
bidin wî gelî, heke na ez naçim.”
Em bi
Şivan Perwer re li ser muzîka wî, niqaşên derbarê wî de, li ser
xwestek û vegera wî ya bo welat li Navenda Çand û Hunerê ya Şivan
Perwer ku
di demeke nîzîk de wê li Frankfurtê bê vekirin,
axivîn.
-
Şivan Perwer bi
salan karî ku bi muzîka xwe, di rojevê de bimîne. Lê di van çend
salên dawî de zêde dengê wî dernakeve, gelo çima û sedema vê yekê çi
ye?
Berî
her tiştî ez vê yekê bibêjim ku Şivan êdî ne Şivanê caran e. Ez pir
ji gel û ji welatê xwe hez dikim. Di nava min de ruhekî pir xurt ê
kurdewarî heye. Wekî din jî hezkirineke mezin a gel di nava dilê min
de heye û ya wan jî ji bo min. Herî dawî ku min berhemên xwe
derxistin ku bêne guhdarîkirin û hezkirin, ku min di wan berhemên
xwe de zêde cih daye stranên otantîk û klasîk ên gelêrî, lewre jî ez
wisa difkirim ku têne hezkirin û ecibandin. Ji bo mînak min di
albuma xwe ya bi navê “Hêviya Te” de orkestrayeke harmonî û pir
balkêş bikaraniye ku heta îro li tu cihan nehatiye dîtin. Aliyên wê
yên pir cuda hene ku çavlêkirin û teqlîda tu muzîk û çanda neteweyên
din tê de tuneye. Bo mînak di strana xwe ya ku tê de Kurdî,
Ingilîzî, Erebî û Tirkî heye, bi gotinên “Lo bavo, lo keko, lo mamo,
lo apo û lo xalo” bang li hemû lîderên kurdan kiriye, ez bang li gel
jî dikim û ez di wê stranên de behsa yekîtiya wan dikim. Ji xwe
naşibin stranên min ên destpêkê. Di wir de rizgarkirina muzîka kurdî
ji sazê û handa û teşwîqkirina wê ber bi orkestrayê ve heye. Hin
tişt jî hene ku di nava civakê de dibin sedema nexweşiyê û rexneyan.
Ji ber vê yekê heta hin kes û derdor ji min xeyîdîn.
-
Baş e, hûn jî ji wan
derdor û kesan xeyîdin?
Ez
mirovekî bi tolerans im. Toleranseke mezin û berfireh bi min re
heye. Lê her mirovek dikare şaşîtiyan bike û şaşiyên her kesî
çêdibin. Tu kes ne milyaket e. Milyaket jî şaşiyan dikin. Ez nabêjim
di her tiştî de ez mafdar im. Neheqî û mafdariyên her kesî hene. Lê
mirov dikare bi riya diyalogê her tiştî çareser bike. Ew kesên ku ji
min xeyîdîne, ez her dem li wan digerim û ez geriyame jî. Cihê ku
xweşî û başî hebe, ma çima em dixeyîdin? Ez ji bo ku hin tiştan rast
dibînim, ez dibêjim. Lê di vir de dibe ku rêbaz û dema rexneyê ne
alîkar be. Dibe ku hedef û nîşan jî rast nebe.
-
Parçebûna welatê
kurdan, bandor li mêjiyê wan jî kiriye. Di vir de ji bo yekitiya
wan, ji bilî tevgerên siyasî gelo ji bo hunermendan jî fonksiyon û
misyoneke wisa tunene?
Rast
e, pêwîst e. Lê ji bo ku civaka me ji civakên Rojhilata Navîn tê, di
hin waran de gelekî ecêb e. Nêrîna Rojhilata Navîn a wekî gelo
bedela vê yekê heye yan tuneye, ketiye nava hunermendan jî. Ya rast
ketiye nava hemû beşên civakê. Mirovên Rojhilata Navîn xwediyên
karakterên balkêş û ecêb in. Eşkere û net nîn in. Ligel ku di nava
cîhanê de xwediyê dewlemeniyên ser-erd û yên bin-erd e jî, ligel ku
xwedî çandeke kevnar e û ligel ku hemû şaristanî ji wir û bi wan
dest pê kiriye, lê ji ber ku nirxên xwe neparastine, îro ketine
rewşeke nebaş û xerab. Ji hêla hin kesên din ve tê talankirin. Çi
dike nikare bi tu awayî azad bibe û azad bijî. Li aliyê din, gava ku
hunermendek vê yekê rexne dike, rexneya wî ne tenê ji bo
siyasetmedaran e, di heman demê de ji bo civakê ye jî. Rexne û
protestoya wî ji bo jiyanê ye jî. Protestoya min jî di vê çerçeveyê
de ne.
-
Bandora wan
protestoyan çi bû?
Wekî
ku min di bersiva pirsa pêşî de jî got, ligel hin başiyan hin nebaşî
û xerabî jî bi xwe re anî û tîne jî. Li aliyê din gelek hunermened
yan ji hêla dewletê yan jî ji ber helwesta civaka xwe rastî
astengiyan tê. Rewşeke wisa mirov bixwaze û nexwaze, bandorê li
hunermendan jî dike. Hunremendan dixin nava rewşeke wisa ya
hestiyarî ku hin caran nikare bersivê jî bide. Ligel aliyên siyasî û
tevgerên siyasî hin alîkarî dan hunermendan jî, lê dûrbûn û
parçebûna di navbera siyasetê de hunermend jî parçe kirin. Yanî ku
hunermendek rexne bike derdek e, û rexne neke jî derdek e. Ji ber ku
em ji civakeke tevlihev tên, ez jî di nav de, piraniya hunermendan
ne xwedî raman, bîr û baweriyeke ronî ne.
-
Baş e, di vir de guman û
metirsiya hunermenda çi ye?
Bo
mînak, hin hunermend hene ku bi zimanên Farsî, Erebî û Tirkî distrên
û gelek derfet ji wan re têne afirandin, berhemên wan derdixin
bazarê, lê bazareke hunermendên kurd tuneye. Hunermendên kurd tenê
bi fedakariya xwe, bi hêza hezkirina xwe ya ji bo welat û gelê xwe,
hewil dide hin tiştan biafirîne. Dibe ku hunermened hin berheman
biafirîne, lê berhemên wî nagihîjin civakê û nabin gelemperî û
naghêjin cihê rasteqîn û cihê ku heq kirine. Di vî warî de rola
tevgerên siyasî pir mezin e. Her çiqas ku tevgerên siyasî bi
toleranseke berfireh li ser bingehên yekîtiya neteweyî nêzîkî hev
bibin, ewqas hunermend jî dikarin bi hêz bibin, berhemên xurt
biafirînin û derfetên mezin jî wê derkevin holê.
-
Rast e, wezîfeya
tevgerên siyasî heye û tê zanîn, li vir wezîfeya hunermendekî wekî
Şivan Perwer çi ye?
Berê
min gelek stran li ser şerê navxweyî gotin. Piraniya wan tên
naskirin. Gava ku tevgerên siyasî destê aştiyê dirêjî hev kirin, pir
baş e û ev cihê kêfxweşiyê ye. Ya rast jî divê berî her kesî
tevgerên siyasî û kesatiyetên siyasî yên kurd destê aştiyê dirêjî
hev bikin. Kêmasî hene û dibe ku hebin jî. Ev yek divê ne bi destê
zorê, divê bi riya diyalogê bêne çareserkirin. Di vî warî de ez jî
bi starnên xwe yên nû xizmeta vê yekê dikim. Ez bang li gel dikim ku
zêdetir bixebitin. Ez dibêjim, bi dayîna kedê jiyan xweş dibe. Bi
xebatê civak dighêjin sîstem û pergalekê û bi vî rengî dewlet
derdikeve holê. Ango divê em pir bixebitin. Di nava wê de mijara
yekitiyê jî heye. Ya duyem jî hingê min stranên li ser şerê navxweyî
digotin, lê niha ez di stranên nû de dibêjim : “Biratî xweştir e ji
her tiştî, biratî bingaha azadî û aştî, dewleta netewî ye...” Niha
ez stranên xwe li ser wê hêlê dibêjim. Ku siyaset di warê neteweyî
de yekitiyekê pêk bîne, emê jî gulên hezkirinê ji wan re bişînin.
-
Şivan di pêvajoyeke
ku em jê re dibêjin pêvajoya vejînê de, bû malê girseyan, lê di
berhemên dawî de hûn zêde stranên klasîk û yên ku bi amûrên zêde
hatine lêxistin, gelo ev yek lêgerînek e yan jî xitamandinek e?
Na,
tu caran xitimandin cem min tuneye. Ji ber ku hemû damarên min bi
muzîkê hatine vestrandin. Ez nikarim bê muzîk bijîm. Ku ez muzîkê ji
bo azadî, bedewî, mafê mirovan û pêşketinan bi kar neyînim, ez
nikarim rihet bim. Ku tiştek jî tunebe, ez dikarim aliyekî negatîv ê
bûyerekê derxînim û li ser wê stranekê bêjim.
-
Hûn li ser niqaşê şêwe û tarzê muzîkê çi dibêjin?
Ez
stranên nû çêdikim, konseran didim û li gorî pêvajoyê stranan
diafirînim. Di destpêkê de mirov bi awayekî milîtanî dest pê dike,
ji ber ku rewş cuda ye. Paşê jî demek tê ku mirov li gorî wê dikeve
nava felsefeyeke kûr û dûr. Êdî mirov melodiyên romantîk dibêje. Her
çend ku hunermend pîr dibe, li gorî rewşê tiştan jî bi xwe re tîne.
Ku hûn bala xwe bidinê, hin kes dibêjin; tarz û stîla Şivan çi ye?
Ez jî dibêjim tarzekî min ê giştî heye. Ez li gorî tekst û gotinan
muzîk û melodiyekê çêdikim û li gorî wê distrêm. Hin caran bi dengê
hin caran bas û hin caran jî barîton, carna jî tenor dibêjim. Ango
strana “Kî ne em” bi awayekî klasîk nayê gotin. Mirov neçare ku bi
awayê muzîka Rep bibêje. Muzîka Rep piştî salên 1980’î li cîhanê
derket holê. Lê min di sala 1977’an muzîka Rep gotiye. Ku ez
hunermendekî Emerîkayî bûma, wê niha ez wekî Bavê Repê bihatama
binavkirin. Lê ji ber ku ez Kurd im, qedrê me nehate zanîn. Ji ber
ku her tşitê me tê înkarkirin, hunremendan jî nayên dîtin. Ango ez
li gorî rewşê û bûyerê distrêm û stîla Şivan li gorî rewşê mirov
dikare bibêje ku stîleke giştî û gelemperî ye.
-
Gelo wê berhemên te yên nû dîsa bi stîla klasîk bin?
Na,
na, bi tenê wê stran û tarzê min be. Jixwe wekî berê tund nabe ev
yek jê. Ya duyem jî wê ne rexneyên li ser siyasetê be. Herî zêde wê
berhemên felsefîk bin ku mirov ji bo kar teşwîq dike û han dide ji
bo pêşketinê. Ango herî zêde berhemên wêjeyî ne ku di nava xwe de
siyasetê jî hildiberîne.
-
Hûn bi vantiştan siyasetê
jî dikin?
Her
tişt siyaset e. Bê siyaset jiyan nabe, civakên bê siyaset nikarim
bibin xwediyê pergal û sîstemekê. Lê ez ne ji bo xwe dikim. Di nava
stranên min de siyaseta giştî heye. Li aliyê din ji bo her tevgereke
siyasî jî kedeke min hebûye. Gava ku min dest bi karê muzîkê kir,
dibe ku fikir û ramana PKK hebûye, lê partî tunebû. Lê min navê
birêz Abdullah Ocalan Bihîstibû. Ez ji bîr nekim ku min rehmetiyê
Mezlûm Dogan jî dîtibû. Hatibû dibistana min û behsa destpêkirina
şerê gerîlatiyê kiribû. Wê çaxê me hev nas kir. Min tenê ew her du
kes nas kiribûn. Paşê ku min ji Mezlûm Dogan pirs kir, te ev fikir
ji ku anî? Ji min re got ku te navê Apo bihîstiye? Min tenê ev
dîtibûn. Paşê bû tevger, bû neteweyî û bi pêş ket, ez jî yek ji wan
kesan im ku xizmeteke mezin kirin. Min xizmeta gelek siyasetan kir û
min her tim xwest ku gelek siyasetên me yên cuda jî hebin. Ez
dizanim kar ne rehet e. Rast e, di nava civakeke wekî ya kurdan de
divê huner siyasetê jî di nava xwe de bigire û divê hebe jî. Ji ber
ku em jî kesekin ji wê civakê ne, helbet divê em piştgirî û xizmeta
her partiyekê bikin. Lê çand malê civakê ye. Dibe ku her kes
siyasetê ne ecibîne, lê her kes Ehmedê Xanî û Evdalê Zeynikê qebûl
dike û diecibîne. Di vir de ez qet siyasetê biçûk nabînim. Ez dibêjm
ku wezîfeyeke civakî û giştî ye û şêweyeke xebatê ya herî zehmete.
Min bi cesaret hewil dida ku xizmetê bikim. Xwezî nexweşiyeke wisa
di navbera min û tu partiyan de tunebûya û bi PKK re jî çênebûya.
-
Rast e, we bi deng
û hestên xwe xizmet kir, gelo ma wan tevgeran jî xizmeta we nekir.
Bo mînak hêza ku Şivan gihîştand bi deh hezaran kes, gelo ew hêza
siyasî nebû?
Erê,
ev tiştekî pir baş bû. Di xebatên civakî de ev tiştekî baş e.
Bilêvkirina wê pir baş e. Lê divê bi vî rengî neyê gotin ku ew
hereket min dike Şivan. Gava ku hunermend bibêje; “Ezê mezin bikim û
mezin bibim”, ew nikare bibe hunermend. Gava ku hestên guherîn û
veguherînê û nakokiyên fikrî û xwesteka bedewkirina jiyanê û armanc
bi hunermendekî re tunebe, ew nikare bibe hunermend. Nakokî bandorê
li rihê hunermendiyê yê hunermend dike û wî dide fikirandin û bi wê
fikrê ber bi afirandina berhemekê li ser wê mijarê ve dibe. Ji ber
ku huner tiştekî xeyalî û fantazî ye lê siyaset jî tiştekî ber bi
çav e.
-
Ev bû 27-28 sal ku
hûn ji welatê xwe dûr in...
Erê
ev qas demeke dirêje ku ez ji welatê xwe dûr im, ez difikirim, gava
ku ez vegerim, gelo ezê rastî çi bêm? Ango bêyî ku ez hêvî û
berxwedana xwe bişkênim û bêyî ku ez hezkirina xwe kêm bikim, divê
tiştê ku ezê bikim, ez pêk bînim. Di jiyana mirov de hin bûyer
diqewimin ku gelekî tehl û nexweş in. Mirov pê dişkê. Carnan mirov
bi hesreta hin tiştan e. Di vir de jî ji bo ku ez dilşikên im, ez
pir xemgîn dibim. Ji bo hin şaşiyên xwe ez gelek caran rûdinêm û
digirîm, ji bo ku min çima ev yek kir?
-
Madem ku gotin hate ser
jiyanê, ez dixwazim bi bîr bînim ku di televîzyonên cur bi cur de,
di konseran de we li ser birêz Abdullah Ocalan hin gotin bilêvkirine
û piraniya gel dilê xwe ji we girtiye. Li vê yekê tu gotineke we nîn
e?
Di
warê siyasetê de gelek dilmayîn çêbûn. Dilê min jî gelek hiştin. Hin
caran êrîş pêk hatin. Gelo bi rastî em sûcdar bûn yan jî me ji hev
baş fêm nedikir!? Bêyî ku nirxandina vê yekê bêkirin, me dilê hev û
din dihişt. Çawa ku min berê ji devê we jî bihîst, divê mesele bi
şêweyeke hunerî bihata ziman. Heke na, her tim bi çewtî dihat gotin
û qurban dihatin amadekirin. Rexneyên rasterast hin caran mirov
dişkîne. Gava ku ez rexne dikim, ya rast ez xwe bi xwe jî rexne
dikim. Ango ne tenê ez yê li hemberî xwe rexne bikim.
-
Rexne cuda ye û sûcdarî
cuda ye. Li gelek cihan tewanbariyên giran hene...
Gava
ku birêz Ocalan hatibû Romayê ez çûm cem. Ji min re digot, ji cem
min neçe. Pir eşkere û delal bi min re diaxivî. Ez rêz û hurmetê jê
re digirim Wekî ku hatiye gotin, min tu caran ne xeber jê re dane û
ne jî heqaret kiriye. Terbiya min rê nade tiştên wisa. Tiştekî wisa
nîn e. Ez xeberan ji tu kesî re nadim. Hin randxur hene ku dixwazim
sûdê ji rewşê bigrin. Wan di wê rewşê de ez û hezkiriyên min anîn
hemberî hev û rewş ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn.
- Li
Fransayê, Kurdistanê û li Tirkiyeyê di gelek televîzyon û rojnameyan
de nûçeyên li ser vê yekê hene, gelo we ew nûçe derew derxistin?
Di
hin rewşan de min behsa hin heqaretên ku li min hatibûn kirin, kir,
ev ne derew e. Lê tu carî min êrîşî tu kesî nekiriye. Hin kesan bi
zanebûn ew yek bi kar anîn. Ji Tirkiyê jî gelek TV û rojnameyan
xwestin li ser vê yekê bi min re hevdîtinan çêbikin, lê min ev yek
qebûl nekir. Ez herî zêde ji gotûbêjên çapemeniyê revîm. Tu caran
min bi tu kesî re bi bilêvkirina navê birêz Ocalan, ew rexne
nekiriye û ev ne karê min e jî.
-
Hûn dibêjin ku min
tiştekî wisa li ser birêz Ocalan negotiye, lê ew gotinên ku hatin
weşandin jî we tu caran derew dernexistin...
Dibe
ku mirov hin caran aciz bibe, li cem dost, nas, hevalên xwe hin
tiştan bibêje, lê di nava civakê de min tu caran tiştekî wisa
nekiriye û ez nakim jî. Çi TV be û çi jî rojname be, ez pir bi
baldarî difikirim û paşê diaxivim. Ji ber ku ez di nava gel de xwedî
prestîjekê me, gel gelek tiştan ji min hêvî dike. Rast e, ez nabêjim
ku ez pir baş im, pir rast im û pir aferîner im. Lê hin tişt hene ku
nebûna dibe ku ez jî nebûma Şivan Perwer û ez nebûma hunermendek. Ji
ber rewşa ku gelê kurd te de ye jî ez xemgîn û serhildêr im. Rexneyê
min hene. Ev yek ne tenê ji bo kesayetiya birêz Ocalan e. Bi giştî
ji bo siyaseta kurdan e. Ez hin caran pesnê lîderên kurdan didim û
hin caran jî wan rexne dikim. Ma çi hewce ye ez bi taybetî pê ve
bikevim. Lê tenê hin derdor dixwazin navbera me xera bikin. Naxwazin
ku kurd rast nêzîkî hev bibin. Ez difikirim ku min li ku çi gotiye.
Tiştekî xerab nayê hişê min. Ez li dijî dijminê gelê kurd axivîme.
Lê ku belgeyek hebe min li ku û li dijî birêz Ocalan çi gotiye, bila
bînin. Lê belgeyek tuneye. Ocalan lîderek e û mirov ku ji wî hez
dikin, ez naxwazim dilê tu kesî ji xwe bihêlim. Hê jî mirov xwe ji
bo wî dişewitînin. Ku yek tiştekî bibêje wî yan jî ez bibêjim, ji
xwe wê dilê mirovan bimîne. Ez vê yekê dizanim. Ez hunermendê wî
gelî me. Ez divê li ser hunerê bixebitim û ji kûrahiya jiyanê û ji
kûrahiya ramanê hunerê derxim û pêşkêş bikim. Lê hin caran bi
taybetî min dixin nava rewşeke cuda û ez bi taybetî vê yekê dibêjim
ku gelekî mixabin hin kesên randxur û berjewendîparêz vê yekê dikin.
Wekî notayê ku hatine detonekirin û xwar bûne min bi vir de û wir de
dibin. Ev yek hem ji bo hunerê û hem jî ji bo hunermend zilm e. Ez
dixwazim ku nirxê bidin hunera min da ku hemû kurd li hunera min
guhdarî bikin. Ger ku kurdek li muzîka min guhdarî nake, ev yek min
xemgîn dike. Ji ber ku ez muzîka neteweyî çêdikim. Ev yek zararê
dide me hemûyan. Ez ji ber vê yekê û ji ber şaşiyên xwe, lêborînê ji
her kesî dixwazim. Di vir de pirsgirêk û ptoblêmek tuneye. Ji kerema
xwe re van binivîsin. Ger lêborînxwestina min bi awayekî din bê
bikaranîn, ne tiştekî baş e. Zararê dide welatparêziyê.
-
Ji bo hunera
we nirx tê dayîn, ez ne bawer im ku pirsgirêk ji wir be...
Dijmin ji çar hêlan ve tu dorpêç kirî û dixwaze ku te bifetisîne. Ez
van di stranên xwe de tînim ziman. Ev ravekirina rewşa giştî ye û ne
rexneyeke ji bo lîderekî. Her kes dikare şaşiyan bike. Ez jî dikarim
şaşiyan bikim. Ez nabêjim ku ez mafdar im. Rexneyên ku li min têne
kirin ez qebûl dikim û piraniya wan jî rast in. Ew nebin ez nikarim
xwe rast bikim. Li ser jiyana min a taybetî gelek tişt têne gotin,
ev jî ne rast e. Bi wê re zewicî, ji wê veqetiya...hwd.
-
Ev tişt di
rojnameya me de nehat nivîsîn, ger hin kesên din nivîsîbin, ez
nikarim tiştekî bêjm...
Erê,
ez ji tu kesî napirsim, gava ku ez cuda bûm û ez zewicîm jî min ji
tu kesî nepirsî. Divê ev tu kesî elaqedar neke. Ji lawazkirina min
têne bikaranîn. Yên ku derdikevin pêş, têne lawazkirin. Birêz Ocalan
jî aciz dikin. Divê mirov rê nede vê yekê. Bila her tim me neyînin
hemberî hev û din. Ew lîderek e û ez hunermendek im. Armanca min
afirandina arşîveke baş a muzîkê ye ji bo gelê kurd. Wezîfeya min
anîna huner û bedewiyê ye ji bo gelê kurd. Li cîhanê danasîna hunera
kurdî ye. Wezîfeya min bicihiştina hunerekê ye ku bi kêrî mirovahiyê
bê...
GAVA KU EZ BIÇIM, DIVÊ EZ NIRXEKÎ LI WIR BIHÊLIM...
-
Piraniya hunermendên li
sirgûn vegeriyan, li ser vê yekê hin xebatên we jî hene, gelo hûnê
kengî vegerin?
Çûna
hevalên me yên hunermend tiştekî xweş e, ez wan pîroz dikim. Ew
diçin konseran didin û vedigerin, lê ez di wateyeke din de dixwazim
herim. Min her demê xwestiye ku ez biçim Kurdistanê û ez dixwazim
jî, lê ez dibêjim bila çûyîna min fêdeyekê jî bide wir. Gava ku ez
biçim Amedê, ez naxwazim bi konserekê û bi xatirxwestinekê wir bi
cih bihêlim. Ez naxwazim êş, jan, ked, fedakarî û berxwedana bi
salan a wan mirovên pîroz bi konserekê bînim ziman û îfade bikim.
Gava ku ez biçim, divê konser destpêka wan tiştên baş û wan
bedewiyan be. Divê ez nirxekî bi cih bihêlim ku her dem Rihayî,
Amadî û Wanî bikaribin wê bibînin. Bo mînak gava ku ez li Amedê
konserekê bidim divê ez bikarim ji şaredariyê yan jî
organîzasiyoneke din re bibêjim, ez ne ji bo pereyan hatime vir û
divê ez bikarim bêjim ku ez hatime da ku bi gelê xwe re bibim yek.
Bi salan e mirovên ku li wan kilaman guhdarî dikin, bi wan kilaman
digirîn, têdikoşin, dikevin girtîgehan, êş û janê dikişînin û her
wisa mirovên kêfxweşbûne hene. Divê kesên xwedî biryar di vî warî
de, ji bo pêkhatina hin tiştên girîng sozê bidin. Ev yek ji bo hemû
aliyan derbas dibe. Ez li her aliyê cîhanê konseran didim. Ji bo her
gel û neteweyê stranan dibêjim, lê gotinan stranan li Kurdistan û
Tirkiyê ji bo min tiştekî cudatir e. Ji ber ku welatê min û gelê min
e. Sedema ku ez bi salan li sirgûn mame jî ew e ku ew der bigihêje
jiyana xwe ya rastî. Vêca li wî welatî gotina stranan xwestek û
xeyala min e.
-
Ango hûn dixwazin bi şert û merc biçin?
Ez
naxwazim şert û mercan ji bo tu kesî diyar bikim. Lê divê ez bi qasî
giraniya xwe û rewşa xwe bi fêde biçim. Wî gelî bi salan li min
guhdar kir, navê min li zarokên xwe kirin û gelek êş û jan kişandin.
Ku ez vegerim, ez dixwazim hin kes kêfxweş bibin, ez naxwazim tu kes
xemgîn bibe. Ku ev yek pêk bên ezê biçim, heger na, 20 salên din jî
derbas bibin ez naçim...
-
Yanî hûn dixwazim
bibêjin ku hatina we ya ji konseran bila ji hêla komisyonekê ve bê
berhevkirin û bibe malê Weqfekê?
Erê,
erê, ez pere-mere naxwazim, ez Dibistan, Enstîtû û Weqfan dixwazim
DBERHEMÊN NÛ DI RÊ DE NE....
-
Albûma we ya nû kengê
derdikeve, gelo we navê wê diyar kiriye?
Navên
wan kifş nebûye. Min navên wan got, ji ber ku du berhem derdikevin.
Yek resîtal e û ya din jî bi orkestrayî ye. Bo mînak yek ji 10
stranan pêk tê û tenê bi saza xwe û bi stîla xwe ya berê dibêjim. Ya
din jî wê ligel orkestrayê be. Ango di nava yek paketê de du berhem
wê hebin. Hemû ne heman stran in, wê stranên her du albûman cuda
bin. Di vir de armanca min ne ewe ku ez albûman derbixim û pereyan
qezenc bikim, armanc ewe ku ez albûmê çêbikim û bidim gel. Ez
nikarim demeke diyarkirî bêjim, lê wê di demeke nêzîk de derkeve.
-
Li Almanya li
bajarê Frankfurtê jî xebateke we ya ji bo Weqfekê heye. Demeke dirêj
e ku hûn wê xebata xwe dimeşînin. Armanca Weqfa Çand û Muzîkê ya
Şivan Perwer çi ye?
Ya
rast, ev rewşeke ku girêdana wê bi çûyîna min a bo welêt re heye. Me
saz kiriye. Pêwîst e ku mirov bi berfirehî behsa wê xebatê bike.
Lewre emê careke din bi berfirehî li ser wê xebatê rawestin.
Çavkanî: Rojnameya Özgür Politika
Reportaj: Cemal Turan
Werger ji Tirkî: Selamo
|