|
Ji elmanî: Ebdulrehman Efîf
Paul Celan1.
Porê te na
Dest tije seet, wilo
tu hatî cem min- ez ştexilîm:
Porê te ne qehwerengî
ye.
Wilo te ew hilda
sivik ser mêzêna êşê, li wir ew girantir bû ji min...
Ew bi keştiyan têne
ba te, bi porê te ditijînin, û wî difiroşin li sûkên dilbijînan-
Tu di kûraniyê de bi
min re dikenî, ez digirîm bo te di kefa mêzênê de, a sivik dimîne.
Ez digirîm: Porê te
ne qehwerengî ye, ew ava derya didin, û tu keziyan didî wan...
Tu dipistî: ew
dinyayê bi min dadigirin, û ez ji te re valarêyek di dil de dimînim!
Tu dibêjî: pellê
daran têxe ber xwe – dem e, tu bêyî û min bimaçînî!
Pellê salan
qehwerengî ye, porê te na.
Spîndar
Sipîndarê, pellê te
spî li tariyê ditemaşe.
Porê dêya min
spînebûbû yekcarî.
Beybûnê, Ukrainê wilo
kesk e.
Dêya min î porzer
venegeriya malê.
Ewrê baranê, tu
dikevî erênayê li cem bîran?
Dêya min î bêdeng
digirî ji herkesî re.
Stêrka girover, tu
kevana zêrîn digerînî.
Dilê dêya min ji
risasê birînbû.
Deriyê berû, kê te ji
çengelan hilda?
Dêya min î nazik
nikare bê.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
1.
(Paul Sêlan)
Navê wî ê rast
Paul Antschel(Ançêl) e. Helbestvanekî elmanî ye. Li
Tschernowzy(Çêrnovitz) sala 1920 jidayikbû, dawiya nîsana
1970 xwe li Parîsê kuşt. Celan, di hindirê zimanekî xurt
şîfrekirî, pirr bi bandor, êlêmêntine ji suryalizma ferensî
û mîtolojiya cihûyan û simbolên fillehan bi hev re hûnan, di
zimanekî hişk û pirrê caran bê qafiye de. Helbesta wî a herî
bi nav û bang (Todesfuge) ye, ya li ser qirkirina (Holocausta)
cihûyan. Wî sala 1960 xelata Büchner bidestxist.
|