Royarê Amedî
Ew piyaw
Ji şewatên gewdeyekî ne pen
Ji hinava xewliyên xweziyan
Ji demine ne wek deman
Ji lerzîna kovan û leylanan
derbibû
Ji riswakirina nefel û dengê axan
Ji qedexekirina pirs û dirêrêjahiya wan
Ji asogiritina spîdeyên sibehin lerizî
bi gewde bibû
Ew piyaw
Ez bûm ,
gava ku, ez ne ezbûm
Sîtava min bû,
gava ku, ez,tenê,ez bûm
Bi rewrewkvedana “Orkêş”
hûnayî bû
Bi dilvîniya “ Waşokanî”
Strayî bû
Bi deslatdariya “ Înana”
dengvedayî bû
Li ser lêvên dayikine mishxt bûyîn,
di ciyografiya kêlîkên demeke narsîst de
rengvedana rewşine awarte bû
Ji xewneke penaber re,
dengvegeryanek bû
Ji lehengiyeke ne li dar re,
awazeke qurmiçî bû
Ji mişextiya temenkî bê jiyan re,
sîtaveke gewde kirî bû
Êzingê agiran bû
Gulle bû,
di sînga xwe de
peqîna pirsan bû,
di razgeha revyana hêviyan de
Zemîneke windayî bû, li gerdûnekê,
ku bilind nabe wek bejna xewnên wî
xewneke rizyayî bû, li penageha çivîkên ewran
xwen
xewn dimîne,
wek xwe dimîne,
qet belav nabe,
wek belavbûna beşên laşê wî.
Ew piyaw
Ji mirina xwe, dikeve mirineke din :
Ta ku dûmahiyên mirinê têde bikuje
Mirina wî,
jê re dengê nemirinêye
Mirina wî,
jê re dengê mirinêye
Di bin giraniya evîneke ji dayik nebûyî de
pişt xûz dibe
Direve sîbera ewê xewna bejin bilind,
dîlê wê dibe
û dîlê wê dimîne
Qerqerê xwe, li xwe dipêçe
û dadikeve cîhana jêrîn,
li bendî “Arîşkîgal” dimîne
Arîshkîgal,
dev û dest vekirî pêşwaziya wî dike
Dengê xwe, ji sîtavên xweliyan dikşîne
Û bi aşebayên – xwereng – re şer dike
Lehengiya xwe,
li ser rûperrine bayane tomar dike
" Bitenayî ,av dibe rewan ji xewnê re
Bi razeyî , ez dibim dengvedan ji axê re
Ev bû dengê min
gava min xwe ji xwe azazdkir
Ev bû maska min
gava ku ez bûm mask"
Ew piyaw
Piyaw bû , yan reng piyaw bû
Av bû , yan xwelîyek li ber ba bû
Derbirrîna bêrîkirina tiştan bû , yan geryanek li xwe bû
Hevhundirîya mirin û nemirinê bû, yan ji wan re heyvan bû
Ew piyaw ,
piyaw bû, yan rengpiyaw bû
Hevnêzîyeke xuristî bû,
di navbera kes û sîkan de
Hevcudahiyeke xwedayî bû,
di navbera xwekujiyan de
Li berbaketineke timyane bû.
de seretaya gav avêtinan de
Burandina demine buhirtî bû
Daxuyanerê awarteya sirûdan bû
Bi rengvedana yekemîn guneh\nifir
yekemîn sirûd vejîndikir
xuşîna baraneke ne baryayî bû
Lerzîna xewneke ne berdayî bû
Ji ber nifira peyxemberekî zixyane:
اللهم لا تجمع شمل هذه الامة
li xwe dibe nifir
Bi bendewarîyên vekirî xuyadibe
Bi peyvine qedexekirî bêdeng dimîne