| |

15.02.2005 Sebrî Silêvanî
Helwîst
û zimanê ( Ronakbîrê ) me..!
"
Tinê ew kesê aşinabûyî û ronakbîr, yê ku ji
sîhkariyê ne tirse, yê ku pêxemetî bêhtir tenahiyê û
rêkxistinê bo tevayiyê kar dike, tinê ew kes dikare
wê bike ya ku leşkerek berdar nikare bike, dikare wê
bibêje ya ku dewletek gehayî lûtkeya azadiyê nikare
wê bibêje ji ber ku dewlet dibêje: Bihizirînin wek
ku hûn bixwazin, derbibirrin wek ku hûn bixwazin
belê li demê pêwîst tinê bibêjin belê û lebê û milê
xwe keç bikin!" E. Kant
Pirsiyar: Ma ronakbîrê me weha ye ?
Mixabin ku ew ronakbîr – eger hebe jî –bûye tinê
rûnivîsek ji bo ramyarê kurd û peyama wî jî bûye
tinê wergêranek bo peyama ramyarî.
Ronakbîrên gelek neteweyan bi saziya peyrewê xwe û
damezrandina bîrdozan bûne hêma û pêşewa di dîroka
neteweyên xwe de belê ronakbîrên me dibin alavên
çewsandinê di dest kesên ramyar û xwedî desthelat
de.
Gelek bawe ku mirovê efrîner di her biyavekê de ji
biyavên kar û efrandinê bihê çewsandin bi taybet li
welatên bêyasa yan dagêrkirî yan jî li bin sîha
desthelatiya sitemkar de, belê, gelek seyr e jî ku
ew mirov bi destê xwe nasname yan rasteqîniya xwe
berguman bike.
Bisporî astek paye û bilind e û heya ku mirov bikare
bigehe wî astî gereke di hindek qonaxan re derbas
bibe ji bo ku hindekê rasteqîniya xwe hebe û di
encam de bihê pejranin û herwesa bide pejrandin jî.
Ez dê tinê li ser dû binema ji binemayên
rasteqîniya nivîskariyê birawestim û paşî hindek
pirsiyaran arastey - ronakbîrên - me bikim.
1) Helwîst
2) Ziman
Helwîst:
M. Kondêra dibêje : (( Baw e ku dektatorek çekên
giran bi kar bihîne û kujtarekê encam bide belê gava
ku helbestvanek ( ronakbîr) wê kujtarê pîroz bike wî
çaxî ew reswabûna cîhanê ye)).
Vêca, ronakbîrên me çi bi hemd çi jî bêhemd be, wan
kujtaran hemûyan pîroz dikin û aferîniyê li kardarên
wê dikin bi rêya pesn û çepik û nameyan û hemû jî bi
navê çand û wêjeya kurdî ji ber ku ew kurrên vê
qonaxê ne û bi navê wê vediwînin. Ev reftar bi
awayekê ji awayan derbirrîna derûna wan kesên (
ronakbîr) dike û herwesa dide xuyakirin jî ka heya
kîjan radeyî di avakirina xwe de deqisî ne.
Kesê ronakbîr ne ew e ku amrazên berdest bi kar
bihîne belê ew e yê ku bi amrazên xwe yên taybet
cîhank berdar ji nehiyê ava bike her wek Hîgl dibêje.
Belê ka em li ronakbîrên xwe binêrin ka kîjan
amrazan bi kar dihînin?
Wek helwîst, pirraniya wan di bercestekirina xwe de
weha dizanin ku çeprew û pêşverû ne û herdem hewl
didin wê cudayiyê di navbera xwe û tevayiyê de
biparêzin ji bo ku bibin xwedî taybetmendî lê ew
helwîst bi xwe berguman e ji ber ku ne li ser çi
binyadên mukum hatiye avakirin belê tinê yaxîbûnek e
bi wateya nerênî ji ketwarî.
Mînak : gelek ji ( ronakbîrên ) kurd ji bakûr
yan rojavayê kurdistanê di helwîstên xwe yên
kesayetî de xwe wek çeprew li qelem didin û şanaziyê
bi wî helwîstî û nasnavî dibin belê katê ku kêşe bi
başûrê kurdistanê ve girêday be - tinê mînak e - yan
deverek din, heman kesên ( ronakbîr) sed û heştê 180
radeyan dihên guhorîn û ew bi xwe seng û rasteqîniya
xwe kifş dikin. Ew nizanin ku hejî zîmar dihên dîtin
ji ber ku rûber û mewdayek mezin vala dihêlin û di
telezgeyek sincî û akarî de rûberî pirsiyran dibin
belê wek berkar çavên xwe diniqînin û ji xwe direvin
û gotina Homîrosî ji bîr dikin – ew jî eger
xwandibin – ku bersiv di firehiyan de peyda dibin
belê pirsiyar tinê di tngaviyan de.
Nexwe, ka pirsiyarên we gelî ( ronakbîran)? Ma
tengavî bo kengî ye?
Ma pêwîst e ku ez wate û têgehê helwîstî li bîr
bihînim?
Ji X. Xarsiya bipirsin ka çima xelatê nobel ne
pejrand?
Ji N. Mandêla bipirsin ka çima xelatê tirkiyayê ne
pejrand?
Ji Arif Zêrevanî jî bipirsin ka ji kengî de ew li
bendî xelatê Nobela Kurdî dimîne?
Nêzîke rêberên partiyên ramyarî li başûrê welatî dê
wî xelat bikin bi merc ku ew hewadariya reha
biselmîne û li ser welatperweriyê bêhtir kol bide.
Kesên ( ronakbîr) – bi rêjeyî - bi bistehiyek zêde
pankerewiyê dikin û weha dizanin ku ew helwîst e
belê ma qey helwîst weha ye?
Eger rast tu kesek ronakbîr bî, tu dê bikarî kesek
ramyar araste bikî û bi zimanê xwe yê wêjeyî, bi
rexneya xwe, bi bîrdoz û felsefeya xwe ( eger hebe)
çendîn ramyaran ava bikî belê demê ku tu xwe
dihavêjî ber sîbera wî û pesnê wî didî wî çaxî tu
jiyanê dikujî çunkî nivîskarê ( ronakbîr) rasteqîne
ew e yê ku jiyanê bihilbijêre û erkî ret bike ji ber
ku erk mirin e herwek C. Logaş dibêje yê ku çi car
negotî ez – ronakbîr - im.
Li catê ku tu wek ( ronakbîr) herî û dîdarekê li gel
filan yan bêvan rêber yan berpirsiyarî saz bikî,
kerem bike û wî dîdarî li gel zindaniyekê saz bike
ku bê dadgeh di qujbinên tarî de rojgara xwe
diqedîne ey bazirganê peyvê, yan li gel mafperwerekê,
yasazanekê, xwîndkarekê yan jî li gel paleyekê ji
ber ku ew pêwîst in û dikarin pirsiyarên çarenivîsî
arastey te bikin. Yan li gel kesekê ku pêdivî be ji
ber ku hatiye çewsandin û bêçar maye.
Li batê ku tu nameyekê bo filan partiyê yan bêvan
saziyê bişînî û tê de pesn û pankerewiyê bikî û li
dawiyê jî muhra xwe wek ronakbîr lê bikî, kerem bike
û nameykê bo wan binivîse ku mafê kesên ronakbîr
pêşêl nekin û hewl bide wan têbigehînî ku peyama xwe
zelal bikin li vê qonaxa hestdar ji ber ku biryar û
helwîst di dest wan de bende. Ku gereke yêdî peyva
azad ne çewsînin, dê kerem bike û pirsiyar ji wan
rêber, partî û saziyan bike ka rojê çend kesên
nalebar dihên çewsandin bi hoyê derbirrîna xwe ya
kesayetî?
Gelek zehmete ku mirov bibêje ( no) û gelek asane
ku bibêje ( belê û lebê ezbenî) û tu jî tinê ji (
Ezbenî) hez dikî.
Ez li kesê nagirim ji ber ku gelek kes dixwazin li
ber sîbera şêrî xwe biparêzin û rubîte bibin. Nanê
xwe dixwin û wek ku pend dibêje: (( Kî dayka wan
mehre bike ew bavê wan e)).
Dibe ev pend li hindek cih û zemanan saz be, belê,
li nava çîneya ronakbîran şerm û tawanek mezin e.
Ziman:
M. Haydîxer dibêje ku ziman afrînere, dikare heriştî
biafirîne û ava bike.
C. Logaş jî dîsan li me vedigere û dibêje ku
ziman cuda ye ji axivtinê, lê, ka em pirsiyar
bikin ka nivîskarên ( ronakbîr) me zimanî bi kar
dihînin yan tinê diaxivin?
Zimanê ferhengî.
Zimanê derbirrînê.
Gelo eger zimanê ferhengî nebe mirov dê çawa
bikare zimanê derbirrînê peyda bike?
Eger hizr
pêkhînerê peyamê be û ziman derbirrînerê wê peyamê
be, kîjan zimanê we dê peyama we derbibirre û
bigehîne?
Heya niha bêhtiriya wan bi zimanên biyanî
dinivîsin, zimanê serdest, û her car jî li demên
giftûgoyan wek mehane dibêjin ku rûxsar yan naverok
kurdî ye û ya giring ew e, lê, ez bawer dikim ku ew
– uzra ji qephetê mezintire-.
Kî ji wan ronakbîra heye ku dikare gotarekê bi
zimanê kurdî binivîse bêyî ku peyvên biyanî bi kar
bihîne belê bi merc ku ew gotare wek karek çandî -
wêjeyî rasteqîniya xwe biçespîne, ku zimanê wê
zimanek rewan be û ne tinê axivtin yan suhbet be yan
jî vegêran be bo bûyeran û bi awayek gelwaz?
Ziman binemayê karê wêjeyî ye, lê, bêyî wî zimanî ew
dê çawa bikare efrandinê di wêjeyê de bike?
Ez na xwazim dîsan li ser pirsa zimanê kurdî yê
lihevhatî birawestim çunkî hêj kes hene û wê wek
mehane bo kêmasiyên xwe bi kar dihînin belê ez dê
tinê pirsiyarekê araste bikim û paşî gotina Baxînî
li bîra wan bihînim.
Pirsiyar: erê çawa kesek bê ziman ( zimanê
ferhengî, zimanê derbirrînê, ziman wek teknîk,
zimanê xeyalgehê) dibe nivîskar yan ronakbîr?
Li dawiyê, ne ez belê Baxtîn dibêje: Nivîskar gerek
e bêlayen ( serbixwe) be da ku çi peyrew, felsefe
yan îdolojî bandorên nerênî li ser werar û dahênana
wî nekin û bi ser de zal nebin!
Herwesa dibêje jî: Nivîskar dikare îdolojiya xwe ya
kesayetî di nav ya civakî de bibuhujîne û di encam
de îdolojiyek bijarde û taybet pêşkêş bike û weha
karê wêjeyî dikare xweristeyek serxwebûyî biafirîne!
dawî
.....................................................................................
Ferhengok
1 rûnivîs
نسخة
2 ramyarî
سیاسه
3 peyam
خطاب
4 peyrew
نهج
5 hêma
رمز
6 çewsandin
قمع
7 baw
عادی
8 seyr
غریب
9 binema
مقومات
10 çeprew
یساری
11 pêşverû
تقدمی
12 yaxîbûn
تمرد
13 ketwar
واقع
14 hejî zîmar
مثیر للشفقة
15 rûber
مساحة
16 mewda
مسافة
17 telezge
مأزق
18 akar
أخلاق
19 hewadarî
ولاء
20 reha
مطلق
21 kardar
ذو مهام
22 berkar
رد فعل
23 rûberî
مواجهه
24 pankerewî
تملق
25 erk
واجب
26 pêşêlkirin
أنتهاک
27 ho
عامل - مسبب
28 çîne
طبقة
29 mehane
مبرر - عذر
30 gelwaz
تسلسل
31 werar
تطور
32 buhujîn
أنصهار
33 Koldan
مساومة
|
|