|
Seyid
Feysel Moctevî

Mamosta Ebdurehman Şerefkendî li sala 1920ê de li
bajarê Mehabadê de hate dinyayê.û li gundê devr û
bera Mehabadê û Bukanê li nav hicrê feqiyan da dersa
dînî xand hêj icaze nevergirtibû babe vî ço ser
rehmeta xudê û ev mecbûr bû dest li xandinê bikişîne
û êtîmê babe xwe xweyî ke.hêşta 17 salî bû ku dikeve
ber mal û maldariyê.ev jî bi rebenî û jariyê.li
Mehabadê dizevice ema kebaniya vî bi nexweşîna
Tîfoyê dimre.
Ev ber
hesreta dildara xwe Mehabadê cîde dihêle û diçe
bajarê Bukanê.û li vê jinke din dixaze binavê Meisûm
ku diya zarûkên viye.
Mamosta Hejar lavekî 20salî bû ku dest nivîsîna
helbestan kir. Ev xandin û nivîsîna kurdî xwe fêr bû
çonkû zarûtiyê de evîndarê Kurdistanê bû. Ev tew
helbestên Melayê Cizîrî,Ehmedê Xanî,Vefayî,Hacî
Qadirê koyî û Xalemîn aşina dibe û ji helbestê van
teisîrê digre û dest bi helbestê kilasîk dike û li
24saliya xwe de li Kurdistanê de meşhûr dibe.
Li
24saliya xwe de li bajêrê Seqizê de dikeve hebsê
de.û dema li zindanê derdikeve direve û diçe Îraqê û
tûşî derbideriyê dibe.li şoreşa Mela Mostefayê nemir
de hevkariyê dike.li devrana Şahîtiya Îraqê de
dubare li tirsê polîsên Îraqê direve û diçe Sûryê û
Lubnanê û Misrê du salan li Sûryê û Lubnanê dibe û
jin û zarûkên vî jî diçine vir.
Piştî
nigûn bûna şahîtiya Îraqê dizivire Kurdistana
Başûrê.livê dimîne heta ku şoreşa Mela Mostefa
şikistê dixo ev jî tev Barzaniya mala xwe cîde
dihêle û berev Îranê tê û li bajarê Kerecê de dimîne
û dest bi nivîsandinê dike.heta sala 1990ê ku diçe
ser dilowaniya xwe.û termê vî helbestvan û nûserê
netevî li Mehabadê de dispêrine axê.li mamosta Hejar
4kur bi navê Şêrko,Agirî(Mostefa),Zagros û Xanî bi
cî mane.
Ya
gotinêye ku îro mocessima vî helbestvanê neteviye
Kurd li zadgaha xwe mehabada serbilind da vekî
nigehbanekî dayimî hinda dervazê vî bajêrî ravestaye.
Berhemên vî 24 pirtûkin :
Alekok
Vergêra MemoZîn bi soranî
Vergêra Şerefnamê bi kurdî
Dîwana
helbesta Bu Kurdistan
Çarînekanî Xeyam (verger)
Henbane Borîne (ferheng)
Vergêra Quranê bi kurdî
Vergêra Qanûna Ebû Elî Sîna bi farsî
Şerha
Dîwana Melayê Cizîrî
Sifra
bê biraneve (vergêra pirtûka Şerîetî)
Çêştî
Micêvir( serbihoriya vî)
Li
Mehabadê heta Bexdayê
Mamosta Ebdurehman
Şerefkendî serbihorya xwe bi vî terzî dibêje : ez li
sala 1920ê de li rojkî baranî de li hawînê li diyekî
16e salî û babekî 48salî li bajarê Mehabadê hatime
dinyayê.babê min mella bû. Emma şola melatiyê
nedikir. Babê min dikan hebû û pê vê xweş dibihorand
û jînavî li dost û refîqê vî baştir bû.
Paşî bûna min eşîra
Şikak
hêriş anîne ser Mehabadê û xelikê bajêr talan kirin
û mala babê min jî bê par nema heta landika bin mide
derêxistibûn û ez havêtibûme ser axê û çobûn.babê
min hemû malê xwe li dest da û paşan hêdî hêdî veza
jîna xwe baş kir.
Ez du salî bûm ku
dayika min ço berehmeta xudê.piştî hingî jinek
bîhanî bo du salan ez xudan kirim.vextê ku ez bûme
4salî babê min jinek din anî û ez bûme xudanê
jinbabê û li zarûtiyê de ez li mehebeta dayikê bêpar
bûm.
Babê min du sala ez
şandime mizgevtê ku fêrî Quranê bim emma ez kurd bûm
û Quran jî erebî bû ber vêhindê ez heta du kelîma jî
fêr nebûm. Paşî du sala babê min destê min girt û ez
birme bal Mele Rehman ku medrise hebû. Medrese odek
tarî bû ku feqet derê vê re nûr dihate jor.ev ode
xanî ve zeliqî bû ku tendûr tê de bû. Vextê tendûr
dihlkirin ev ode tejî dûkel dibû û çavê zarya sor
dibû û rondik dikirin vextê ku dihatine derve bizor
rêka xwe didîtin. Ca meta Amîn jina Mamosta Mele
Rehman hemû rojê tendûr dihilkir û nan dipat û
dibirê bazarê û difirot.
Vextê ku ez û babê
xwe gihîştine bal Mele Rehman babê mi gote Mele
Rehman min kurê xwe aniye bal te ku tu dersê jêre
bêjî.Mele Rehman gote babê min tu çawan didî tehvîla
min.babê mi gotê goştê vî bote hestiyê vî bomin.
Yanî hindê lêde bomirinê.gotinê wan rengê marebirîna
bûka dida. Paşan Mele Rehman got her sal dibe tu du
hesîla bo roniştinê û her heyvê qiranekê pare û her
eyînyek 4şahiya bo heqê av vexarinê bidey min.
Min hesîlekî taze
gel xwe biribû vextê çavê meta Amîn kete hesîla min
got kurê min vê hesîlê bide min ku ez nivêjê ser
bikem û ezê hesîlke din bidme te.
Min dîsan dersa
Quran û şerîet li vê medrisê de despê kir. Mele
aliyê jor dirûnişt û nedkarî li ciyê xwe rabe û me
tenbî ke em 20kes bûn mele bo tenbî kirina me alaşke
dirêj bal xwe danîbû ku digihîşte hemû aliyê odê
heger keskê qise bikira naw serî dida. Heger rojkê
mele medrisê de neba meta Amîn dibû cênişînê mele û
heger ev jî neba me rêka xwe digirt û em diçone mala
xwe.
Ca heger keskê ders
nexandiba yan bêterbiyetî kiriba vê rojê wavêyla bû
darê felekê dianîn pêyê zarûkan pêve girêdidan û pê
şivkê ter bin pêyê wan didan.
Rojekê vextê ku em
medrisê de bûn bû gurêna balafira û şerqe şerqa
topên şer em tirsiyan û me dest kire giryanê û Mele
Rehman jî tirsiyabû û reng sûretê vî de nema bû.
Gote me herne malê xwe. Zarû lev belaw bûn û her yek
ço mala xwe. Vextê ku ez giheştime mal mi dît ku
babê min keyfxweşe.mi sebeba keyfxweşiya babê xwe
bisyar kir.babê mi got : Mele Xelîl
bu mana şaşikê gel devletê şer dike û kêm maye
hêzên devletê li Mehabadê derxîne. çinko Riza Şah
destûr dabû nabe kes şaşikê bide serê xwe. Ev şere
heger çi ser şaşikê bû, emma hisa nasyonalîstiyê
vicûda mi de çêkir ku heta axira omrê min gel mide
ma.
Dema ku Mele Xelîl
şikest xar em bu ders xandinê çone gundê Birhanê Li
mabeyna du bajarê Mehabadê û Bukanê. Omrê min 9salî
bû dema ku ez bûme feqî û devletê çi heq û hiqûqek
nedida feqiyan û jîna feqiyan bi xelkê bajar û
gundan bû her roj feqî diçone ber derê malan û
ratiba xwe divergirtin û tînane hicrê mizgevtê de
pevre dixarin. Min devrana feqîtiya xwe gundê Birhan
, Pesvê , Turcan , Kermendarî li naw eşîra Mangur de
bihorand.heger çi mi pirtûkê dînî baş nezanîn emma
mi li derbiderya xwe de zilma xan û erbaba li ser
gundiyên feqîr û reben hiskir.
Emma pê vê
bedbextiya ku mi hebû hindek caran jî diketme naw
evînê û li vê evîndariyê de ez gelik giriyam. Ez du
sê caran aşiq bûm û hemû caran mi evîna xwe de
şikist xar çonko ez feqîr bûm û min xeyrî cindîtiyê
zêde tiştek nebû keçik mi razî dibûn emma qanûn û
yasayên neseraste welat icaze nedida ku bab û dayk û
axayê gund kicê xwe bê pare û pêşkêşî bidene kesekê
ku hejê dike.
Eger çi min li işqa
kiçan da şikest xar emma ev bû sebeb ku ez bibime
evîndarê welatê xwe. Camî helbestwanê nawbange Îranê
dibêje rojkê mirivek diçe bal şêxekê û dibê ez
hatime ku bibme morîdê te. Şêx dibêje tu çicara
aşiqê keçkê bûyî. Dibê na şêx dibêjîtê here hej
kiçekê bike ku mehebet bikevîte dilê te.
Ez jî li vê rêkê de
çom heta bûme aşiqê Kurdistanê û li vê rêyêde min
çicarî hizra mal û zarû û jin û kesûkaran nekir û ez
li çitiştan netirsiyam.
Temenê min 17sal bû
ku babê min li gundekî dûrî bajêr bê duxtor û derman
li ber zikêşê mir. Bu min sê piçûkê jinbabê du bira
û xûşkek û mangeyek û zevyeke dêm û sêsed tûmen qer
cîda hêla. Ez mecbûr bûm dest li xandinê bikêşim û
bêm vî mîratê giran bi pişta bê tecrobetiyê hilgirim.
Li xandina wan çend salan de ez fêr bûm ku Farsî
bixûnim û kit kit Erebî jî dizanî bi xandina çend
kevne pirtûkê dînî. Mi zevî kêlan nedizanî û ber
hindê zevya xwe da icarê bi sed pûtê genim. Hindek
jî nawmala kevn me hebû me ev dane çar bizina ,
bizinê me zêde kirin. Mi gel şirîkekê de hindek
totûn û bostan çandin. Yêk du salan piştî mirina
babê min jiyana me nexweş derbaz bû. Li seranserê
zistanê de me nekarî kîlokî penîr yan şîrêj bikrin ,
me nanê tirsî xwar. Jinbaba min salekê paşî babê min
mêr kir. Zêrê xwe û hindek nawmal jî tev xwe bir û
sê zarûyê siwa êxistine sokra min ku yê mezin 9salî
û yê biçûk sal û nîv omrê vî bû. Destê min erd û
esmana qetiya. Ca mi çi xwelî bikira naw serê xwe?
Emma menşûre ku dibêjin : dil feqîriyê nizanît.
Li gel hemû feqîrî
û reben û jariya xwe ez dîsa bûme evîndarê kiçikekê.
Gundê me ketiye çiya de gelik sîrik têde şîn dibe.
Gundê cînar de keçik têne sîrika. Dilê mi kete yeke
wan, evê jî heje mi dikir. Ez çome xastina vê. Babê
vê mirovkî diz û mirovkuj bû ku xelk lê ditirsiya.
Gote min dibe ez mala te bibînim. Mi gotê neyê mala
min çi têde nine, heger tê kiça xwe bidî çêl û kerê
min dibe ev bêne xastinê. Eger îro tu keça xwe bidî
min û sibedehî ez kasib bim ma tê mi bistînî? Ez
dişêm te bilêbînim û biçim hindek tişta li cînara
bistînim û danme mala xwe û hindek bizina jî heta ku
tu bibînî. Emma ez heta niha sê caran li evîna xwe
naomîd bûme heger vê carê jî naomîd bim çilê nayêt.
Ca vextê gotinê min bihîstin kabra pê mêraniyê got :
heger kiça min bi te razî bît ezê her pê vî kirasa
berda bidme te. Kire gazî kiça xwe û lê pirsî, ku
aya tê vî mirivî bikî? Evê jî her vekî kiçekî modêrn
got,belê,gelek keyfa mi pê tê. Heger ev jî nebe ez
çi kesê din nakem.
Ev jine bû sebeba
dilxweşiya min û xem û derdê hejariyê li min dûr
kirin. Koxtikê tariye min pê hatina vê mire bû
biheşt, nanê tirsî gel vê de bu min risqê mîran
xweştir bû.hingî ra kenî kete ser lêvê min ku ev
hewala min hate naw mala min. pêpalê vê me hat û li
bin sîbera malkirina vê de me karî toza feqr û
nedariyê li ser milê xwe daqutin. Me herdukan pevre
tutûn diçand û hinek zeviya xwe jî dida icare, rizq
û kincê me be diderketin. Evê jinê bildî şola derve
, şola nav malê veko meşkê û nan patinê bi başî
dikir û li zarya jî hişar dibû her veko dayka wan
belko zêdetir. Hêdî hêdî ketme xweşiya. Mixabin
felekê izna mi neda ku ez xweşiya de bijîm.
Min û vê jinê sê
sala pevre derbaz kir,ev li bêbextiya min nesaxiya
Tîfo li bê derman û duxtor mir. Dîsan tarîtiyê perda
xwe ser jîna mi re kêşa. Nexweşî vekî şirîke birayan
mi xirbûn, mala min bû zindan.jîna mi bû jehra
helahil.hemû arezûya min ev bû ku ez jî bimrim û
dûra biçim. Emma mirin bu bedbexta dest nakevît.
Ezîztirîn kesa min hewala jiyana min dest mi derket,
ez ketme dest û lepan û min rohnikê bêfayide
rijandin. Vel mi hat ku min çavê dîtina mala xwe bêy
vê nebû. Ciyê razana mi li min bibû qapûs û mi
nedkarî livê razêm.
Hemêşe sîbera vê
ber çavê mi bû. Mecbûr bûm li vî gundî dûr bikevim
heta ku ev bîra mi biçît. Mi mala xwe bire bajarê
Bukanê. Ez gelik jî qerdarê mêrikekî Bukanî bûm. Li
tirsê vê hindê da ku diravê vî neçîte avê de
500tûmen dane min ku ez alvêrê pê bikem,belko
devlemend bim û diravê vî bidemê, ez bûme şirîkê
mirovekê û me dest bi kirîn û firotina titûnê kir.
Vê şolê da mi
şansekî baş hebû. Mi şêya qer û merê xwe bidim û
tiştik jî mire ma, paşî sal û hindekê mi li Bukanê
jinekî din anî ku dayka zarûyê mine, heger çi mi ev
jine pê işq û aşiqiyê neynabû û tesadifî çavê min
pêket. Emma evê şêya birînê min derman ket û xema
jina mi ya pêşte li bîra mi bibet.
Rastî ez gelek
caran dibêjim : ez ku hemû tiştan da bedbext bûm û
min jiyana xwe da nexweşî dîtine û min bi feqîrî
jiyana xwe derbas kiriye, felekê hind başî li gel
min kirine ku li her du jina de ez xweşbext bûm. Her
du caran min arezûya jîna xelkê nekiriye û ez gelek
li bextê xwe razî bûme.
Dukana Nexaze rojve
ciyê xirbûna cemaetê bû. Livêda gelek caran basî
azadiya kurda dikirin.emma feqet gotin bûn.dilê mi
jî se kurda bû û mi hez dikir ku kurda jî xwe re naw
û nîşanek hebin,emma mi nedizanî ku kurd boçi
bêparin,mi dilê xwe de hez dikir ku kurda xwe re
padişahek hebin.û zaryê kurda jî xwe re şahek
heban.ev arezûye bû sebeb ku ez fêrî xandina kurdî
bim.bîra midaye ku min û Zebîhî zor kêm Farsî
dizanî.me pirtûkek binawê (Encimena Edebiyata Kurd)
dest xwe ve anîbû û me kire bin çengê xwe û em çone
nêzîkî pira Sor li naw şikevtekê da me dixand.me baş
nedizanî em bixûnin.
Tête bîra min me
ser ev helbesta Şêx Riza :
Xizmîne meden pence
le gel eşretî Cafa
Mêrûle neçê çake be
gij qulleyê Qafa
Me vihe dixand : (mêrûle
lebxê bekosir qlle Qafa) min digot vereng nîne çiko
lenge.Zebîhî digot ez leng û menga nizanim emma
meinaya vê çiye? Me qirar kir ku ez li babê xwe
bipirsim.kitêb pexela mide bû û ez bi tirseve diçom
çinko babê min hez nedikir ez kitêbê dersî zêdetir
tiştik din bixûnim.şevekê bi tirsetirs mi babê xwe
pirsî:babo heger ez tiştekê te bipirsim tu tore
nabî?got ne.kevne kitêba xwe min paxla xwe de
derêxist û ev helbeste lê pirsî.gelek mi kenya û
paşan serasta vê mi re xand û got heger tu hez dikî
ewane bixûnî gel min vere.em çone naw hevşa mala
xwe.babê min hindekî erd kula sandiqekî kûşkeye asin
ku ciyê fîşenga bû bin erdê de derêxist û daqota û
himbêzek pirtûkan derêxistin.dîwanên Nalî, Mehvî,
Kurdî, Herîq, Şêx Riza û gelik helbestvanên din jî
têde bûn. Min hemû şewan bu vî dixandin.babê min
gelik li wan helbestan ezber bû.xeletê mi jî serast
dikirin.vextê ku me xandin xilas dikir kitêb dikirne
naw sandiqê de û carek din dikirne bin axê de.hemû
şevê eve şola me bû.
Pê vê xandinê ez
fêrî xandina kurdî bûm.bo hindek kesa kitêbê Îraqê
dihatin ewan jî didane min û min dixandin.helbestên
Hacî Qadirê Koyî û Melayê Cizîrî û hindek helbestên
din yin netevî min ezber kirin.
Ez jî bi feqîtî
gunda ketibûm.rojekê ku min gundê ûçtepe dersa
feqîtiyê dixand kake Rehmanê Hacî Bayiz Axa ku
axayekî edîb bû hat û sera hicra feqiya da.livê basa
helbestên xweş hatekirin.çend xezelên Erebî li bara
firaqê da xandin.paşî got hûn hez naken ku ez çend
şêirê kurdî bû hingo bixwînim?vextê ku zanî em hez
dikin tercîibendek bo me xand.ku helbestê Xalemînê
Qisqelayî bû.mi nezanî evî şeirê çi teisîrek danî
ser hewalên mi. belê ez dizanim ku gelek teisîr li
ser min danî û tewavî bedenê mi lerizî. Ez rabûm û
min destê kake Rehmanî maç kir.mi xast ez vê
helbestê binivîsim .kak Rehman gote min, min sûnd bu
vî xariye ku kes nabe vê helbestê binivîse.çonko
ditirsiya neke bikeve destê dijmin.
Vextê ku ez li vî
naomîd bûm.sibekî zû ketme rê ku biçme gundê Qesqela
û rêya vê bi peyatî sê roj bû.ez du roja peya çom
heta gihîştime bajarê Sablaxê(Mehabadê) livê gotine
min Xalemîn lêreye.ez gelek dû geryam heta ku min ev
li mizgevta Rostem Beg da dît.bi giryan û ah û zarî
mi gotê:ez aşiqê wan helbestê teme.tu wan helbestê
xwe bide min. Xalemîn haşa kir û got :ka gez,ka
parçe,şeirê çi,kake Rehmanê çi?babê min villa mi
şeir tune.ca tu şêt bûyî ma mirov sê roja rêka peya
dide ber xwe ev jî ku bikevîte dû şeirekî qaçax.tu
dînî here mêjkê xwe derman ke.xuda dizane ez dest li
gun dirêjtir zivirîm.
Êdî gelik pêneço ku
babê min mir.mi dest li xandinê kêşa û hatme gundê
Terxe ku mala me vir bû.ez li dinyayê bêxeber bûm ku
gêre û kêşa nan peyda kirinê kete istûyê min.emma
fikr û xeyala wan helbestan li serê min neço
der.vextê ku min nekarî wan helbestan dest xweve
bînim,mi xwe dest bi gotina helbestan kir.mi jî
tercîibendek li ser vî veznê dana û bi vê endazê.min
bo yek û du hewalên xwe xand.keyfa wan pê hat,yan jî
li ber dilê mi digotin başe.belê min xwe dizanî ku
helbestê min li meina,senetê edebî û rewaniyê de
nagehine helbestê Xalemîn.li daxê xwe de ez zêdetir
disotiyam.min hewalek hebû navê vî Mela Rehmanê
Navik bû.gundê wan jî nêzîkî gundê me bû.ev li
Sêvedînê û em li Terexe bûn.car û bar ev dihat sera
mi dida û hinik caran mi sera vî dida.ev kurekî zor
dilsoj bû.dilê gelik kesan bal vî bû.mi jî gelik
heje vî dikir.heger em gihîştibane yêkdu me bu hev
derd dil dikirin.
Rojekê çome Bukanê
şevê çome taxa Şêxler li mala Kake Rehman mêwan
bûm.şevê basa helbest dikirin.mi jî got mi dostekî
şayir heye û naxazît kes navê vî bizanît.hindek şeir
gotine.bihizra min baş ninin û kêrçi nayên.min
hindek li wan helbesta bu Kak Rehman xandin.sibêzû
ku ez rabûm û min xwe bu çonê hazir dikir,gote min
ezê te siwarî rêkim û xulamekê jî bidim gel te.yan
tê wan helbesta mi re binivîsî yan çavê te malê
nakeve.her çi min got bêfayide bû.emma sûnd xar ku
çicarî navê mi neîne.kake şeir ezber kiribûn û
meclisa de dixand û xelkê xwe re dinvîsîn,heta velê
hat ku pêş hingê de ku ez bigîjime Sablaxê,gelek
hewalê min xwe re nivîsîbûn.
Şewa din çome gundê
Qaqlave û li mala verzêrekê miwan bûm.roja din her
çend heva nexweş bû ez çome gundê Mûsa Kendî şevê ez
mame mala Sofî Sadiq.sibêzû dibe ez li ciyayê
bilinde (Gule Zerde) ser bikevim.gotine min xetere
îro dê bibîte bager.min çar tûmen dane kabrayekê ku
gel min bêt.
Birastî tehlikeyek
ecîb bû,ne çavê min divebûn ne çavî kabrayê beled li
ber bagerê.belê evî rê dinasî,mi xwe pişve
kemerbenda vî ve girtibû û evî ez dû xwe ra dikêşam.
Pitir li hevtê
mirovan naw çiya de gîr kiribûn û rêka xwe
nedinasîn.kabrayê beled got:ezê vî feqiyê ser bêxim
û paşan ezê bêm ve rahnimayî kem.lêre ra kabra
zivirî.bayekî tind dihat.ez ser jorda bezîm.xavka
min çiqla darê ve ma.mi got hemû tiştê min dest çon
bila xavka min jî tere be.çome gundê Berdereş ser bi
bajarê Banê.çome malekê kû du jin û kiçek têde bûn.
Roja din her bi
nebeledî çome gundê Sertezên mala haciyekê bûme
mêwan.xweş suhbet û sexî bû.pênc û şeş mêwanê din jî
hebûn.siba zû ku rabûne nivêjê hacî got hêdî baxivin
ku feqî hişar nebe vektiştê fêrî nivêjê nine.vextê
ku ez xewê rabûm hecî ez gurc û pêç kirim û saq û
gore kirne pêyê mi de û ez ispartime pisporkê ku mi
hişar be.vê rojê li naw rêkê de befrekî giran li ser
me de barî.şevê em çone gundê Siyavme li naw cengelê
Çixordaye ser bi bajarê Banê.ez feqî bûm û min
pêşnivêjiya wan dikir û gelek dua jî wan re dikirin.
Şevê nanê genim û
nanê garis bu me înan.sibêzû min nivêj bu wan kir û
ez razam.paşî têştek dereng ez li xewê rabûm.min dît
ku hemo xelkê gund dortadora dîvanxanê
rûniştine.gotin feqî nivêja te gelek ser dilê me
bû.heger lêre bimînî emê pênc bizinan û zekatê bidne
te.here ser kaniyê raveste bera xwe bide keçikan
dilê te kete kîjanê emê te re mare ken.bibe melayê
me û zarûkan re dersê bêje.min bi hizar derd û
belayan xwe li destê wan xilas kir.ez vê rojê der
ketin befr gelek barîbû.rêke li min vina bû û ez
birsî bûm û gelek vestiyayî.paşî nivêjek dereng min
şûnpêyê nêçîrwana dît û ez ketme dû devsa wan
re.çome gundê Bilesen mala kevxuda de.vextê ku ez
rûniştim jin dihatin berê xwe didane min û
diçon.paşan yêk hat saq û gorê min derêxistin û
befra ser kincê min temîz kirin û gote min rengê te
gelek zer bûye me fikr dikir tê niha bimrî.
Vê şevî ez come
mizgevtê.siba zû çodarê Îraqî ku bizin hebûn
diçon.ez jî ketme gel wan de.dibe befir pê pêyan
pêpes kiriban (qutaban)heta ku bizna bikariba
herin.heta paşî nivêjê ez gel wan da bûm pêyê min
gelik cemidî bûn.min gote wan ezê herim rêkek nîşa
mi dan mi baş nezanî.paşî cida bûna wan rêka min
bezir bû.hindekê çiyayekê re comexar reşatiya
gundekê kete ber cave min.min fikir kir ku evê her
ev gunde ku evan digot.serberevxar nav cengel de rû
bi gund diçom.paşî sietekê rêveçonê ez giheştime
ciyekê ku befravê çobû erdê vê hilû bû ez zeliyam û
girêl bûm heta giheştime berekê mi xwe girt.
Dema min berê xwe
da bin xwe re gelik kûr bû bi endaza malkî du tebeq
dibû mi hindî xwe kevir ve digirt mi nedikarî ez se
bikevim sele berkî hilû bû pêyê min çiciha bend
nedibû.mi ne rêka paşta çonê hebû ne ya pêşte
çonê.heger ez livê bimabam yan dirinda dê ez
bixarama yan jî ezê sirêbibrama.bin mire befir bû
min çi çare neman mi evil kopal û xorcika xwe avêtne
xarê.paşan bineçarî min jî xwe vî kevrî re avêt.ez
befrê de bat bûm paşî gelek xwe kotanê mi karî ku
xwe li nav befrê bikişînim.destê min cîderketibû
dema ez li nav befrê derketim min kobal û xorcika
xwe jî peyda kirin û ez hêdî hêdî berev reşatiyekê
çom kanî bû vextê ez nêzîkî kaniyê bûm dazde sehê
gund hêriş anîne min.min bi destekê li xwe difai
dikir kêm ma bû ev mi jevderînin ku cahêlek bi mere
ve gihişte min û ez li wan seyan xilas kirim.
Ez gel xwe birme
gund em cone mala wan. mala xwe de ev û xûşka xwe
tinê bûn.mala wan teng û tarî û ritûbî bû ez gerim
kirim û çavke mêvûja mire anîn û hostayê sinixçî
anîn destê min girtin.
Piştî nîvro ez mal
derketim û kurik rê nîşa mi da û ez berev gundê
Encîne ser hedê Îran û Îraqê ketme rê.mi xwe gehande
gund û çome mala Xelîfe Salih û şirîkê min yê çodarê
xudanê bizina jî giheştibûne vir.roja din ez tev
xudanê bizina ku Îraqî bûn berev bajarê Silêymaniyê
ketme rê. Min kes nas nedikir.ez ku xudan jin û mal
û zarû bûm niha tinê mame.min pirsa misafirxanê
kir.gotinemin tu Îranyî te nasnameya Îraqê nine
polîs dê te bigre.hotêlik nîşanî min dan û ez çome
vir.
Şevê çome qehvexanê
kete bîramin ku min dostek heye ku xelkê
Pêncivînêye.emma Pêncivîn bi zilzilê xirab
bibû.mirovê vê çobûne bajarê din.dibe dostê min
hatibîte vira.min kesekê pirsî: erê mala Ebdillayê
feqîye helbestvanê Pêncivînê lêre nine? Gote min
belê dikanek li ser cada teze heye.şevê çome himamê
û sibê çome kitêbfiroşiyekê û min pirsî. Dikana Mele
Ebdillayê feqî nîşa min da.ez çome jor û min silav
kir.
Ez nas nekirim.min
got ez Hejarim.vextê zanî dest bi giryanê kir.min
gotê giryan lazim nine. Şolekê bike ku kes nezanît
ez lêreme.got belê kesek heye dibe bizane.ezê biçim
bêjmê.ço paşî kêmekê hat û mêrikek pîre eynekiye
simbêl tiraşî ku ran û bergûzê pînekirî ber da bûn
gel xwe anî.evî dûrve kire hewar û got êtîm heger
reben polîs bizanît xo dê te bigirît.paşan dildarî
dane bedilê min û got rabe biçin ez birme mala xwe û
gelek hirmeta mi girt û got lêre mala xwe bizane.
Ez vê
male de gelek biste bûm. Bu nan û çavê mi xwe digote
jin û zariyê vî mire bînin.navê vî mirvî Mîrza
Rehman Baneyî bû.birastî ev bu min mamostayekî
meinevî bû û her vereng pişt û penahê feqîran
bû.eger çi bixo jî feqîr û destteng bû.emma baştirîn
kesek bû ku ez di jiyana xwe da gel de aşina
bibûm.belê bidaxeve îro ku li kurdan babek peyda
bûye ev dilê axê de razaye.rihê vî şa û ser qebrê vî
hemêşe pir gul û giya bin.
Ez li
avrîla sala 1948ê de çome Bexdayê.li vê de rût û
birsî û belengaz bûm.mi ziman nedizanî.çi kes
nedinasî.ez xanyek nebaş da dijiyam ku basa nebaşiya
vê bi kitêbkê tewaw nabe.çiko erzan bû.dema ku ez
çome Bexdayê min 16dînar hebûn.mehê du dînar icara
xewa mi bû.ez sibê heta êvarê dû şolê digeriyam.min
feqet dizanî bêjim (şoxol)min digote kê serê xwe
dihijandin.
Rojekê
kabrayekê bi zimanê kurdî li min pirsî : tu çi
kareyî?min gotê kurdim û xerîbim û ziman nizanim û
şol dest min nakeve.gote min tu kurdê Sablaxêyî?mi
gotê belê.gote min ez jî Sablaxîme û
cihûme(izraîlî)û nave min Pirmiyaye.ezê te re şolê
peydakem.xast pare bide min, min qebûl nekir.mi gotê
min pare mift nevêt.ez bi nan xarinê deivet kirim mi
qebûl kir û min danekê têr xar.reng û rûyê min vebû.
ca paşan gote min here lali Meneşe bêjê bila şolekê
bide te.
Dema
çome lali Meneşe û min gotê pirmiya ez rêkirme ku tu
şolekê bidey min.gotemin başe here sere mehê vere
ezê şolkê te re peydakim.ez hatim mi gote
Pirmiya:7roj bu serê mehê maye.ez wan 7rojan de
çibkim?gote min here tekya Xevsê Geylanê dîwanxana
Neqîb.kabirayek livêye,navê vî Hosin Kernaçiye.xelkê
Sablaxêye.bêjê Pirmiya ez şandime bal te.bo min şolê
peydake.ez çom mi Hosin dît.pîremêrekî qise xweş bû
ser kursiyekê rûniştibû.qelyan dikêşa ez jî yêke
rebene qirêjû bûm.mi gotê Pirmiya ez rêkirme.gote
min tu Sablaxyî?min got belê.bo min çavek xast. Ez
gelek rûniştim evî çi negot. Mi gotê mamo heger şol
bo min çinine ba ez biçim.gote min lavo şol te re
peyda bûye. Ez çi dixom tu jî tew min. te çîk dive.
Seyid
Feysel Moctevî
2005-02-23
mojtavy@hotmail.com
.........................................................................................
|