Kurdi
Kurmancî
Helbest

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrecht

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 

 



kizîr

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

TENGEZARÊ MARÎNÎ


Xilmaşî
silavên derengmayî
tu
Şûvên semaxê
bêcir
Xurşîlana te
Li şopa lehiyê kevok im
spî
Derya bû
çûbûm

Sorav e spêde
beriqandin
Zemîn
Derya
Hiyola
Buhara te tiştekî nabêje
Peyv peyvê dikişîne

Gul şev e û baran parîk parîk sernişîv dibe
Gav tarî ye
Li ber te saxlem e mirin
Ewr birîndar
Heyv mukurhatina spêdê ye
Sîka gulê di bin asîmanekî biyan de
Ava bêgane
Reşka min
Aveke qetran
Xelekên me
Revandin
Masî
Şev
govend
Bi kû ve



Germ e
Pêjin
Ponijîn
Aleya birçî
Kembaxî
Firmêsk
Ramîsan
Guman
Li nav mijûlankên me,
hêlîn

Li jêrî êgir parçe bû
awira şikestî
bêdengiya hewesa te
şeva vekirî
kenê te zer
ferîşteyên baskokirî bi dûriyê
kil û kildan û xeftanê bejna te

Li ber dergehê min kenê te yê lal
sûnd
mijistana te,
girnijîna cinawiran li ber giriyê spêdê
Şîn
kirasê şevê bû li bejna te dihat
ba serxweş
zivistan har e di xewnên me de
çavên te
kela xwe hînik nekirin

şîrava destpêka axînê,
xemla te pêçayî
roj mirî ye
qeyda destên te
di navbera nivistin û xewnê de
diherrikîn qolincên nebersivdana te.
Qelaçên tayê bûn
Lerza min
Cenga tiliyan
Tîp
Cenga tiliyan
xêz
Kaxez opêra tarûmara giyanê min e
Tu berzebûyî di nav xewnerojkên
parçeyên min
yên nayên hizra te

Gerdena te xaç e
Stranan dibêje salnameya navê te
Kul dîroka te ye
Xezeb birûsk e
Dengê te xave
Mîremara min:
- şeveke azad î li jêr asîmenekî westiyaî
ji hezar spêdeyê û vir de
di
çi
ri


Pêlên dûr
êvarên dûr
dar
derya
rêwingî
berbi te ve
sefera min
xewn
şeva
dûr
û
dirêj
zimanê
min.


21.02.05

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 
Xanedana êşê
 
Nostalgiya du helbestvanan
 

Rojavayê Kurdistanê û erkên hêzên siyasî yên kurd
 

Lempên nû - werger
 
Ilse Aichinger
 
GERA FEDIYOK
 
Prometheus û vedenga çiyê
 
Kalo:-Xemgînî ne parate ye Ya me ye
Kizîr
ŞAHÊ ŞEVÊN ŞÛM
Marie Luise Kaschnitz