|

Nedibistana min
Hevpeyivîn bi
Ebdulrehman Efîf re
Hevpeyvîner:
Cîhan Roj
1-
Birastî dema ko dinivîsim ez vê pirsê ji xwe nakim,
lê ez di nav pirtûkan de
mezinbûme!! Pirtûk hevalên min
ên herî nêzîk in. Belkî bo hevalekî li hevalan
zêdebikim, dinivîsim!! Belkî!!
2-
Bo evîndaran û bo neevîndaran; evîndar bo hîn û hîn
dînbibin û jixwe ên neevîndar bo
bibin evîndar û dûra dînbibin:
Dînbûn di ser evînê re ye, merteba wê xurtir e!!
3-
Hîn bandora helbestê, çi a klasîk, çi a modêrn, li
mirovê kurd nîne, pirraniya mirovên
kurd tembel û jênehatî ne ko
mesele dibe mesela xwendin û mijûlbûna bi helbestê.
Hin
kes hene helbestan dixwînin, lê
helbestên nehelbest, sloganan, şîaran, gotinên
nepixî û
bilind û vala!!!
4-
Ez ji ruhê helbestvanên nû pirr hezdikim, giyanekî
xurt ên wan heye; zanin bê çiqasî
ew neyên xwendin û hayê tikesî ji
wan tunnebe jî, lê biserde dinivîsin û bi intêrnêt
ve
hildikişin!! Ez vî tiştî li cem
helbestvanên nû diecibînim. Ew çiqasî wek min in!!!
5-
Ez dibînim helbestvan pirrdibin û dengên xwe
bilinddikin, nasekinin, jêhatî ne,
natirsin, dixwînin, werdigerînin,
şaştiyandikin. Ev pirr baş e bo rewşa helbestê a
pêşerojê. Carê derbasî intêrnêtê
dibim û ji xwe re ji vê jiyanê hinekî berhevdikim,
li
serma tenêtiya Elmanyayê. Gellekî
spasiya helbestvanan dikim!!! Ne ên kurd tenê!!!
6-
Dibistanên lîtêraturî, dema ko pirr ji wêjevanan xwe
nêzîkî etmosfêrekê an stîlekî ji
awayê wêjeyî dibînên, ew wê demê
ji xwe re dibistanêkê wêjeyî pêktînin; lê kesên di
wê dibistanê de ne wek hev xurt
in; hin biserdikivin û berehemên nemir dinivîsin û
hin
jî nav ji wan re namîne. Ez di
destpêkê de- dema min helbest bi erebî dinivîsî-
nêzîkî
surrealizmê bûm, surrealizma
ferensî; karê min min helbestên ferensî ên
wergerandî erebî
dixwendin. Dûra min xwe nêzîkî
mutesewwifan didît û xwe di helbestên wan de
windadikir! Aniha hemû dibistanên
wêjeyî ji min re mirine, û azadiya nivîsandinê ew
bûye nedibistana min!!!
7-
Ez ji gund û gundiyan pirr hezdikim. Pirr ji
helbestên min ew bi xêra çûnên min ên
gundan û serdana xaltîkên min ên
li nêzîkî Amûdê, hatine afirandin û nivîsandin. Ko
kurd giş xewndevan bûna, tevan dê
helbestên min bixwendana û dê li dora xwe
nerîbana û deng ji wan çênedibû!!!
Divê helbesta ko hîn tunneye bê nivîsandin, ji
xewndevanê jêhatî ê sedwateyan ji
wan re dibîne!!!
8-
Ez bixwe dikarim li ser Walt Whitman bibêjim, ew
helbestvanê modêrn û nûjenker e,
di nav kurdan de ew helbestvanê
wilo hîn tunneye!! ( li vir dixwazim bibêjim ko
mixabineke bêhawe ye, ko
berhemên wî nehatine wergerandî kurdî) Nûjenî ew
e, ko di
helbestê de, bi zimanekî sivik lê
tijesimbol û wate û bêsînor, helbestvan bikaribe
kûrbûna cîhanê wek çemekî derxîne;
û firehgiroveriya wê her aliyê jiyanê di xwe de
rahêjê, aliyên evîn û mirinê,
başbûn û pîsiyê, hemû nakokiyan û paradoksan
bigihîne
hev û di ser wan re rastiya
herîrast pêşkêş û raserî xwendavana bike. Homeros
nabînim helbestvanekî nûjen û nû,
lê dasatanafirînerekî pirr mezin, wek çawa kerkes
dizane!!!
9-
Çîroka Memê Alan pirr nirxbilind e, xweş e. Min dema
dest bi xwendina wê kir , min
ew nema karîbû ji detsan deynim!
Min ew di du rojan de xwend, li vir, li Hannoverê.
Min ew ji xwe re bi dengê bilind
dixwend, bi stranî, min ew giş bi stranî, bi
dengbêjî
xwend!! Ji giyanê min re ew bû
kokek bi qewet, kokeke nexuyayî lê timmî li wir!!
Wek helbestvan û wergervan
dastanên hemû cîhanê ên min in!!!
10-
Nerîna wan kesan rast e, bêguman e; ez jî wilo
dibînim, heke helbestvan ne
xwendevanekî pirrxwendin be,
pirrzanîn, pirrtêgihiştin be, ew dê tenê karibe
hineke
hestên xwe binivîse û navê
helbestan li tiştekî bike ko ne helbest e!! Bingeha
întêlêktuêlî di helbesta kurdî de
ne ewqasî bilind e. Jixwe sebebên vî tiştî hene,
sebebê
herî mezin û xerab kêmbûna
wergeran e. Wergerên hene têrnakin, hindik in, ne
pirrbaş
in. Baweriye min e, heta ko
pirraniya berhemên cîhanî neyên wergerandî kurdî, em
nikarin ti afirandina cîhanî
pêkbînin, emê li dora xwe bizîvirin bêko kwîr û
bipêşvebiçin!!
11-
Pirr rengên rexnelêkirinê hene, herkes dikare ji
aliyê xwe ve li berhemekê binere û wê
binirxîne li gor têgihiştina xwe
jê re. Ev nirxandin dema bête nivîsandin baş e, da
xwendevan bala wan bê kişandinî
wê berhemê. Lê dimîne divêyî ko rexnegirekî
kûrfêmker û asofireh bête û
rexneyeke li ser bingehine zanistî çêbike. Ez
bidilêşayî li
reşa bêrexneyiyê a kurdî dinerim!!!
12-
Ko helbest bi vizyonên xwe, bi pêşerojdîtinên xwe,
bi hezarûyekwêneyên xwe, bi
xwestincîhanguhertinên xwe ne
tije be, ew dê nikaribe pirr emirdirêj be, dê zûbizû
vemire. Dema ew tenê hineke
lîstikên zman û hestan be, dema ew îdiyolojî û
polîtîk
tenê be. Şibakeya
hezarûyekwêneyan li gorî min e!!!
13-
Helbestvan divê alîgir be. Alîgirê jiyana ruhniyê,
avînê, a guhertinan û pêşveçûna
mirovatiyê biber hîn vetamandina
xweşikbûnê û spehîbûnê û bedewbûnê. Lê divêt hayê
wî kûr ji wî hebe, da nebe
alîgirê îdiyoljiyan û bi wan re hişk û zûha nebe!
Divê
hayjixwe be di siyasetê de
windanebe! Pirr helbestvanên cîhanê îdiyolojiyan
dawiya
wan anîn, siyasetê ew kuştin. Lê
helbestvan divê bi hişyariyekê mezin ji bo bindestan
bixebite, bo jiyaneke tijewekhevî
û serbixweyî, ruhnîtije, evîntije, helbetvanîpirr!!!
14-
Helbetvanê çêker û nûderîner û guhervan ew bixwe
xwendevanekî wilo ye jî,
kûrçûvan e, xwenasker e, timî ji
xwe bêtir xwestker e!! Ji lewre jî, ew pirr di
xwendevanan de nafikire. Kesê
nûbûnan û afirandinan bixwaze pêkbîne û daçêbike,
ew divê bêtirs be, û carê
xwendevan bi xwe re şaşomaş bike! Xwendevanan
bideser
rêyine hînnedîtî, tiştine
hînebihîstî bide vebêjandin!! Tenê derd û xemê
helbesvan divê
ew be: timî ne wek xwe be, karibe
xwe û xwendavan bi helbesta xwe provokatsion
bike!!!
15-
Ramyariya di helbesta kurdî de heye, ne fikreke pirr
kûr e, bêtir rengek ji xemgîniyê
ye, ji hêsran û bêçareyiyê ye.
Lîskeke helbestane, zimanane, felsefane, zênvane,
walt whitmane ji me re
divêt!! Helbt helbest ne ramyarî û fikir tenê ye! Lê
bê
ramyariyeke pirrkûr, bê fikreke
qelaşvan ti helbesta birra tinneye!!
16-
Xwendevan li bendî ew helbesvanên agirane ye!!
Dixwaze ew bên û rewşa sermê
bişewitînin; ewên ko bi
şewitandina hişkbermayan rêyekê nû ruhnîdikin- Wê
çaxê yê
xwendevan dê bibîne çawa baweriya
wî bi helbestê li dara wan dikeve, wê çaxê,
xwendevan nema dimîne hew
xwendevan, lê bêtir hezdar û evînker!!!
Libendemayinekheye; erê libendemayinek!!!
17-
Ez dibînim ti sûd û fêde di cihêkirina tiştan jihev
tinne!! Em divê li jiyanê wek
yekbûnekê binerin!! Helbest û
helbestvan lawên civaka xwe û şaristaniya dinyayê ne;
ji xwe civaka mirov tenê têra wî
nake, divêt ew di ser civakê re karibe bibîne; û
heke
em bivênnevên şaristaniya dinyaya
îro şopa wê li her aliyê dinyayê heye. Herdu
bihevre civak û şaristaniya
cîhanê dê bingehek baş bin bo helbestvan- Ji her
derê dê
helbesvan rahêje tiştên ji wî re
lazimdibin û bi wan û ji karikterê xwe, wê ew
jiyana/helbesta xwe lêbike!!!
18-
Mexzena Xwînê a Rênas Jiyan. Ez dizanim ew hîn dê
karibe modêrntir binivîse jî!!!
19-
Bindestî bandora wê a xerab li her aliyê insanê kurd
heye, ji şexsiyetê bigire û ta
helbestê û hemû aliyên kulturê û
jiyanê; lê jixwe divêt em, heta jimebêt, heta ji
bindestiyê jî qewt û hêzê
derbixînin û jixwe bi şkenandina bindestiyê hêz
bidestdikeve. Kurd li welatên
cîhanê gişan belavbûyî ne, ew dikarin van kulturan
baş
bixwînin û ji wan vexwin û wan
bijîn û dûra çandeke kurdî a nû çêbikin. Dixwazim
bibêjim- asoyên afirandinan hene,
mirovên mêr û bêtirs ji wan re divên.
20-
Ez jî spasdarê we me, ko bikaribim hin ji hestên xwe
li ser helbesta kurdî bibêjim.
Belkî hin caran bersivên min ne
li gor pirsan bin; ez lêbuhurandinê hêvîdikim; hin
caran min bi mebest wilo kiriye,
da di ser xwe û di ser pirsan re bikaribim
bilindherim
û nemînim ez ez bi xwe!!. Wekî
din bihêvî me rastnivîsa van bersivan/ vî têkstî
wilo
bimîne: dîsa dixwazim kurdî di
ser kurdî re, hinekî, bibim!!! Spas, spas.
Hannoverê
28.03.04
Pirsên hevpeyivînê
1.Hun ji bo çi dinivisînin?
2.Hun ji bo kê dinivisînin?
3.Rewşa helbesta kurdî ya
heya roja îroyîn...Herikîna helbesta kurdî ya dîrokî...
4.Rewşa helbesta kurdî ya
roja îroyîn...
5.Hêviyên we ên derbarê
pêşeroja helbesta kurdî de çi ne?
6.carna di helbesta kurdî
de basa dibistanan tê kirin.Dibistanên wêjeyê çawa
pêktên?Nêziktêdayîna we ya li
hember
dibistanên(ekolên)wêjeyî çi ye?Em dikarin helbesta
we bi kîjan cereyan an ekolê re bi bîr bînin?
7.Li gorî we,ku hemî kurd
xwendevan bûna,dê bêtir kîjan beşê civakê berhemên
we bixwenda?Gundî,an karker an
jî beşa elît?
8.Gelek rexnegir ji bo
Homeros helbestvanê nû dibêjin,hun çi
difikirin?Nûbûn an jî nûtî ji bo we tê çi wateyê?
9.Baweriya me ev e ku Memê
Alan dastanek Îngîlîzî,Emerîkî,Yewnanî ,Frensewî
hwd.bûya dê ji bo wêjeyê bibûya
bingehek mezin û heya niha
li her deverê dunyayê navudeng bida.Li gorî we, Memê
Alan tê çi wateyê ji alî
wêjeyê û zimanê wêjeyê
ve?Gelo çiqas ji berhema we re bû bingeh an jî
çavkanî?
10.Hin kes di wê baweriyê
de ne ku bi tena serê xwe bi hest an jî bi hêmayê
helbest nayê nivisîn,divê bi
helbestvan re zanîna
dîrokî,çandî,civaknasî hwd hebe. Hun bergeha
helbestvanê/a kurd ya întelektuelî çawa
dibînin?
11.Ji ber nebûna rexnegir
û pisporên dîroka wêjeyê carna kes xwe neçar dibînin
ku bi çavê rexnegir û pisporên
dîroka wêjeyê
biaxivin,tespît û destnîşanan derbikin .Li gorî we,
ev xetere ye an pêdiviyek e?
12.Wekî tê zanîn hin kes
di paceya zanîsta wêjeyê de,hin kes di paceya
zimanzaniyê de,hin kes di paceya etîk an
jî bedewinasiyê de li
helbestê hûr û tîr dibin.Ji van şibakeyan jê kîjan
şibake bêtir li gorî we ye?
13.Tê derkirin taybetiyek
postmodernîzmê jî ev e ku kes bê xem in,xwe alîgir
nahesibînin.Ne xema wan e ku di
civakê de bibin xedî îdia
û angaştan.Ew dinivisînin hew.Kes tişta herî pîroz
e.Gelo heya kîjan astê helbestvan
alîgir e,tu sînor hene an
na?
14.Gelo heya kîjan radeyê
xwedevan ji bo helbestvan metirsî ye?An jî di dema
nivisînê de divê helbestvan rewş û
rastiya xwendevan ji xwe
re bike xem an na,an jî divê xemeke helbestvan ya
wanî hebe an na?
15.Bandora ramyariyê çiqas
li ser helbestvanê/a kurd heye?Însan dikare hew di
şibakeya ramyariyê de helbest
lêbike?
16.Bazara helbesta kurdî
bazarek erzan û bê ked tê dîtin.Hun dixwazin çi
bibêjin?
17.Îro ro ji alî ramyarî
ve gelek kurd ji civakê bêtir şaristaniyê wek bingeh
digirin.Ev ji bo we tê çi wateyê?Ger ku
hun erênî lê binihêrin dê
di wêjeyê de çi bandora xwe hebe?
18.Ji kerema xwe re
helbesteke bi kurdî ya ku hun herî jê hez dikin lê
bikin.Ku helbest li cem we tunebe navê
helbestê û navê helbestvan
lê bikin.
19.Gelek kes dilsariya
gelek kesan ya li hember helbesta kurdî bi deruniya
bindestiyêve girê didin.Gelo deruniya
bindestiyê dibe sedem ku
kes paxav bi helbesta kurdî nexin?
20.Em
spasiya we dikin.Ku hun bixwazin tiştên dî vebêjin
ji kerema xwe re lê bikin.
|