Kurdi
  Arabic
 English
  Swedish
 Hevgirtin 

 

HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN
 ROJAVA LI DERVE
  

              

 

 

 

 

 

 

   

 

MIJABAD
 

 

 

 
 

MIJABAD

"1"

Xwendinek bi kurtî li romana {Mijabad} ya nivîskar û helbestvanê kurd Jandost..

             

                                          Jandost                Ezîz Xemcivîn

Mujde bû, bi xwe ji bo min dîtin û xwendina romaneke wisan bilind û ciwan û rewan û xweş, romana "Mijabad" ya nivîskar û helbestvanê kurd Jandost ji 234 rûpelan pêk tê, çapa yekem e, sala 2004an, li Diyarbekir çapbûye.

Gava em naveroka romaneke wisan zengîn vepexirînin, em li gelek peyv, hevok û babet in kurdîniyine spehî bi wate û ber bi çav ko li nava gundî, karker, xwendevan û civaka giştî jî bi kar tên, belam ne ketine rêzkirinê û li ser rûpelan bi şêweyê ko Jandost bikaranîne xuya û berz nebûne…

Belê em bi hevok û babetên Jandost re mijûl dibin, û perçekirineke delal û nazik bi kurtî ji hestinine nazik û tenik re, ez li gor xwendina xwe ji romanê re, dixwazim li evê gotara xwe ji xwendevanan re diyar bikim; lê destpêkê divê ez ji kesayetiyên romanê dest pê bikim; " mirin zengileke bêdeng e, tenê yê ko mirina wî nêzîk dibe, vê zingîniyê dibihîze…" Ev gotina Badînê Amêdî ye, lehengê romanê yê ko li Amêdiyê çavê xwe li ser jiyanê vekir dema diya wî di ber zana xwe de bi dengekî xwedayî qêriya, li rizgarkirina jiyana Badîn û bi ewê bangê re jiyana xwe ji dest da.. Li ber serê wê rebenê Pîrika Badîn bû; ya ko navika wî birî û xiste ber tifinga bavê wî, ta ko ev law mêrxasekî weke bavê xwe derkeve, li wê demê jî bavê wî li şer bû di şoreşa şêx Mehmûdê Hefîd de di ber xakê welatê xwe de pakrewan bû..

Ez dê vegerim evê perçekirinê, piştî ez berdewam bi kesayetiyên romanê re mijûliyekê bikim li destpêka nexişandina jiyan û "qedera" Badîn, Pîrek Falbêj  ji Şingalê; piştî falvekirinê wisan ji pîrika wî re dibêje: ev kur wê ji dê û bavê xwe bêpar bimîne, di duv re ew jî digihê wan!!

Bi rêkewtinekê Ûnisê Mele Qadir ê Amêdî bavê Badîn li Hamêstê keça Entranîkê Ermenî li Diyarbekrê rast tê û hevcot dibin " dizewicin" …

Sadiq Behadînê Amêdî hevalê Badîn …

Nûrî Emîn: hevalê xebatê…

Jale kaça Silêmaniyê ya ko evîna wê xwe berdabû kûraniya dilê Badîn…  

Keça meta Badîn                                                                      

Pîrika Badîn

Endamên kovara Jîn

Komela Hîwa û Refîq Hilmî

Şêx Mehmûdê Hefîd

Şêx Ehmedê Barzanî

Mele Mistefa Barzanî

Dr: Nûredîn Zaza

Mujde: evîna Badîn a siyemîn

Nûbar Nalbendiyan{ Entranîk}: kalikê Badîn

Agopê Eremenî: dostê Enranîk { meyfiroş}

Xanim û Sultanê: du jinên Cihû

Kerîmê Şikakî: hevalê Badîn li Mehabadê

Hêmin û Hejar: herdu helbestvanên kurd yên navdar

Menafê Kerîmî

Mistefa Xoşnav

Qedrî Beg kurê Cemîl Paşa

Pêşewa Qadî

Emîral Axa: dînek li Mehabad

Hisên Nebê, Serwanê Vireko, Şêx Letîfê Berzencî, Hisoyê Herbeş, Hemze, Hisênê Dêrsimî, Heme Reşîd, Mihemedê Mamile, Sayib Hewlêrî, Zilfoyê Celalî, Mîrhacê Zaxolî, Reşîd Ezîzî, Hisênê Mîkaîlî, Hacî Mistefa yê Dawidî, Macid Mistefa…..Emerxanê Şikakî…

Ji tûrikê peyvan

Qişûf, kespik, aware, rewa, qerf, rencerû, veçinî, varik, venijî, dîze, sîxur, nefret, kodik, efser, tewş, lekeh, sernexwîn, behane, çapez, sap, amîr, hemşîre, lav, niyaz, xoşavî, xerîk, tiraf, nuhênî, çeltîn, rêbir, qamîş, şûtik, laçîn, qurinc, miştax, nakokî, kujul, sixme, singû, bacû qaçor, sext, tert, teles, gilav, leke, tika, durdane, qerf, qor…………………………………….   

Dever: Amediyê, Silêmaniyê, Mûsil, Barzan, Baziyan, Bexda, Mehabad, Şino, Seqiz, Tewrêz  

"Mij e û mij xewna çiyê ye": romana {Mijabad} ango welatê mijê evê rastiyê berçav dike, heger merov li naveroka wê baş bighê dikare evê armancê ko dixwaze yê xwendevan bigihînê ev e.. çimkî welatê kurdan ji sedê salan di nava mijekê de maye û bi xwîna hezar hezar pakrewanan hîn jî sayî nebûye!!

Bûyerên romanê bi tevayî li derdorê navûnîşanê rastiya qedera "Mehabad" komara ko di pêçekê de qurquçî digere; temenê wê yanizdeh meh, her mehek an heyvek ji heyvên ewê sala wêran li nav pelên romanê bi dijwariyên jiyanê, û ne zelaliya riwê dost û ne dostan beramber kêşeya miletê kurd, ev miletê ko bûye qurbanî li hemû peymanên cîhanî, wisan xaka kurdistanê jî, li ber hemû cengên ko li herêmê geriyane perçe û dagîr bûye.. bê ko tu maf ji xak û milet re bibînin..

Em vegerin ser Badînê Amêdî û serpêhatî û şikestinên wî, ez tucarî cêwaziyê di navbera wan û şikestinên xwe yan te yan ew î de nabînim..!! Rewşa Badînê Amêdî rewşa miletê kurd e, ne kêm, ne zêde çimkî ev milet ji sedên sal ve di şikestinan de dibûre; bivênevê yan bi nezanî, yan bi bandora pêlên serdemî û yan jî ji dest wî!!

Gava em li serpêhatiya pêşîn ko hişt Badîn ji mala xwe derkeve, ew rewşa ne normal ko ew têde dijiya, gelo ne şikestine, dema kurek bê dê û bê bav sêwî bijî; dê ji qubaniyên hovîtiya Tirkên sitemkar ewên ko bêtir ji milyon û nîvek ji miletê Ermenî li destpêka sedsala bîstan de qirkirin!!? Û bav jî di şerê ko li ser miletê kurd de bi destên Ingilîzan hate kuştin!!? Derketina Badîn ji Amêdiyê tev ko behaneya meselê ne rewaya hevcotbûna{ zewac}a wî û keça meta wî ya ko li gor rêdan û destûra Xwedê û Pêximberê wî ewan herduyan bi hev re şîr vexwarine, pir hindik; ew nema weke jin û mêr ji hev re dibin.. li vir Badîn berê xwe dide Silêmaniyê, lê ne bê çek e.. Badîn ne qels e, Badîn bi hêz e.. Badîn çekê wî zanyariya wî ye, di xwendinê de jî serketî ye, mamostê dibistanê ye.. û helbestvan ne jî..dibe ko hinek bibêjin: Çima Badîn ji ber şikestinê reviya? Di nerîna min de { Jandost} her leqandinekê ji leqandina Badîn; bi sedemekê ew dehfandiye ber bi armanca serekî ji hûnandina romanê de, lewra em ê pir li ser evê yekê nerawestin, "ji ber em tirî divên û ne tiştekî din"!!

Li Silêmaniyê Badîn mixabin ko kar bi dest nakeve, ji bil di çayxaneyekê de, û xwe li wir dide xuyakirin ko guhdana wî li helbest û xwendinê heye, li wir mamoste Nûrî Emîn nas dike berpirsê kovara Jîn , li wir jî tirajîdiya hezkirina { Jale} keça hevkar li kovara Jîn destpêdike, Badîn xwe li ber bayê hezkirina wê xwe nagire, û ev dîlber bandoreke xwe li dilê Badîn cî bi cî dike; lê li Silêmaniyê bi xwe jî Badîn dizane ko ew lawê mêrxasekî kurd e, ko li ser wê xakê di şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de pakrewn bûye.. û bihna tûtina bav ji ber pozê Badîn naçe..

Tiştekî din jî di romanê de heye tucarî Jandost serê xwendevan bi dirêjkirina çîrokekê ne êşandiye, herdem çîrokên romanê perçe perçekirî ango ne li ser hev dibêje, û merov di rûniştinekê de nagihîne encamê.. lê gava ew bixwaze û cihê ko ew seza dibîne..!! ev yek bi xwe li bal kêm nivîskarên romanê heye, û merov dibêje ev ne romana pêşiye ko ewî nivîsandiye; ji ber li vê mijarê bi xwe hev girêdana dem û cih bi hev re dijwartir dibe..

Bi piraniya kesyetiyên romanê ji destpêka romanê ta dawiya wê bi xwendevan re ne, û hin kes rolekê mezin di harmoniya buyerên romanê de dileyizin, yanî heger kalikê Badîn {Enteranîk} yê Ermenî tuneba; Badîn di tirazûya buyeran de qels bû, heger Emîral axa tuneba wê cidiyetê roman têxista qalikekî nîvqeşemî, û heger em li pêvajoya serpêhatiyên  Jale binêrin emê bibînin ko li civaka me kurdan tê gotin " Dê bibîn; Dotê werîn" a din keçek bê dê û bê bav çawa dikare xwe xwedî bike û li zaningehên Bexda bixwîne!!?? Li aliyê din Jalê berê xwe dide xwendina tora Ingilîzî, li dawiya romanê ew derdikeve casûseke Ingilîzan û pûştbûna wê {qehpetî} karê casûsiyê jê re rewan dike…ji Silêmanoyê ta bi Bexda û ta bi Mehabad diçe..!!

Êlên Şikakiyan pişta xwe dane komarê, û bi tena xwe li Şino man; di vir de Jandost evê yekê bi hêsanî bernade û yekê li ser wan digire û dide xuyakirin ko xiniziya Kerîmê Şikakî bi Badîn re dike yek ji evê mijarê ye!! Dema Mujdeyê ew keça ko ewî bi xwe xwedî kiribû, û dizanî bû ko ew û Badîn ji hev hezdikin, tev ko Badîn ew ji wî bi xwe xwest û erê jî kiribû.. lê piştî ko Kerîm digihê Eşîra xwe {Şikaka} li Şinoyê ûyefşê nema dide Bdîn û Mujde ko bigihên hev û ewan ji hev dûr dike, Kerîm evê fersendê bernade û li Badîn heval û dostê xwe dizîvire û destgirtiya wî ji xwe re tîne û Badîn vexwendî semawenda xwe jî dike…!!??

Mujde danîna navê wê bi xwe ne ji ber xwe ve hatiye, ew bi xwe mizgîniya damezrandina komara Mehabadê ye.. ji gava ko Badîn derbasî Mehabadê dibe, xweşiya xwe ya taybetî bi xweşiya milet ya giştî ve girê dide.. dema ew laşê Mujdeyê tev dide û bi ramûsan û têkiliya herdu canan ve sermest dibe; di wir de rewşa giştiye ko miletê kurd bi Mehabadê wisan şa dibin.. ew kurd e, Mujde Mehabad e.. li dawiyê Mujde weke {dîlber} diçe; komara Mehabad jî tê rûxandin..!!?? Badînê kurd û evîndar jî bi serê çiyê ve diçe, diçe û diçe ta ko di nava mija jora çiyê de winda dibe..Jiyana kurdan, jiyana Badîn û Mehabad e, mij e…û navûnîşanê romanê jî { Mijabad e} …

"2"

li ser daxwaza birader Jandost min ev beş belav kir

Hin têbîniyên min li ser { Mijabad}, bi rastî min tev bi hev re danîbûn; lê min biburîne ko min ev par belav nekir, çimkî min giring dît ez ji te tenê re bişînim, ji bo ko tu sudê jê wergirî, çêtirbû ko hinekan romana te ne xwendibin û xwe li ser me bikin feylesof…

A din jî ne tekez e ko ev tiştên min nivîsandibin, tevde rast bin, çimkî ev nerînên min in.. û li gor xwendina xwe ji zimên re ez karim hinek perçekirinê bikim… hinek rexneyên min î din jî hebûn lê di hevpeyivîna te ya bi Erebî ji layê M. Nûr de bersivên xwe min dîtin..{mînak mesela tewangê ez dijî ewê tewangê tevî me….}

{ez bavê te rehmetiyê mele Qadir baş dinasim, pesnê mêraniya wî dikin…}

ez dibêjim {didin} rastir e

Qêrîn=qîrîn

Quşûf=qişûf

-----------------------------------------------

R15

Hamêstê bi zikê xwe yê nepixî bi Ûnis re heta {heya} ber devê derî rawestiya

Biner Jan ev daçekên {heya-an –ta- an –tako- an –heta-} rwestandinê qebûl nakin, çimkî ew berdewamiyê pêk tînin…

Çêtirbû ko te bigota {heya ber devê derî meşiya..

--------------------------------------------------

R21

Gramafon= mic= megrefon….heger bi zimanekî rewan bê nivisîn çêtir e

--------------------------------------------------

R31

Guhanê wê çikya ne=====zuha bunê

 Zelaq û zîç kirine???

---------------------------------------------------

R39

Roj bi roj keça meta min dadiwerivî binê bîranînan

Roj bi roj Bîranîn ji keça meta min dadiwerivîn..

An tu dikarî bibêjî

Roj bi roj keça meta min dikete qoziyên bîranînan

---------------------------------------------------------

Rûpel 107

-Hibriya Mûsilê hazîr e   { mebest ji hazîr çî ye}?

-min ew li ser nigan dît    { heger ling ba ez dibêjim rastir e}

-rûpel108

-dergeha=  {ez dibêjim ev peyv nêr e} ango { dergehê}

gelek nimûne di helbestên Cezîrî, Cegerxwîn, tîrêj de hene

R108

-sinbêlên te   { simbêlê te} ji ber

simbêlê te weke qeytanên cizmeyên{potînên} efseran in 

------------------------------------------------

-         Li vir ev şana ez deynim gelekî giring e..

------------------------------------------------

R173

peyva { macerayên}ji { ma cera} hatiyeما جرى    … ez wilo dibînim, û ev peyv ji derî stîla peyvên romanê ye…tev ko peyvên erebî hene lê bandor nakin wek vê peyvê çimkî dibe hinek xwendevan romanê bikin jêderê evê peyvê bi taybetî kurdên ko nizanin bi zimanê erebî

------------------------------------------------
R180

{êdî Tehran gunê Moskoyê mîs dide}

li gor dîtina min ji aliyê rêziman ne li hev hatiye

û nerîna xwe jî di rastkirina vê hevokê de nikarim bidim, ji ber mebestê nagihên; tu tenê dikarî serastkirinê lê bikî..!!

--------------------------------------------------
çapez:

ev peyv nizanim li kû bikar tê, lê ez bi xwe wateya wê tekez nizanim, ê ko çayê digerîne an ?

-------------------------------------------------

rêbir= keleş bikar bê çêtire

---------------------------------------------------

Hevokin pir xweş û bi wate

-Mane guneh e ji xwedê, yên weke Şêx Ehmedê Cezîrî, Xalid Axa yê Zîbarî û Şêx Nûredînê Birîfkanî neyên naskirin û def û zirne tenê ji Salim û Herîq re lê bikevin..

-Ez fotokêş im û ne mecbûr im şaşitiyên Xwedê rast bikim…

-I hope I see you again one day

may be we that way again..

-We must live in the hopes

Divê em di hêviyan de bijîn…

-Xuya ye rast e kalo, li vê komarê tiliya Rûsan di her qulê de ye…

erê dehşikê min, de hay ji qula qûna xwe jî hebe..

 -Îro ew evîna min ya ko min xwe pê paye dikir, wek berxekî serjê bû…!!

-Navika wî bi xencera bavê wî birîne!!

-Jana birînê ji xencerê ne pirse, lê tûjiya xencerê ji birînê bipirse??

-Dojeh dibawişkiya..

Agir li kû vêkeve, ez êzingek im..??

 -ma birîn xencerê ji bîr dike..

-ji roniya heyvê û tayên berbangê hatibû ristin..

-Dilê min ji Lenîngiradê bêtir li ber xwe dida..

Jan: Bawer bike min roman carekê tenê xwendiye….. xwezî min karîba du caran bixwenda… mixabin dem bi min re tune..

16/11/2004

Ezîz Xemcivîn

azoozxem@eim.ae

Îmarata Erebî

Abu Dhabi

 

 

 

 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 



 
 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net -  © 2004-2005