| |
KAMÎRAN HACO
Yek bi yek
Bi stran
Çûn.
Bi dîlan
Li þopa têkoþeriya gerdenazayî
Di sorayiya asiwanî de
Li roava
Wek sorgula
Ku ji xunava
spêdê
rû hatibe bestin,
di bin xavika rojê de
pê re rawstîn
ne zivirîn êdî li þopa xwe
çûn
bê bihîstin.
„Rojen Barnas-li bendava spêde”
Erê çûn, yek bi yek di riya azadî û serbestiya gelê xwe de, û dê
her herin jî lê dimêne ko em wan jibîr nekin wan di hiþ û dilê
milet de zindû bikin, ji ber ko ew nirxên meyî neteweyî ne, ew
dîroka me ne, ew lehengên ko di rojên tarî de mûmên umîda
miletekî bê dost, bindest û þikestî vêxistin, ew çira hêviyên
bêhêviyan bûn..
Mihemedê Fexrî jî da pey hevalên xweyî gorbihuþt, wî bêriya wan
kiribû û dixwest ko mizgîniya rakirina ala Kurdistanê li Baþûrê
welêt bigihîna wan û wan dilniya bike ko aso ron e..!!
Di roja 21.01.2005 an de dilê kurdperwerê hêja M.Fexrî rawestiya
, ew dilê tijî evîna Kurd û Kurdistanê, tijî evîna
mirovayetiyê..Bi salan vî dilê mezin kul, êþ û azarên miletê xwe
û zordariyên jiyanê ragirtin û li ber xwe da, lê her tiþt di
guhertina bê dawî de ye û mixabin jiyana bê mirin nabe..
Gorbihuþt di sala 1923an de hatiye dinyayê û bi koka xwe ji Licê
ye ko li Bakurê Kurdistanê dikeve, lê jiyana xwe li Rojavayê
Kurdistanê derbas kiriye..Pirsa miletê wî ji mêj ve jê re bû
pirsa sereke di jiyana wî de û ji bo vê yekê di sala 1954an de
bû endamê Partiya Komonîst a Sûrî..Wî (li gor ko ji min re gotî)
çareseriya pirsa kurdî di riya vê partiyê de didît, lê belê pir
dom nekir ko baweriya wî hate guhertin ji ber ko wan ji partiya
xwe xwest ko bi zimanê kurdî belavokên xwe binivîsin, lê partiya
komonîst ev yek ne pejirand..Ev bûyer bû sedemê veqetandina wî û
gelek endamên Kurd yên din ji partiya komonîst. Paþê wî û
Cegerxwîn, mele þêxmûsê Qerqatî û mele þêxmûsê þêxî û hine din
partiya Azadî di sala 1956an de ava kirin û di bin diruþma
”mafên netwî ji gelê Kurd li Sûrya” xebata xwe bi rê ve
dibirin..Li gor rehmetiyê M.Fexrî (ko ji min re gotî) di benda
11an de ji programê partiya Azadî hatibû ko ”Em amade ne ko bi
timamî tevlî partiyeke kurdî bibin gava ko piraniya endamên
partiya me vê yekê bipejirînin”. Loma di pey damezrandina Partî
Dêmokrat Kurd li Sûrî di sala 1957an de, M.Fexrî û hevalên xwe
biryar dan ko tevlî partî bibin, û di 1958an de ev yek pêk
hat..Rehmetî wî çaxî bû endamê (mentiqiya) partî li Qamiþlo..Di
13ê tebaxa 1960î de gelek ji endmên partî hatine girtin, lê
M.Fexrî xwe neda dest û bazdayî ma..Rewþa partî ya rêxistinî
kete metirsiyê de lê wî û hevalên xwe, bi xebateke zor û di
mercên aloz de, partî li ser piya hiþtin..Di nakokiyên pey
girtinê de ko di nava partî de peyda bûn, M.Fexrî xwe neda tu
aliyan û di parçebûna yekem ya di nava partî de ko di 1965an de
pêk hat, ew nebû hevalê tu aliyan, ji ber ko ew bawer bû ko
parçebûn kurdan lawaz dike û pêwistiya wan bi yekîtiyê heye..
Pey beyana 11ê adarê 1970, çep û rast xwestin ko PDKI alîkariya
wan bike ji bo lihevhatin û yekîtiya wan. Ji bo vê yekê (qiyada
merhelî) ji herdû aliyan ,bi serokatiya Dihamê Mîro ava bû . Di
wî wextî de M.Fexrî, Kenèanê ègîd, Ebdilê mele Elî, Xalid
Meþayix û Mecîdê Haco weke komîteke þêwirdariyê (heyeta istiþarî)
hatine bijartin ji bo alîkariyê û çavdêriyê..
Di sala 1973an de hate girtin û ta sala 1982an de , ji bo doza
miletê xwe di zindanê de ma..Di pey ko hate berdan tevlî tu
rêxistina nebû , lê ma li ser rêça Barzaniyê nemir ta roja dawî
ji jiyana xwe..
Gorbihuþt mirovekî zana, civat xweþ, nefis piçûk û hazir cewab
bû..Pir bi rihetî têkilî bi mirovan re ava dikirn û dikete dilên
wan..Di karê xweyî kurdayetiyê de, leþkerekî nenas bû û ji xwe
nepixandinê û pesindanê hez nedikir..Wî zanibû ko kêþa
kurdayetiyê giran e, û mal û can dive bibe qurbanê vê riyê, loma
jiyana xwe bi xizanî derbas kir..Hemî kul û derdên dinyayê lê
dibarîn lê bi vîneke xurt li ber xwe dida û bi sebreke bê sînor
ev êþên han radigirtin. Ew Eyûbê kurdan bû û ne xema wî bû madem
armanc bilind e. Wî jî bi wî mirovê Babilî re digot:
”Ne xwedayê min bi hawara min ve hat, û ne jî destê min girt
Ne xwedaya min dilê wê bi min þewitî û ne jî bi min re bi rê ket.
Gorna min li benda min bû û cenaza min amade bûbû
Hîna berî ez bimrim girî li ser min rawestiya.
Riwê mirovê zikêþ geþ bû gava ko mirina min bihîst.
Lê roja ko dê li ser malbata min re bê, ez nas dikim
Gava ko xwedanê rojê hevalên min bi dilovaniya xwe biparêze”. (ez
dê pesnê xwedayê hikmetê bidim..Helbesteke Babilî).
Gorbihuþt jî bawer bû ko roja azadiyê dê her hilbe, loma jî
êsîrî, xizanî û nexweþî radigirt û nedihiþt ko lê xuya bike ji
bo ko hêviyên derdora xwe sist û lawaz neke..
Mamê hêja bavê Ednan, ew tovê ko te çand wê her û her þîn bibe û
ber bide û kurdperwerî, canfîdayî, mirovperwerî û kurdîtiya teyî
resen dê her û her ji me re finda ronîkirina rêça me be..
Çavên teyî þil roja ko min xatir ji te xwestin û berê xwe da
xerîbiyê qet ji bîra min naçin, û ew kêliyên hêja ko min bi te
re derbas kirin û axaftin û þîretên te dê tim di hiþ û dilê min
de bimînin..
Bila serê miletê Kurd sax be..
|
|