| |

(1915-2005)
Nivîskarê mezin Arthur Miller çû ser dilovaniya xwedê
Cankurd
Roja 10.02.2005 li bajêrê Roxbury, ku dikeve wîlayeta
Connecticut li Amerîka, nivîskarê navdar Arthur Miller paş 89
salan ji jiyanek bi xebat û kefteleft û paş nexweşiyek dirêj a
xerçengê (Kanserê) çû ser dilovaniya Xwedê.
Arthur Miller di koka xwe da kurê koçkirekî austirîşî ye û di
17.10.1915ê da li taxa Manhattan / New York ji daiyk bûye. Li
ber Erwin Piscator şagirdî kiriye û ji wî fêrbûye hezkirina
şanoyê, ew pir bi Dostoyêvskî û Ibsên hiker bûye. Di şanoyên xwe
da bêtir li ser bûyerên biçûk rojane rawestiye, û bi belavkirina
“Mirina e’tarekî gerok” sala 1949ê wek şanonivîsekî nêvneteweyî
hatiye bêlîkirin.
Arthur Miller xilata Pulitzer standiye û sala 1984ê nîşana John
F. Kennedy ji ber xebata jîna xwe ya berhemdar girtiye.
Demek dirêj bûye serakê “PEN Club” a nêvneteweyî û pir li
nivîskarên Europa ya Rojhilat a di bin destê komonîstan dab û
xwedî derketiye û bi taybetî ewên, ku hatibûn bêmafkirin,
nebedkirin, û zordarî li wan bûbû.
Ew bi xwe jî di salên pêncî da paş, ku “Nêçîra sihirbazan” sala
1953ê derxistiye, hatiye bersûckirin.
Sala 1957ê komîtiya nêçîrvaniya komonîstan, ku di bin saya
ramanên Sênator McCarthy da, di kongirêsa amerîkî da pêda bûbû,
hat tawanbarkirin bi du mehan binçavkirin û 500 Dollar
diravdayîn.
Sala 1964ê paş çar sal ji jîna xwe li gel xanima amerîkî ya
navdar Marliyn Monroe derbas kirin, şanoya xwe ya bi nav û deng
derxist. Têda Maggie mere xwe Quentin bi egera serxweşiya hergav
û xwarin pir dermanan berdide. Miller carekê li ser jina xwe
gotibû, ku ew bi şêweyekî nedîtî xwe bi xwe diherifîne.
Şanoyêd wî li gelek welatan hatin wergerandin û lîstin, ji wan:
„Biha“, „Di eywana serekeşeyekî da”, “Yankee yê dawîn”,
“Têkiliyên Mr. Peters” û “Cama şikestî”….
Di şanoyên xwe da li ser heriftina civakê, têkçûn û ji hevçûna
malbata amerîkî û binveçûna îdiyalên amerîkî radiweste. Di “Hemî
zarokên min” da (1947) Krîs (Cris) dibêje: “Li derve gerdonek
heye û hûn di ber da berpirsin.” Arthur Miller bi xwe mirovekî
moralist bû, jiyana xwe bi rexnekirin û herifandina civaka
amerîkî û ya mirovî derbas kir.
|
|