|
Pîroz be
Şêxê delal .... ku darbesta te bi sed
hezaran ji hêsir û girî û gaziyan hate
pêşwaz kirin, û bi ala kurdistanê ya
rengîn hate pêçandin, û bi dilarî û
germahiyeke zor mezin hate himbêz kirin!!
vestîvaleke mezin û xemgîn bû, ji
hilbijartina te re, wek serokekî ji
komara pakrewanên 12 avdarê re!! pîroz
be .... û silavên me bighîne Şêx Se'îd,
Qadî Mihemed, Barzanî û hemû pakrewan û
nirxbilindên kurdan, û ronahiya giyanê
xwe li wan jî pîroz bike, û bêje ku te
giyanê xwe ji gelê xwe re bi hêsanî
diyar kir, û gelê te jî bi bawerî û
rûmet xwedî li te derket, û tu ji wan re
hilbijartî, û çira azadiyê di destê te
de hîştin, ta ku tu bi wê çira pîroz
serkêşî û rêvberiya karwanê pakrewanên
azadiyê bikî!! te di rûpelên ronakbîriya
ramanên xwe de, û di astbilindiya
hişmendiya xwe ye mirovane de,
nivîsandibû .... bê tirs û ser tewandin,
hêvî û dilxwaziya xwe .... û yên gelê
xwe di zayîna azadî û rizgariyê de, û bi
rastî te buhayekî giran û nirxdar ji
gelê xwe re diyar kir, û gelê te jî ....
bi serhildanekê li te vegerand, û bi ala
rengîn termê te bersivand!!!.
Pîroz be rêjîma çete û terorîstan ....
qurçifandina giyanê serdarê pakrewanan
venasîneke dîtire ji rêbaz û destpêkerên
we yên qirêj û hovîn re!! belê ....
serkeftineke seyr û cudaye ji destên we
yên bi xwîn re, xelekeke nûye di nîşan û
şêweyên kuştinkariyê de, lê biborin ....
asoyên bê sînor di ronakbîriya Şêx
Me'işûq de, dê her bimînin dûr û dirêj
di asîmanên zanîn û hişmendiya
mirovatiyê de, û dê nifşên pêşerojê
tîrêjên bawerî û ramanên wî bi dil germî
û hişmendiyê bişopînin, ger ku win bawer
nakin, win dikarin wê rastiyê di hêsirên
zarokên kurdan de bixwînin, ji alên reş
û konê şîna wî û kolanên bajarên
kurdistanê bipirsin, dê win baş têbighin
wateyên rast û durist ji jîndariya
nemirê astbilind di kûraniya dilan de, û
çawa Şêxê me yê nemir bûye serkêşê
raperîna hestên kurdayetiyê, û serdarê
serhildana duyamîn li rojavayê
kurdistanê!!!.
Pîroz be zarokên kurdan .... û bijî ji
herdû tiliyên we re jî, dilxwazî û
hêviya Şêxê pakrewanan jî di serê wan
herdû tiliyên we yên teze û bêguneh de
bû, wî jî wek we digot bijî azadî, bijî
rizgarî, bijî birayetî, bijî wekhevî,
bijî mirovatî .... wek wê bi dengê xwe
yê afsanewî di rûyê çete û terorîsan de
diqêriya û bang dikir, û bi hezar caran
digot na!! dengê wî yê qebe û zor ....
zor ....zor bilind hemî sînorên bivan
derbas dikirin, sîngên xêzên sor
diçirandin û qet ne dirawestiya, ta ku
giyanê xwe wek xetîreya azadiyî vêxist û
xiste destên we yên bi çûk, ji bo ku win
karibin li ber ronahiy giyanê wî yê pak
û pîroz rêça azadiyê bişopînin, belê
.... haya wî ji wê yekê hebû, û baş
dizanîbû ku dê buha çibe li hember
encamê, bi baweriyeke di hinavên
rûmetiyê de, û bi têgihiştin û
hişmendiyeke payebilind pêşeroja we bi
gulan wêne dikir, wisa ji me hemûyan re
di giyanê xwe de gotin teqeze kir û
çespand!!!.
Pîroz be axa kurdistanê .... himbêzkirin
û pêşwazkirina mezinê pakrewanan ji te
re jî serbilindî û serkeftineke cudaye,
encama avdana zevî û zozanên te bi xwîna
Şêx Me'işûq El-xeznewî û hemî pakrewanên
doza gelê te yê kurd, bê guman dê bi gul
û kulîlkan şîn û rengîn bibe, ta ku hov
û çeteyên bidardekirina gotin û maf û
nerînê jîndarbin, dê zincîra
qurçifandina giyanan û binpêkirina mafên
mirovan jî li ser sîngê te berdewam be!!
ev reşroja ne destpêke ji pençeyên bi
xwîn re, û ne jî dawiya birînê ye, ji
kevnê salan de dergehên êş û birînan li
gelê kurd vebûne, û lehiya xwînê
destpêkiriye û hîn jî didûme, ji ber
tenê xwîn û birrîna giyanan kuştinkar û
serbirkaran serxweş û mest dike!! bila
dergehên te tim vekirî û li ser piştê
bin, ta ku tu bi rêçikên xwînê
gulîstanan ji gul û kulîkên jiyanê re
biafirînî!!!.
Kobanî: 26-6-2005
imerkalo@hotmail.com
tirej.com
|