| |
|
|
Li ser pirtûka Hêmen Kurdaxî
"Siwarên Rejiyê"
|
|
rojava.net 05.05.2005 |
|
|
|
|
Cankurd
May 3, 2005
Eve
dîwana duwê ye, ku Hêmen Kurdaxî dilêd me pê şa dike. Hêmen
helbestvanekî jîr û çalak e, û berhemêd wî ciyê rêzgirtinê ne. Ev
pirtûk/dîwan li ba EVRA Verlag li Berlinê hatiye çapkirin, bi
sergotinek helbestvanê hêja Nezîr Palo û bi bergekî xweşikê ku ji
aliyê Zagros Baran ve li ser pelekî sipî hatiye nexşandinê.
Pirtûk ji 104 rûpelan e, tê da (34) helbest û helbestkên kin hene,
ku jê ra di Kurdî Dûrik tê gotin. Helbestvan wan diyarî dike bo
refên şehîdên di serhildana 12ê Avdarê da (2004) li rojavayê
Kurdistanê ketine û bi xûna xwe pelekî nû ji dûroka gelê xwe
nivisandine, wek ew xwe dibêje:"Ji refên şehîdan re, ji rengê nû re,
yên ku difirin tabloyê…"
Helbestvan Hêmen Kurdaxî, ku sala 1973 li Qermîtliq, herêma Çiyayê
Kurmênc, ji dayik bûye, berê "Çêroka neynûkên şikestî" di sala 2003
da belav kiribû û me hinge gotibû, ku ev ciwanmêr helbestvanekî hêja
ye.
Nezîr Palo li ser va berhema nû di sergotinê da wilo dibêje:"Hêmen
Kurdaxî di vê berhevokê de sotin, şîn, girî, keser û xemkêçî di
tabloyekê de vejandine. Herwiha êş, eşq û xewnên xwe ristine û
wêneyine bêtebat neqişandine…"
Helbestvan rewşek nexweş a gelê Kurd wek tabloyek yekrengî bi dîwarê
ve dadiliqîne:
" Li jor
Talan e…
Li jêr
Talan e…
Di nav bêhnê de
Talan e.
Li teviya gund,
Bajar
û çiyayên min talan e..talan."
Tabloya wî bi rejiyê hatiye nexşandin:
"Mirin rejî
Jiyan rejî
Evîn rejî..
Xwîn rejî
Dûrî rejî
Nêzkayî rejî…
Em rejî ne
Komira rejî ne
Em siwarên rejiyê ne…"
Li ba Hêmen Kurdaxî:
"Rojê
Em ji himbêza xwe avêtin.
Seqemê jî em şewitandin.
Em hevdu dişewitînin
Hîn em tên sotin…!"
Lê belê helbestvanê me di tariyê, rejiyê û xuliyê da jînê dibîne, û
ji wê jînê hezdike, jê venabe, nikane jê vebe, ew jîna ku berê di wê
rejiyê, di wê xuliyê da hebû, bi taybet ev li dûriyê bêtir xuya dibe.
Berî ku ev jîna tev bibe xulî, ew jînek dî bû:
"Ez ji rejiyê hezdikim
Tenê ji ber ku ( ) rojekê
Kizot bû
û min xwe li ber tîna wê germ dikir."
Ew her li hîviya nûkirinê, xortbûnê, jiyanek nû, serhildanekê û
evînek nû ye…
"Ji deşta mirinê
Refên çivîkan
Di ezmanê çavên min de
bifirîne…
Zoyên ( ) memikan,
Newala tîbûnê,
Bajarên eşqê,
Pêş min bike û li min mîne…"
Ji wan dûrikên xweşik ên helbestvan di dîwana xwe da nivisîne, yek
ev e:
"Hergav
Li ber tîbûnê
Ji nav memikên te
difirim û
Kilisiyekê ( ) di nav
Lêvên te de
Li dardixînim…"
Li ba Hêmen Kurdaxî zarava Kurdaxiyan zelal e, ava kaniyek çiyayî
ye, ezmanekî sayî yê bi stêrkan xemilandî ye û deştek fireh û beharî
ye… Ew wefadarê zarava xwe maye. Di vê zaravê da jî pir taybetiyên
zimanî hene, ku di hîç zaravên dî yên zarê Kurdî da tune ne an min
ne dîtine.
Bo paristina vê zaravê berhemêd wilo xweşik û asan her pêwîst û
hezkirî ne. Di vê lêhatiyê (munasebetê) da ez bang li hemî
niviskarên me dikim, ku carekê kongireyekê li ser vê zaravê li
darxin, da bi firehî û zanyarî, li ser bipeyivin û bêtir bo gelê xwe
bidin nasîn.
Herbijî Hêmen…Çavên me li rêya berhemên te ne….
|
|
|
|
HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE |
|
|
|
|
|