|
HER HELBESTVANEK
DIKARE BI DEH RÊZAN ANGO MALIKAN BEŞDAR
BIBE. DEH MALIKÊN XWE BINIVÎSÎNE Û JI BOYÎ ROJAVAYÊ BIŞÎNE:
rojava@rojava.net
Siwarê ji mijê yê awirên te
bûm,
Xweşmêrê te yê ji helkehelka
tavsorkê,
Ji westana rûpelên evînA te
berbi evîna te ve diçûm,
li ber dergehên asê yên sirûda
derengmayî
û di gavên te de rojçêbûna xwe
û rojmirina gulên destên te
bûm.
jinên reşgirêdayî yên ji
bendemana bendemanê,
lîlandinên xwe dikujin
û rexên xwe ji dilê xwe
davêjin
û berbi raz û sosretên xwe ve
wenda dibin.
berdewam
bike!!
Ji keserên kîjan
sirûdê, xurcezîna te,
Li kambaxiya henasa
destjixweberdayî,
kulavên êşa me himbêz
dikin!?
Li qozîmijên rengê
zimanê te,
sîyeşevên tevna toza
kaniya beriya tu bêyî
di çavên min de
vehûnan.
Reviya giyanê
qozeqerên xemila birîna te,
Straneke biçûk, berê
xwe didiyê, çi dibêje?
Darçinar e, payîza
belgên te, di tarîewrên siberên xwe de vedike.
Weha xwewindakirin, li
xewnexelekên birîna min dialî.
berdewam
bike!!
Mendehoş, xirecira derengmayî di awirên te
de dişewite
gerînokên hesretê, lawaziya îskeîskan,
lavelava waqîna kundan dinehwirînin
pêlên razên te hildiperikin berbejna asoyan
di ahengên serxwer de noq dibin peyv
ew tilîşopên hîn neşuştî li bedena sar
di bendîxaneya bîranînan de te dipên
û ev ez namîne ez
perçeyekî dîl im ji dengvedana sirûda seremergê
bêalî, li aliyên te pêl didim
berdewam
bike!! |