|
FÛAD SÎPAN
(AKPINAR)
fuadsipan@yahoo.de
ALMANYA,
12.04.2005
Delegasiyona PENa Kurd
di 28.03.2005an li Hewlêr serdana wezîrê perwerdê kir. Wezîrê
perwerdê birêz Abdul-Azîz Tayib wezîrê herêma Behdînan e û
perwerdeya hemû şagirtên ku li wê herêmê diçin dibistanê ji wî têye
xwestin. Birêz Abdul-Azîz Tayib li meqamê xwe delegasiyona me bi
dilekî germîn pêşwazî kir, ji bo serdana me li Başûr kêfxweşiya xwe
anî ziman û got, “xelkê Kurdistanê jê xeber
bûye, ku we - çi PENa Navneteweyî û çi Pena Kurd - li Amedê
Konferansek pêk aniye”
û wiha berdewam kir “Em tasawir dikin, ku em
muhtacî we ne. Pêwendiyên bi gelan re pir mihîm in. Em dibêjin,
Kurdistan milkê me Kurdan hemûyan e li seranserê Kurdistanê, çi li
Rojhilat, çi li Bakur û çi li Başûr-Rojava û em muhtac in, bi
biyaniyan re pêwendiyan çêbikin. Em ji Kurdên li devre dijîn re
dibêjin, werin welatê xwe bibînin û alîkariya me bikin”.
Wekî din birêz Abdul-Azîz Tayib qala xerabiyên dijmin kir, ku wan
çawa tahrîbat li ser zarokên Kurdan hîştibûn û di pê re li ser kar û
barên xwe sekinî û wiha berdewam kir û got:
Dema em qala kesayetê
dikin, divê em li ser perwerdeyê bisekinin. Me heta niha di pirsa
perwerdeyê de gellek zarok gihandin. Ev hemla me berdewam e. Li
Kurdistanê ti cih nemaye, ku dibistan lê nîne. Di gundekî de heft
zarok jî hebin, em mamosteyan dişînin wir. Em baş pêşde çûne, lê hên
astengî hene. Em mihtacî alîkariya derve ne. Tundî, yanê lêdana
zarokan di dibistanê de li Kurdistanê hatiye qedexekirin. Eger
mamosteyek tiştekî wiha bike, em wî ji mamostetiyê davêjin û mesele
diçe dadegehê(mehkemê). Di dema Saddam de Tundî û lêdana zarokan
hebû. Em di demeke kurt de 80 salî pêşde çûne, lê hên kêmasî hene.
Birêz Abdul-Azîz Tayib
di pirsa olan de jî wiha got:
Mafê diyanetê azad e û her
dîn-ol dikare bi ola xwe perwerde bibe.
Birêz Abdul-Azîz Tayib
di pirsa perwerdeya zarokan de got, ku ew zarokên Kurdan di
dibistanan de wisa perwerde dikin, ku ew bikarin di rojên pêş de ji
gelê Kurd re lîderiyê bikin. Li ser biryarên ku di dema dîktatoriya
Saddam de hebûn jî birêz Abdul-Azîz Tayib wiha got:
Babetên Komelayetiyan hemû
hatine guhertin. Me hemû li gorî mêjûyên xwe guhertin. Me îtîfaq
çêkiriye, ku em bi serê xwe tevbigerin. Di warê perwerdeyê de her
herêm serbixwe ye. Li Kurdistanê li herêma Behdînan 600 hezar
şagirt-qutabî hene û bi hukumeta Hewlêr ve girêdayî ne. Li herêma
Behdînan 6300 dibistan, 32000 hezar mamaoste hene. Dibistan heye,
3000 hezar zarok diçinê û dibistan hene 7 zarok lê perwerdeyê
distînin. Zimanê standard di dibistanê de zimanê Kurdî ye. Zimanê ku
tu pê ne axivî, ew ziman mirî ye. Lê em pêşî lê nagirin. Li Duhokê
perwerde bi devoka Behdînanî ye. Divêt em wisa bikin, ku Behdînanî
soranî hîn bibin û soran jî bikaribin Behdînanî bizanibin.
Ji wezîr hate pirsîn, ku
sîstema perwerdeya zarokan ya kîjan welatî ye? Û wî wiha bersiv da:
Sîstema me bixwe ye, lê em
jî îstîfadeyê ji xelkê dikin. Mesela, em ji Swêd îstîfade dikin, em
ji perwerdeya medenî ya Amerîka û ji sîstema Federalî ya Kanadayê jî
îstîfade dikin.
Niha 300 Kurd li Zankoya
Zaxoyê û Seladînê ji perçên Kurdistanê yên din hene.
Mamoste Mistefa Reşîd
pirs kir ku zarokên Kurdan çawa têne perwerde kirin, gelo dîroka
Kurdî dixwînin? Bersiv erê bû. Wezîr li ser zaravên Kurmancî jî wiha
got:
Em herdû îdareyên Kurdan
li Silêmanî û Behdînan li ser vê meselê disekinin. Ev îş û karê
zanyaran e.
Mamoste Dr. Zerdeşt Haco
pêşniyar kir, ku li Hewlêrê ji bo mamosteyan Konferansek bêye
çêkirin, da ku bandoreke siyasî li ser mamosteyên Kurd yên li
derveyî welat dimînin hebe û ew vegerin welatên xwe, li wir kar
bikin.
Wezîr li ser vê pirsê
tiştek negot, lê got, ku ew ji bo Konferansekê li Swêdê hatiye dawet
kirin û ewê jî di wê Konferansê de beşdar bibe. Wekî din rojnameyek
ji aliyê wezareta perwerdê li ser perwerdebûna li Kurdistanê di
mehê-heyvê de carekê dertê.
Min gotinên li jor ji
devê wezîrê perwerdê yeko yek nivîsîn, ku di pirsa perwerdeya
şagirtan de nêrînek objektîv bidim, da ku gelê me li her çar perçên
Kurdistanê bizanibin, li Kurdistana azad rewşa perwerdeyê di çi
merhelê de ye.
Mirov nikare bi gotinan
hest û hîsên xwe bîne ziman, ku dema ji devê wezîrê Kurdistanê li
ser perwerdê dibihîze, ku roj bi roj rewş pêşde diçe û zarokên Kurd
li ser axa xwe bi mêjûya xwe têne perwerde kirin, ku rojekê ji
Kurdistanê re lîderiyê bikin. Ew roj nebûn nesîbên me, ku em li
Kurdistana azad bixwînin, kêfa û tama zimanê Kurdî jê derînin. Lê
xwezil bi canên wan zarokan, ku di dibistanên xwe de bê tirs, bê
xof û bê lêdan li ser koka xwe perwerde dibin. Ez bawer im, ku
zarokên li Kurdistanê wê qedir û qîmeta azadiyê bizanibin, wê
bibînin, ku gelê me bi bedeleke giranbiha xwe li perçê Başûr
gihandiye vê merhelê. Û hêvîdar im, wê zarokên Kurdistana azad ji
bîr nekin, ku hên sê perçên Kurdistanê di bin destê kevneperest û
dîktatoran de bi nalîn in, zarokên Kurdan li perçên din ji wan
mafên ku di destên wan de ne bê par in û bi destê zorê bi zimanê
xelkê û tewrên paşverû têne perwerdekirin.
|