FÛAD
SÎPAN (AKPINAR)
Xebera reş dîsa ji Hewlêrê hat. Li
gorî nûçeyên peyamnêr, îro (04.05.2005) li Hewlêrê li tenişta Hola
Mîdiya teqîneke terorîstî çêbû, ku heta niha 45 şehîd û 95 kes jî
birîndar hene.
Ger dijminên Kurdan bikarîbana dê
heta niha Kurdistana Azad hemû bikirana gola xûnê. Dijmin her
derfetê bi kar tîne, Kurdan qetil dike û pîskolojiyeke xerab li ser
Kurdan bihêle. Lê dijminên Kurdan bi van êrişên terorîstî ji cîhanê
re jî mesajan didin, ku ne tenê Iraq, herwiha Kurdistana Azad jî ne
bi emnî ye.
Partiyên sereke
PDK û YNK li hêviya çi ne?
Wek tê zanîn, çend sal berê di
navbera Partiya Demokrata Kurdistan û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan
de ji bo yekgirtin û yek hukumetî biryar hatibû standin. Lê mixabin
di pê hilbijartinan de û heta niha herdu hukumet nebûne yek. Raya
cîhanê beriya hilbijartinan him li ser Iraqê û bi taybetî jî li ser
Kurdistanê negatîv bû, çimkî her çiqas desthilatî bi raya gel be jî,
lê şertên desthilatiyeke demokratîk bi raya gel, bi hilbijartinan
têye pîvandin. Rewş di pê hilbijartinan de li ser Iraqê û li ser
Kurdistana Azad sed û heştê rade hate guhertin û ramana cîhanê niha
pozîtîv e.
Lê divêt herdu partiyên sereke ji
bîr nekin, tu hilbijartina çêbikî û paşê hukumeta xwe ya hevbeş
avanekî, serî û ba lê bidî, li ser hêsabên biçûk tevbigerî, wê rewşa
cîhanê ya pozîtîv jî dîsa wek berê negatîv be.
Wisa têye xwiyakirin, ku herdu
partiyên sereke yekgirtiya heqên xwe diparêzin, lê nikarin di nav
xwe de yekîtiya Başûrê Kurdistanê biparêzin. Sedem çi ye, çima
partiyên sereke daxwaza gelê Kurd li ber çav nagirin û pirsgirêkên
di nav wan de hene ji bo hukumeteke hevbeş çareser nakin!.
Ez bawer nakim, ku pirsgirêk tenê
serokatî û cihgirê serokê Kurdistanê be. Eger pirsgirêk serokatiya
Kurdistanê be, ma ji vê pêşniyariya kek Mesûd maqûltir ti tişt heye,
ku serokatiya Kurdistanê bi hilbijartinan be?. Ma Kurdan hindik ji
dîktatoran kişand?. Kîjan dîktator bi hilbijartinên demokratîk
hatine ser text? Dema serokatiya Kurdistanê bi hilbijartinê be, wê
hingê pirsgirêk namîne. Eger Mam Celal dixweze, bila di pê
serokkomariya Iraqê re were li Kurdistanê ji bo serokatiyê bibe
namzet. Eger bi raya gel be, wê bibe serokê Kurdistanê jî.
Partiyên sereke çima serên xwe li
ser sînorê Başûrê Kurdistanê naêşînin, zêde li ser pereyên Îbrahîm
Xelîl û li ser emniyeta Hewlêrê diêşînin?
Xaneqîn, Mendelî, Şingal, Mexmûr û
Şêxan ji sala 1970î heta sala 1974an di bin desthilatiya Otonomiya
Kurdistanê de bûn, lê niha li ser vê meselê çareserî çênebûye.
Aliyên Ereban dest ji van bajaran ber nedane û Ereb dibêjin, bila ev
bajarên han di bin desthilatiya Iraqê de bimînin.
Heta xetek di
navbera sînorê Kurdan û yên Erebên Iraqê de neyê danîn, Kurdistana
Azad wê herdem di binê tehdîda terorîstan de be.
|