Kurtejiyana Cegerxwîn
Ebdulsalam Darî
Ji
malbateke gundî belengaz, helbestvanê
Kurd ê nûjen Cegerxwîn sala 1903 z li
gundê Hesarê yê ku dikeve Kurdistana
Bakur hat dinê .
Navê wî Şêxmûse kurê Hesenê Mihemedê
Mehmûdê Elî ye.
Qey qederê wisa dixwest, ku Cegerxwîn
jiyaneke zor û zehmet derbas bike, dema
dê û bavê wî mirin û sêwî ma.
Vêce ji naçarî bû şivan û paleyî jî
dikir .
Lê
Cegerxwîn zû bi zû ji vê rewşê derket û berê xwe da
zanistiyê, li cem şêx û melan li zanînê geriya, dest
bi xwendina feqetiyê kir .
Heft heşt salan bi vî awayî xwendin tewa kir û (îcaza)
xwe li cem Mele Fethule stand , piştre hinekî
meletiya gundan kir .
Du bûyerên mezin di herêmê de çêbûn, ev bûyer
bûn sedemên guhertinê di kesîtiya Cegerxwîn de, berê
wî bi xurtî ber bi niştimanperweriyê de dan:
1- Cenga cîhanî ya yekem û tiştên jê veketin, mîna
serxwebûna gelên bindestê Turkan û peymana taybet bo
Kurdistana Bakur a ku bi navê (Sêver) tê nasîn û
leystikên Turkan dijî wê peymanê .
2-
Heriftina şoreşa Şêx Seîd 1925ê z û di pê re
çavsoriya ku Tirkan li gelê Kurd kirin. bikuştina
hezarên şoreşgêran. Hema bi sedan ji wan şoreşgêran
gihiştin Sûriyê .
Ewan şoreîgêran di sala 1927 z de komeleyek bi
navê
|
|
(xweyîbûn) saz kirin. Cegerxwîn tevlî vê
komeleyê bû û bû yek ji endamên wê .
Di vê demê de Cegerxwîn dest bi
nivîsandina helbestê kir û di kovara
Hewarê de helbestên xwe diweşandin .
piştî serkeftina şoreşa Iraqê sala 1958
z, Cegerxwîn derbasî Iraqê bû û li
zankoya Bexdayê di beşê wêjeyan de xwend
.
Di sala 1963 z, ji naçarî dîsa vegeriya
Sûriyê, ta sala 1979 z û di wê salê de
berê xwe da Siwêdê û li bajarê Stokholmê
cîwar bû .
Di 22 çiriya pêşîn de, sala 1984ê z de.
li bajarê Stokholmê dilê wî rawesta û çû
dilovaniya xwedê.
Ez bawer im kesekî mîna cegerxwîn tekê
zemanê xwe bû. Bi hiş û ramanê xwe , bi
bîr û bawerên xwe, niştimanperwerekî bê
hempa, di nêv miletekî nezan û perîşan
de, ku bi sedê salan zilm û zordariyê
dikêşe.
Cegerxwîn ev rasteqînî baş dizanî, ji
ber ku gelek bûyerên mezin di Kurdistanê
de li ber çavên wî çêbûn, vêce giha
encamekê ku, miletê di vê rewşa xirab de
bijî , dive mirov bêhnê lê fireh bike,
hin bi hin mirov wî bighîne baweriyên
zanistî, girêdanekê di navbera wî û doza
azadiyê de pêk bîne.
Lê carna bê hêvî dibû û digot: (gulek
nake buhar). Lê di dema niha de neviyên
Cegerxwîn bîr û baweriyên wî di dilê xwe
de çandin, û li ser rêça wî gavan
tavêjin .
Di dawî de em dikarin rastiya vê
helbesta wî berbiçav bikin dema dibêje:
Meyger tu binê ez li dinê her wekî fîl
im
Şûva ko me ajotiye tovê xwe biçînin
Mizgîn li te be me tovê xwe çand û
gelekî nêzîk ewê kat bide! |
|
Dîwanên helbestan:
1- pirîsk û pêt, Şam 1945.
2- sewra azadî, Şam 1954.
3- kî me ez ? Beyrût 1973.
4- Ronak, Swêd 1980.
5- Zendavîsta, Swêd 1981.
6- Şefaq, Swêd 1982
7- Hêvî, Swêd 1983.
8- Aşitî, Swêd 1985.
Çîrokên Cegerxwîn :
1- Cîm û
Gulperî, 1948 Şam .
2- Reşiwê Darî, 1956 Şam.
3- Salar û mîdya, 1973 Beyrût.
Ziman û Rêziman:
1-
Gotinên pêşiyan, 1957 Şam.
2- Destûra zimanê Kurdî, 1961 Bexda
3- Ferheng (Perçê yekem )1962 Bexda.
4- Ferheng (Perçê diwen) 1962 Bexda.
5- Tarîxa kurdistan, 1985 swêd. |