Hevgirtin      Kurdish          Arabic         English     Swedish                              rojava@rojava.net

 

 » Hevgirtin
 » Nivîskar
 » Þêwekar
 » Navdarên Kurd
 » Kurdistana Rojava

 

 

Pêlikên şahiyê

Ezîz Xemcivîn

 Diyarî: {te tenê, û ji xwe pê ve nahêlim kes navê te biçinê}

 

Ji serî de

firek mey

ji geliyê nav du sîngên xweş

binoşim..

ew du findên

li ser wan hinaran vêketî ne

pinpinîkên buharê

li dor roniya geş,

li saya hembêzê dileyizin..

va ye danê helbestê

li ser pal û zinarokan didêrim;

pêlên bêjeyan

li ber bahoza evîna te

ji cejnan tên;

û di hingûran de diçînim..

 

Navê te peleke sipî bû,

û nama te guleke

li ser dilê kedî bû..!!

de bela ez li ber şeva pora te

wek hozanekî şevreşkî bibim.

 û bela

ji gerîneka guftûgoya li gel te

wek zozanekî serxweş

li bin asîmanekî zelal,

şûşeya devgirtî

bê zar û peyv

meya lal û sar

bi

awazên veşartî ji dilê te jîn bibin..!!

 Heger siya reyhanê

li civanê me,

ji me re sîwan bû

bayê buharan şayik e,

ne êvarê,

û ne şevbuhêrkên pîrhevokan

sawa tirsê sînorê parsûyan diderînin..!!

 du kewên zinaran

razên dilan berhev dikin

peyama te diguhêzin min

û

germa bêdengiya hembêza min

li ber te dajon û gîsin dikin..!!

 Ey evînê

ji min e,

ne li ber çavê dil e..

ne li ber

bihna lîska pêçiyan ne..

û ne li şevistana bêzariya min e..

weke ez ji xêbûr divexum;

û ew kaniyê

ji ahîna min diherikîne..

canê sipehî

mij û şebnem

bi ser sawîrê bîranînan de

ji

asoyê şevên pêrgîna me şandin..

 ez dibêjim:

heger tu binê wê tifikê vedî

tu dê germa evî dilî

hîn jî

li wir tu dê pê hest bibî..!!

û heger te dest da

sîngên xwe,

tu dê ewan bi şerbeta lêvên min

nixumandî bibînî..!!

 "kanî kanî

av sar kanî,

mala min bar kir,

li ser danî..

min û te tev peyman danî,

ger poşman bî,

tu dizanî.."

 Çivîkê; tu hîn kedîka min î,

şwîna nikildanên şahiya te

ta niha

li ser pêlên kenê min in..

bi sê zimanan

dengê evîna te dihat:

" seni sevi yurum ",

" أحبك "

û

" dustat daram "

min got: ev ziman min nagihînin!!?? 

Ohhhhhhhhhh,

Memo can

bi pêlweşa dengê Zînê re

çavan xwe ji qelîştê berdan

Li ber ba û baranê,

bi ber sînoran de

li dûv biyokên hezkiriyê

dil peyapey bezîn..

 

Wey li wan bin

ew hemû xweziyên dîn..

çima koncal, kaş û newal

rasterê razên şevê

em li ber wan digindirîn..

 Wey li wan stêran be.

ziq

li kiryar û finasên me

çavnêr in!!

 

pêjna pistîniya me

tinaz û laqirdiyên

jêhatî

li kavilan,

li xeraban

û li ewan mişwarên evînî

ko hîn ji kelkela me

sor dibûn û disincirîn..!!

 

Destûra wateya pirsê bû,

di tevdana destên germ û tihn da

çîrokên evîniyê,

derhal

ji hev re

eşkere kirîn..

 Xeşma rojên "firqetê" bin pê bû;

û kovanan xwe ji dil koçkirîn!!

Dêna me çû ser keleha

Hesen Kêf û Dimdim

awirên me li ser pêlikên şahiyê

bi jor de çûn..

Xatûna min

" cana li ber vî canî "

pêk ve

em li wê sîmfoniyê

sermest bibîn;

te digot:

wêreko

vaye gulistana ciwan

li ber pala te ye;

sorgulan bîn bike..!!

 Ezê te li nav bikim Padîşahê Waşokanî,

te bikim oldarê ola Manî;

bi rêdana dildariyê

ez û te du bask in,

periyên me gijin,

li pêlên bahejînan ew siwar in,

qet na hej in;

û

bi bagerên Beko ewanan

tucar ji hev cuda nabin veqetîn…!!

 

26/10/2004