|
Ezîz
Xemcivîn
Gewherê
mebestê;
navê te jî
bi navê
welatê min re
ve bû..!!
li bin ax
û koka darê
rehên we
li hilma
min geriya bûn
îşev
nizanim
kêzika
viyana te
bi ku de
diçe..??
li ser
pişta banê mebestê
paldayî
me;
peyvên
stêrkan dihejmêrim..
çi havîn
e;
çi şevîn
e?
lorik û
dewê çaxê
li ber min
e..
geh gepê
bi hêsran re dicûm,
geh şahiyê
bi strana
Eyşanê re dibilînim..
ji mêvanan
ez kozikê
ji te tenê re
dixemilînim;
ji serok
û qeralan re
axê
li ber pê
te tenê
avrêjin
dikim..!!
terîşeke
pîşo
li doza te
tenê divemirînim..
te navê
min azad kiriye
te şîlana
min
li cegerê
bi cî kiriye…!!
Te
guldanka pakrewanan
li pencera
dilî
geş kiriye..!!
gava çavan
bêriya te dikir
hevokên
hêwî
ji derya
ziman î difiriyan
û geva
dilî hizra te dikir;
li damarên
kenoke
xwesteka
dîtina te
har dibû..!!
dilniya
be;
li evê
dema dînoke
hemû
qerpalên
çaxînî
ji firyana
me bitirsin..!!
Sîmirê
bi şahî
be;
Dêw
şikestin
nema
dikarin
yek parçî
ji laşê te bibirin,
nema
dikarin
çiraxên
geşbîniyê
li govenda
te bivemirînin…!!
29/4/2005
|