
Xwendevanên hêja,
bêguman êzdayetî
yek ji
kevnetirîn olên
cihanê ye û her
weha jî
kevnetirîn ola
di kurdistanê
de, lê mixabin
her ciqasî
lêkolîn li ser
kevnarî û
reseniya vê olê
di kurdistanê
de, bi taybet
hatibe kirin jî,
bi baweriya min
hîn pir pêdivî û
giringî heye ku
bi gelek awayan
nivîs, lêkolîn û
şîrove di
derbarê rewşa vê
olê ya kevin û
nuh de werin
kirin, da ku ev
ol, herçiqas dem
û rewşa
mirovatiyê li
seranserî
gerdûnê bi pêş
ve diçe perdên
tarî û
nediyarbûnê( ji
bilî zilim û
zora ku li
dirêjahiya
dîrokê li
mirovên vê olê
hatî kirin )
dikevin ser
rûçikên wê û
diçewise, weku
rastî û bîr û
baweriyên we yên
mirovane û
xwedênas were
diyarkirin.
Dê di vê
pencereyê de ,
li gorî derfetên
xwe hewlbidin ku
hindekî ji derd,
êş û azerên vê
ola birîndar û
carcarnan bîr û
bawerî, raman û
boçûnên wê ji we
yên hêjan re
ragihînin û
bigihînin we.
Helbet Êzîdxane
weku têgih ku tê
wateya cih û
warên êzîdiyan,
dikare bi wateya
xwe a olî û hem
jî weku peyv
hemî hêl û
babetên rewşa
olî, civakî,
niştecî, çandî
……ya êzîdiyan li
hev bicivîne û
bide şîrovekirin,
bi vê mebestê
pencereya me bi
Êzîdxanê hat
binavkirin.
Gelî nivîskar û
lêkolînvanên
birêz,
me pir pê
kêfxweş e ku
pencereyekê li
yên internetê ku
têkildar û
xemxwarê ola
êzîdiyan ne ji
we yên hêjan re
zêde bikin, em
dê her sipasdar
û rêzgirtî bin
bo hemî sazî,
dezgeh û
rêxistinên
civakî û
rewşenbîrî û
hemî alavên
ragihandinê yên
ku her bi
awayekî ji
awayan hewl
dabin daku
çirûskek ronahî
bidin ser vê olê,
bêguman em jî dê
keda xwe tevî ya
wan bikin û dest
bi vî karê
birûmet bikin.
Hêvîdar in ku
Êzidxane bibe
meydan û cihê
gengeşe û
gotûbêjkirina
nivîs, bîr û
baweriyen we,
helbet dê di
Êzîdxanê de hemî
babetên
rewşenbîrî,
civakî, olî,
çand û kelepor û
herweha lêkolîn
, şîrove û gelek
dosiyayên
hemareng û cur
bi cur jî wê
werin weşandin.
De Êzîdxanê ji
bo xwe bikin
meydana gengeşê
û ji bo xwe geş,
zengîn û rengîn
bikin, dê her li
benda pêşniyar û
nivîsên we bin.
Feyzî Çelîk |
|
|
|
|
ملف خاص بشأن
التغيير و
الاصلاح في
بنائية الدين
الايزيدي
في الاونة
الاخيرة ثمة
نداءات واقتراحات
ودعوات في
المجتمع الايزيدي
تدعوا الى
التغيير والاصلاح
الديني في بنائية
الدين
الايزيدي،وفي نفس
الوقت على الطرف
الاخر هناك من
يجزموا بأن
الاديان غير
قابلة للتغيير
والاصلاح ومنهم
الدين
الايزيدي،ولكن
لكي نتماشى مع
روح العصر وحتى
لانكون على مسافة
كبيرة من
الحضارات
الانسانية وكي لا
نزيد من الهوة
بيننا و بين
الاخر علينا
القيام ببعض
التغييرات
والاصلاحات
الاجتماعية في
بنائية المجتمع
الديني.
كل من يرغب او
يشاء في كتابة
تحليلاته و
دراساته في شأن
تغيير و الاصلاح
في بنائية الدين
الايزيدي يمكنه
ارسال كتاباته
الينا على بريد
الالكترونيالتالي:
ezidxane@hotmail.de
|
|
Dosiya Taybet
Demên dawî, pir
caran ji nav
civaka êzîdiyan
hindek deng û
bangewazî berz û
bilind dibin,
doz û pêşniyaza
guherîn û
rêformên
olî dikin.
Ji hêlek din ve,
hindek tu pêdivî
û pêwîstiyê bi
guherîn û
rêformên olî
nabînin bi
behaneya ku
bawermendên çu
olan vê yekê
napejirînin, lê
belê da ku
civaka êzîdî xwe
ligel civaka
şaristanî û
hemdemîyê
bigunce pêdivî
bi rêformên
civakî di civaka
êzîdî de
heye.
Her yek bixwaze
nirxandin, nerîn,
pîr û boçûnên
xwe li ser
pêdivî û
nepêdiviya
rêforman di ol û
civaka êzîdî de
hebe dikare ji
me re li ser
Emaila jêrî
bishîne, dê mîna
dosiyake taybet
di
http://www.rojava.net/ezidxane.htm
de wer in
weşandin.
Email:
ezidxane@hotmail.de
|
|

Dagirker û
terorist
Kemal Tolan
|

حلبجه ثانية إسمها ﮔرعزير
وسيبا شيخ خدر!!
د. خليل جندي
يا لهول الكارثة، يا لهول
الفاجعة ، يا لهول
الجريمة
الوحشية
المخطط لها بدقة متناهية
وحقد ما بعده حقد على كل
ماهو إنساني وجميل على
وجه الأرض. جريمة هي
الأقوى والأكثر بشاعة
وتدميراً وإزهاقاً لأرواح
الأبرياء منذ سقوط نظام
البعث حسب تصريح البيت
الأبيض الأميريكي في
إدانته للجريمة.
|

Pêwîstiya Êzidiyan bi
guherîn û rêformên olî heye?!
Amer Çelik
|

DI ÊZDIYATIYE DE REFORMEN
LI GOR XWASTIN AN JI NE XWASTININ ME ÇEBUYI GELEKIN
Kemal Tolan
|

Hevpeyvîn bi hêja Îdo
Baba Şêx re
Destsarî û sistiya
hindek berpirsiyarên
deverê û zêdebûna hestê
hozikî û eşîretî û
dîndariya tîj û tund, û
ne bikaranîna yasayî bi
awayên rast û dirist, ev
hemû sedemên rûdana
Şêxan bûn. Çareserî bi
yan min ew e, da ku
bûyerên wisa êdî
neqewimin pêwist e ku
yasa li ser hemî xelkê
beyî ferq û cuda bête
bikaranîn, û xebat û
karên ji bo zêdekirina
hestên netewayetî û
pêşvebirina civaka sivil,
û pêşgiritina li bîr û
baweriyên eşîretî taybet
û hemû awayên paşkeftî.
|
|

Terora ku li Şêxan çêbû...
Serhan Îsa
|

Geşbûna
Kurdayetiyê
anku geşbûna Êzidiyatiyê
ye
Pîr Xidir Silêman
|

Kurd dikarin bê Êzidiyan Fedryaliya xo bi rê ve bibin, Dewleta xo
ava kin, lê belê
Êzidî
nikarin bi serfirazî, bê Kurd û Kurdistanê bijîn!
Dr.Xelîl
Cindî Reşo
|
|

Xwedayê bi
Kurdî di navbera
Kurdistana „çinînê“û
Êzdîstan“ê de
Hoşeng Broka
|

Êzidiyatî di bin agirê
siyaseta şaş de: Çima
pirsiyara „Netewa“
Êzidiyan xwe îro dide
pêş?!!
Dr.
Mîrza Dinnayî
|

Êzdiyatî
û pîroziya ciyografiya
çarşemê
Hoşeng Biroka
|
|
|

Serokê Kurdistanê rêzdar
Mesûd Berzanî di
axaftina xwe de
(21.2.07) ya bi sebaret
bûyerên Şêxan
(14.15.16-2-07) bi Mîr
Tehsîn Beg û Babê Şêx û
gelek oldar û kesên
Êzîdiyan re weha got :
« Ne ez, ne Mam Celal û
ne serokatiya PDK û YNK
rê didin ferhengek (çandek
) weha biyanî ku di
Kurdistanê de bi cih
bibe. »
Li gor bîr û baweriyên
we:
Gelo, ev çanda biyanî di
Kurdistanê de îro tê çi wateyê ?
ev çanda ku di bûyerên
Şêxan de rû da çandek biyanî ye, yan çandek navxweyî ye.. ?
Piştî « Şêxan »
pêwîstiya kurdan bi çandek çawa heye… ?
Êzîdxane
|
|

Ez
êzîdî me,ez ne kurd im,
êzîdî êzîdî ne û êzîdî
ne kurd in, li
Kurdistana Başûr (Kurdistana
Îraqê ) piştî têkçûn û
rûxandina rijêma Sedam
di nav êzîdiyan de bîr û
baweriyên wisa rû dan û
ev bîr û bawerî ta bi
radiya sazkirin û
damezirandina tevger û
rêxistinî çûn.
Li gor hizir û boçûnên
we,
Gelo sedemên evan
rûdanan çi ne ?
Ta bi kîjan radayê êzîdî
dikarin ne kurd bin ?
Êzdayetî dikare wisa
serbixwe, netêkildar û
negirêdayê netewa kurd
be ?
Hêvîdar in her yekî ku,
bîr û bawerî, hizir û
raman, şîrove û boçûnên
xwe di vî babetî de
hebe, bi awayekî giştî û
nivîskî weku persiva
evan pirsan li ser vê
emailê
ezidxane@hotmail.de
ji me re bişîne, dê
gelekî sipasdarên we
hêjayan bin.
Têbînî
Ev pirs ji çend
lêkolînvan û nivîskarên
pispor hatina kirin û
bersivên wav dê mîna
dosiyayekê di
http://www.rojava.net/ezidxane.htm
de nêzîk werin weşandin.
Êzîdxane
|
|