HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî



vîdyo

Qamişloka xwînê
Ehmedê Huseynî

Derhênan:
Reşad Yosif
 

 
 


Vê hefteyê

Bernameyeke teybet derbarê Rojavayê Kurdistanê.

Radiyoya 2000fm li Austrliayê
 

 
 


Smeîl Emo: Terorîstan û Sûriyeyê bi hev re Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî kuşt


Wêneyên Heca

Qami
şloyê

 
 
 



 

 

ROJAVA KURDÎ 21. 06. 2005 

Ezîz Xemcivîn                                      H  E  L  B  E  S  T

 Dawiya şevê

 Berî ez çavên xwe bigirim,/ ewan bi bîrhatinên te/ kil dikim…/ ew hevokên narincî / ji ser wê maseya dilî/ bi şahî bi destên xwe / bi vir de, bi wir de ewan dibim…!!  Şev e,/ mêş raketîne; / tilûr li benda banga sibehê ne../ ez jî hîn / di nav mija sawîran de/ avjeniyê dikim…!!

Selîm Biçûk                                       H  E  L  B  E  S  T
… Û Ez ji min dizîm
Li kenarê xilmaşiyek sersem,
xuşîna çêm, me bi bişirîna xewnê radizand
Payîzokek mişext e,
bi ahenga Seremergê,
ava çêm miçiqand,
şev talan kir,
Hoşeng Osê                                       H  E  L  B  E  S  T
Evîndarê Qîza Çiyayê Cûdî

Di şevbuhêrkên zivistanê yên har de…
Dapîra min wisa digot:

Amal Newar                                                  ( Libnan )

wergerandina: Xelat Ehmed

helbesta:

Çivîka nasik
 
Hanaa Hicazî                                             ( Sihudiyê )
wergerandina:Xelat Ehmed

bexşana:

ma te ez dîtim ?

ez di kolanê de dimeşiyam

 
Nur Elqehtanî                                              ( Kuweyt)

wergerandina:Xelat Ehmed
Helbesta:
Tariyeka bîndar

Va tarî te dîl dike
Ey nehtorvanê dergehan
Tariya bîndar
Dosta şevê û ximavdanka reşatiya kubar
tarî ya nebez ,ya deriyan diveke
ronahiyê li pepelîkan direşîne
 
NEZÎR SILO
Rejîma Bass a Suriyayê 200 hezarên Kurd dike Ereb
Kongereya partiya Bass a 10ê ku di navber 6-9ê vê mehê de li dar ketî, biryar girt ku mafê hemwelatiyê yê ku di sala 1962ê de ji sedhezaran zêdetir  ji kurdan hatî girtin -ku îro hijmara wan ser dusedhezaran ketiye, li wan vegerîne. Ev kiryara nemirovane çi bû di wê demê de hate kirin? Armanca rejîma þoven çi bû ji vê yekê û çiqas ew armanc pêkanîn? Çima ewqas ev mesele di rojeva partiyên kurdî de cih digire? Ev çi nasname û mafê hemwelatiyê ye dê ji kurdan re bê dan? Rejîma Bass bi vê yekê dixwaze çi bike? Bersiva van pirsan dê mijara gotara min be.
 
Ehmedê Huseynî

Kurmanciya qeşmeran û toltajiyên kurmanciyê!

(Yekî destgirtiya min revand, piştî min naskir ku qeşmer û barûte ye, nema aciz bûm) Snika.

(1)

Nivîsandina wêjeyî, dahênan û afirandina zimanî, bi giştî, helwesteke mirovane ya rexnekariyane ye. Helwesta mirov a ji xwe û ya ji pirsgirêkên hebûna xwe, ya ji derûdora xwe û ya li hemberî jiyanê, kêşe, gîr û girift û pirsgirêkên civakî, aborî, derûnî û çand û sincî, di dawî de jî, helwesta li pêşberî çemk û pirsên felsefiyane yên gerdûnê ye.

Mahmûdê Şêx

Di roja cejina zarokên cîhanê de, xelata mendalên kurdan pakrewanek bû

Wekî tê zanîn, ko di roja yekê pûşperê de, her sal cajna zaroka cîhanî ye, ko her mendalek ji xwe re, dikeve nav cîhana fentaziyê, û dibêjin: “Gelo dê û bavê me, dê çawa, di vê roja piroz de, me pêşwaz bikin, ew ê me bibin seyrangehên welêt, dako em bi hevalên xwe re bilîzin, dîlan û henekan bikim… Cilên rengîn û xweşik, li bejina xwe kin, ya dê me bibin filimekî sînemayê yê ko, hîn tu kesî lê temaşe nekiriye, yan şanoyekê ji şanoyên lîstika zaroktiyê …..h.w.d.  Ew ê me xelat bikin, ji ber ko, her zarokek hatiye perwerdekirin li mal, bexçeyên zarokan û dibistanan.....

Gulnar Elî
Cejna Poşmaniyê
Roj gehand dava dirêj
Bê hedar
Di vê şeva ker de
di xew de ye
Her tişt bêrih maye
bi kirasê rebenan pêçayî
heyv li pişta ewran lawijên xeydê dibêje
Silavê li ...
dastana bêrîyan dike
li kevnewarê
venesînê kotirek spî bû.
Arşevê Oskan
Navine Giran Û Nivîsine Erzan
Di warê nivîsandina bi zimanê kurdî, bi taybet li Başûrê Rojava, çend nav hatine naskirin, û her yek li ser şêweyekî, ji şêweyên edebiyatê hatine rûniştin, bêyî ku kes bejna wan bipîve û wî mafî bide wan... wek mînak: helbest, çîrok, rojnamegerî û çend şêweyên din ji edebiyatê, yek ji wan navan (Konê Reş) e, ku di ser bîst salan re, ev nav bi dûv ketiye, di warê rojnamegeriyê de, lı başûrê Rojava.

Qado Şerîn

Ez tenê dizanim kê Şêx Xeznewî kuşt

Ko terorîstan Şêx M. M. Xeznewî kuştibin, bêguman bi fermana rêcîmê bûye.
Di vê dema zirav û teng de em kurd çiqasî hewcedarî merovekî wekî Şêx Xeznewî bûn, şêxê ko karîbû me hemiyan li dor dîtin û nerînên xwe bicivîne û bi yek e.
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

SEROKÊ KURDISTANÊ LI TEVAYA XELKÊ KURDISTANÊ
PÎROZ BE!

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Cankurd

Li ser romana Lokman Polat
"Nûrheyata Licî"

Cankurd

Cankurd

 

Li ser pirtûka Helbestên
Xilat Ehmed
Çarîkên Berbangê – Tiryaq

Cankurd

Sebrî Silêvanî


 

Bi Navê Xwedê Binivîse Qamişlo
08.06.2005
Sebrî Silêvanî

ARIF ZÊREVAN

Ji sedê 95-ê kurdan bawer dikin ko dewleta Sûriyeyê
Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî kuşt


ARIF ZÊREVAN
NEZÎR SILO
NÛJENÎ Û ÇAND
08.06.2005

Nezîr Silo

WELÎD MURAD

Nemir Dektor Xiznewî
Helbesta

Welîd Murad

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

DEWLETA EL-MIXABERAT DEST
PÊ KIRIYE GORA XWE DIKOLE

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Medeni Duran
Bêguman Şêx
Mihemed Meeşuqê
Xeznewî rêcîma
Suriyê nasdikir..

Medeni Duran
Bêwar Ibrahîm
Dara Ûcaxên Kurdayetiyê  Na Çilmise

Bêwar Ibrahîm

Konê Reş
Pîroz be Qamişlo

Konê Reş
Tariq Hemo
Kuştina Şêx Xeznewî
 yan jî Têkbirina
"projeyekî ya kurdî"
din?

Tariq Hemo
Sebrî Silêvanî

Di navbera Xanî û  Xeznewî de

Sebrî Silêvanî

Seyid Feysel Mojtevî

 

Şêxê Şehîd
 

Seyid Feysel Mojtevî

 


Şîna şehîd Şêx Maşûq Xeznewî li bajarê Şarîqe- Îmarata Erebî
Rêgeriya kurd li Îmarata Erebî, şîna şehîd Şêx Maşûq Elxeznewî li bajarê Şarîqe kirin, bi amadebûna qunsilê Îraqê {bi navê xwe hatibû}, çar xortên mala Xeznewî, hem gelek kesayetî ji hemû bajarên Îmaratê, beşdarî şîniyê bûn, li nav peyv û gotarên ko hatin xwendin, gotinek bi navê malpera tirej.net û bi navê Hevgirtina Rewşenbîrên kurdên rojavayê kurdistanê li derve, ji hêla Ezîz Xemcivîn ve  hat xwendin.
3/6/2005

Welatparêz û rewşenbîrên kurd li Qamişloyê dikevin girêva birçîbûnê

 Ji doh ve, Pêncşem, 50 welatparêzên kurd, ku piraniya wan heval û dostên Partiya Yekîtî a Kurd in, derbasî girêva birçîbûnê bûne. Komek ji rewşenbîrên kurd bi mebesta piştgiriya daxwazên wan, îro tevî girêvê bûn. Rewşenbîrên ku ta niha di grêvê de beşdar in, ev in: Şêx Murşid Xiznewî, Ibrahîm Yûsif, Seydayê Keleş, Ehmed Heyder, Nesredîn Ehmê, Ferhaê Içmo. Beşdarên girêvê bi çalakiya xwe kuştina Şêx Meeşûq şermezar dikin û daxwaza komîteyeke lêkolînê ya serbixwe ku mafdarên kurd jî têde hebin, dikin, bo şopandina vê kiryarê û eşkerekirina tawanbaran.

  -Hejmara girtiyan bilindtir dibe. Niha bêtirî 50 jin û mêrên kurd di girtîgehê de ne.
- Xelk bi hemjarên mezin û bi xwepêşandanan diçin serdana gora Şêxê xwe yê şehîd.
- Vê êvarê, ji ber pirbûna xwepêşandanan hêzên ewlekariyê konê şînê bi zorê vala kir
-Tê gotin ku sibe seat 11 xwepêşandanek li Qamişloyê pêk bê.
 - Sê ciwanên kurd ên ku îro li Qamişloyê hatibûn girtin, ji ber işkenceya zor ku li wan hatiye kirin, derbasî nexweşxaneyê bûn.

 - Ragehandinên nû ji Qamişloyê tên dibêjin ku dora 50 xortî ji alyê hêzên ewlekariyê ên sûrî hatine girtin. Xortên girtî îro êvarî hewil dabûn mşekê li Qamişloyê çêbikin.
- Gr
ûpek xortên kurd ji bin konê şîniyê derket û bi siloganên mîna: bijî Kurdistan, şehîd namirin êrîşî hêzên istixbaratan kir.

Kurdan balyozxaneya Sûriyê ya li Brûkselê dagîr kir

 

Balyozxaneya Sûriyê li Brukselê ji hêla kurdan ve demjimêr 03.00 hate dagîrkirin

 - Televizyon, radyo û rojnameyên belcîkî hevpeyvînan bi xwepêşandêran re dikin.
- Dor 10 trimbêlên polîsên belcîkî balyozxaneya sûrî dorpêç dikin.
- Kurdên Brukselê bo piştgiriya xwepêşandêran diçin ber bi balyozxaneyê ve.

- Polîsên belcîkî, piştî ku daxwazên xwepêşandêran bi cih anî û medyaya belcîkî derbasî balyozxaneyê kir, xwepêşandêr derxist û 35 kes ji wan bi basekê birin cîgehê polîsan.

- Alayên Sûryê ji ser balyozxaneyê hatin daxistin û li şûna wan alaya Kurdistanê hate bilind kirin.

- Xwepêşandêr duruşmên mîna: şehdîn namirin- Xeznewî namire- Baas faşist, terorîst- Bijî Kurdistan- di hundir û derveyî balyozxaneyê de digotin.

 


Îro xwepêşandan li bajarê Hannover yê elmanî

ji seat 15.00-17.00 .
Kombûn li Platz der Welt Ausstellung
xaçerêka Kamarchstr. û Otserstr. Heta Staatskanzlei li Planckstr.

Bo têkiliyê: 0049 172 5438667

Kurdo, rabe ser piyan û dengê xwe li dijî riswakirina gelê xwe bilind bike;


DAXUYANÎ

Berdevkê H.R.K.R.D îro, 01.06.2005 ragihand ku, desthilata Sûriyê û hêzên wê yên parastin û ewlekariyê ji revandin û kuştina Şêx Meşûqê Xeznewî berpirs in û bang li kurdên tarawgehê kir ku, hemû hêz û guşara xwe bi kar bînin daku dezgehên navnetewî û saziyên mafên mirovan lêkolînekê di derbarê kuştina wî de vekin, her wiha berdevkê Hevhirtinê plan û sînaryoyên çêkirî yên rêjîma Sûriyê û alavên wê yên raghandinê û hewldanên bincilkirina kuştina wî û sûcdarkirina hin kesan ji binemala Xeznewî daku ji berpirsiyariya xwe birevin, şermerzar kirin.

BERDEVKÊ HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

 
Orhan Pamuk Xelata Aştiyê ya Bazirganiya Elmanî ya Pirtûkan wergirt

FRANKFURT- Nivîskarê turk Orhan Pamuk yek ji mezintirîn xelatên wêjeyê li Elmanyayê wergirt. Xelata bi navê “Xelata Aştiyê ya Bazirganiya Elamanî ya Pirtûkan” her sal dibe para nivîskarekî ko di rêya nivîsên xwe piştevaniya azadî û aştiyê dike. Îsal ev xelat bo para Orhan Pamukî. Xelata Aştiyê dê di 23.10.2005an di şahiyekê de teslîmî xwediyê xwe yê nû bibe.
Orhan Pamuk di hevpeyvînekê bi rojnemeyeke swêsrî de kuştarên dijî ermeniyan û kurdan anîbû ziman. Wî di hevpeyvîna xwe de gotibû ” li vir (li Tirkiyê) 30 hezar kurd û 1 milyon ermenî hatine kuştin û tu kes cegernake ko ser vê yekê biaxife. Naxwe ezê biaxifim û ji ber wilo jî ew dê ji min aciz bibin”.
Axaftinên Pamuk bûn sedema dijberiyeke mezin di civaka tirkî de li hemberî wî, li gelek deveran pirtûkên wî hatin şewitandin.

Romana Orhan Pamuk ya bi navê “Navê min sor e” ji hêla Mustefa Aydogan ve hatibû wergerandin bo kurdî û di sala 2002an de ji hêla weşanxaneya Doz hatibû weşandin.
Pamuk di pêşgotina wergera kurdî ya romana xwe de dibêje: ”Fikira ku wergera pirtûka min dê ji aliyê xwendevanên kurd ve bê xwendin min şad dike ko ew jî mîna neqaşên sadiqên adetên xwe bi zimanê xwe ve girêdayî ne”.
 

Rewşa tendirustî ya rojnamevanê kurd Mesûd Hamid xirab dibe

Şam – Hannover. Agahiyên ku me ji zindana Edra ya navendî – beşê siyasî girtin dibêjin ku rojnamevanê kurd Mesûd Hamid ji ber êşên çav dijwariyan dikişîne. Herweha di encama lêdan û azara ku şaxê ewlekariya siyasî li şamê dabûnê de piyên wî nîvnîvî pûç bûne. Tevî vê yekê kargêriya zindanê rê nade ku bijîşk lê temaşe bikin.
M. Hamid di dema meşa zarokan ya li pêşberî Yunisef, li Şamê, roja 25.06.2003 yan hati bû girtin û ji hêla dadgeha bilind ya hêminiya dewletê ve bi 3 salan hatiye tewankirin.
Em bang li sazî û komeleyên mirovahî û demokrat yên navnetewî dikin ku zorê bidin ser dewleta Sûrî bo dermankirina rojnamevan M. Hamid.
Azadî bo M. Hamid û hemî girtiyên bîr û boçûnê yên di zindanên

 

Roja 24. 06. 2005ê, katjimêr 00.00ê, 32 sal di ser Kembera Erebî ya ku li rojavayê Kurdistanê ji alî Bassiyan ve pêkhatibû, derbas dibin.
Malpera rojava.net dosyakê li ser vê projeya regezperestane amade dike. Em ji nivîskar û
lêkolînerên hêja tika dikin ku dosyayê bi gotar û lêkolînên xwe dewlemend bikin.

rojava@rojava.net


Şehîd, axa me rehber, dît


Seyid Feysel Moctevî

Serokatiya rêzdar Kak Mesûd Barzanî li Kurdistana fidiral û dimokratîk de li hemû azadîxazê kurd û cihanê pîroz be, paşî salê dûr û dirêj, arezûya mezine gelê me hat dîtin,


Rojavayê Kurdistanê û erkên hêzên siyasî yên kurd

Tengezarê Marînî

Pirs û kêşeya rojavayê Kurdistanê ji pirsa kurdistana mezin ya giştî nayê veqetandin, lê bi demê re her parçeyek ji van çar parçeyan teybetmendiyên xwe girtine, çi ji hêla civakî û çi ji hêla siyasî, kultûrî û bingeha avakirina hiş ve.



Dayika bêdeng

 

Dildar Ismaîl

Li te dipirsim, dengê te nayê.

Min bi derengî li te pirsî...

Nema hat. Nema hat
 


 

Dîmenên rast

û armancek

nerast
 

ji civaka

kurdan

Mahmûde Ûsê


 

Bernameya RASTERAST di

 
ROJ TV de


Rewşenbîrî çi ye? Rewşenbîr Kî ye?
Gelo nivîsa li ser bingeha gurkirina hestan, dibe xwedî nirx an na?
Hoşyarî û Xwenasîna Rewşenbîrên Kurd !!!!
Bernameya RASTERAST di ROJ TV de, dê van mijaran bi awayekî zindî guftugo bike.
Bernameya RASTERAST roja sêşemê 21.06.2005, seet 20:30 bi dema navenda Ewrupayê(21:30 bi dema Kurdistanê di ROJ TV de.....

Mêvanê bernameyê:

Ibrahîm Mehmûd-Nivîskar-Lêkolîner.

VEXWENDIN

Partiya Azadî Kurdî li Sûrye
Rêxistina Elmaniya


Dostên delal hevalên hêja
Silavên gerim :
Weke ku hûn dizanin li hundirê welat li kurdistana sûryê .herdo partiyên me partiya hevgirtina gel û partya çep gaveke zêrîn bi vê yekîtiya ha avêtin .dibin navê partya azadî kurdî de.û di vê rewşa giringde .û ji bona vê yekê em vê vexwendinê ji were birêdikin.çi kurdekî dil şewat li derveyî welat û hindirê welat..hemî rêxistinên kurdistanî .û hemî dostên miletê kurd. ji ber ku li elmaniya konfiransê rêxistina xwe em li dardixin .û em li benda birûsk û nameyên wene .biçirengê be em qebûldikin .rexin gazin .û deriyê rêxistina me vekirye çi kesê bixwaze derbasî bibe. li ser vê navnîşana ha ji mere birêkê.heya 01-07-2005 û tîkîlî wê berdewam bibe.

bijî kurd û kurdistan
partiyaazadi@hotmail.de

01743547651
01799241061
017626061641

Islam û Kurd: Semînarek Brahîm Mehmûd li Berlînê

Li ser vexwendina Zanîngeha Berlînê ya Azad (FUB) dê lêkolîner û nivîskarê kurd Brahîm Mehmûd semînarekê li jêr navnîşana "Islam û Kurd", lidar bixe.
Semînar li cîgehê Komeleya El- Rafedîn ya Iraqî pêk tê.

Dem û navnîşan: Pêncşem, 23.06.2005
Sanderstr.10, 12047 Berlin ( U-Bhf. Schönleinstr.)

 

Kurd û Globalîzim

Li ser vexwendnameya Komela Dostaniya Kurd û Elmanan,Nivîskar û Lêkolînerê kurd Brahîm Mehmûd semînarekê li ser mijara "kurd û globalîzimê" dide. Semînar wê roja şemiyê 18/6/2005 sat 14 li bajarê Essenê pêk were.
Adresa civînê:
Friedrich-Ebert Str 58
Essen

Ji bo wergirtina agahiyan:01747549954


 

Xwepêşandan li Çek
16. 06. 2005 BRAG

Komela Kurdi li Çik, bi alîkariya organiza Amnesty International beşe Çik, roja 16. 06. 2005 li meydana mezin a Prag 1, / Vaclavske namesti / demjimer 17, 00 protestê dijî rejîma Sûriyê li dardixîne u imzeyên milet didin hev ji bo ku bişînin ji dewleta Suriyê re, loma me xwest em we agahdar bikin.

Têkilî: K.Rashid@seznam.cz


Ragihandin
Ji civîna awarte ya komîta şopandin û sazîkirinê

Şepêla pêşeroja kurdî li Sûriyê

11/6/2005


Xwepêşandan Stokholmê
Bi alên Kurdistanê, alên Swêdê, û nivîsên li dijî rêjîma Baas xwepêşander pêşve çûn


Balyozxaneya Sûriyê li ber firotinê ye

Di duyemîn 13/03/2004 roj de ji serhildana pîroz a ko gelê me li Rojavayê Kurdistanê li dujî rêcîma Sûriyê pê rabibû. Grûpekî ji welatperwerên kurd ji Holenda û Belcîka balyozxaneya rêcîma Sûryayê li Broxil dagîrkirin, wan bi vê yekê û bi vî şêweyî piştgiriya xwe ji serhildan û şehîd û birîndar û girtiyên kurd re diyar kirin, û ev arma han((AMBASSADE DE REPUBLIQUE ARABE SYRIENNE)) wek delîlekî bi xwe re anîn.


Balyozxaneya Sûryê li Brukselê ji hêla kurdan ve, demjimêr 03.00 hate  dagîrkirin


Partî û hêzên kurdî gotinên xwe li ser gora Şêx Meeşûqê Xeznewî yê şehîd dixwînin. Ta niha gotinên bi navê malbata wî, Partiya Yekîtî ya Kurd, PYD, Pêşverû, Partiya Azadî, Şepêla Pêşerojê, Koma Qamişlo, Koma Xelat û kesayetiya kurd Hesenê Gemo, hatin xwendin


Sibe roja reşgirêdanê ye li rojavayê Kurdistanê: Tevgera Kurdî ji miletê kurd dixwaze ku sibe, Pêncşem, reşê girê bide, neçe karê xwe, dikanan venek û paçên reş li her derî hilde


Şêx Meeşûqê Xeznewî yê şehîd hate sipasrtin bo axa Kurdistanê li goristana Qidûr Beg


Malbata Şêx Meeşûqê Xeznewî: Meeşûq mîna Qadî Mihemed û Berzanî ye, mirovekî oldar bû ku ji bo miletê xwe xebat dikir. Hûn tev Meeşûq in.


Li jêr duruşmeyên:
-bijî yekîtiya kurdan, bijî yekîtiya gelê kurd
-bijî serhildana Qamişlo
-bijî şehîdên kurdistanê
kurdistanî darbesta Şêx Meşûqê şehîd ber bi goristana Qudûr Begê ve dibin.


Darbesta Şêx Meeşûqê Xeznewî yê şehîd bi ALARENGÎN xemilandî gihişte mala wî. Li ser daxwaza malbata wî, wê Şêxê şehîd ji mala wî ber bi goristana Qidûr Beg ve bibin û li nik şehîdên Serhildana 12 Adarê bê veşartin.


Duruşmên meşê ev in: Şêx Meeşûq nexuya ye, Qamişlo vala ye – şehîd namirin- bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey şehîd


Birayê şêx Meeşûq, şêx Mihemed û zarokên wî jî tevlî meşê bûne


Cendekê Şêxê şehîd gihişte destpêka
 bajarê Qamişloyê, himberî
 balafirgehê


Sibe xwepêşandan li bajarê
Hannover yê 
elmanî

ji seat 15.00-17.00

Kombûn li Platz der Welt Ausstellung
xaçerêka Kamarchstr. û Otserstr. Heta Staatskanzlei li Planckstr.


Telvizyona nerwîcî TV2 nûçeya kuştina Şêx Meeşûq Xiznewî pêşş dike

Doh 03.06.2005 di TV2 a nerwîcî de çêla kuştina Dr. Meeşûq Xiznewî hate kirin. Di vê nûçeyê de beşdarbûna Şêx Xiznewî di kongera ku li Oslo destpêka meha Sibatê-2005 de li ser “Rola Olan di aşîtiya cîhanî de “ pêşkêşkir.

Herwiha siyasetmedarekî nerwîcî ji Partiya Karkeran (mezintirîn partî li Nerwîc e, a ku bi AP tê naskirin) bi berfirehî ser rola Şêx Meeşûq û çalakiyên wî di derbarî diyarkirina rewşa aloz a netewa kurd li Sûriyê berbiçav kir.

Siyasetmedarê Nerwîcî tirsa xwe eşkere kir û got: eger ev rewş li Sûriyê wiha berdewam bibe, wê gelekî nexweş be.

TV2 ya Nerwîcî da xuyanî kirin ku şûna lêxistinê  li ser cendekê Şêx Meeşûq  hebû, dema ku ew cendek spartin malbata wî.

Herwekî kuştina Şêx Meeşûq bi kuştina rojnamevanê libnanî Semîr el-Qesîr ve girêda û got ku xelkên herêmê dibêjin destê rêcîma Sûrî di van herdû bûyeran de heye.

Piştre serokê Amenistî ( saziya mafên mirovan ) a nerwîcî da xuyanîkirin ku gelek karên nemrovan e van rojan li ser destên rêcîma Sûriyê tê kirin, û ev tişt gelekî me diêşîne û tirsekê dixe bala mirovan.

Nûçe û raporta ku TV2 a nerwîcî belavkir, dokumenteke balkêşbû li dijî siyaseta rêcîma Sûrî.


Cemawerên kurd li Qamişloyê hejmarek ji trimbêlên hêzên ewlekariye şkenand

Bêtirî 200 hezar kurd li kolanên
 Qami
şloyê li hêvya şêxê xwe yê
 şehîd in


xwepêşandana Helebê 


Girtiyên meşa Qamişloyê 73 ne: Yên mezin li Hesekê û ên biçûk li Qamişlo dimînin

Qamişlo (rojava.net): Hejmara girtiyên kurd ku piştî meşa Qamişloyê ya 05.06.2005an de hatibûn girtin, gihişte 73 girtiyan. Ji wan 61 kes hatin rêkirin bo dadgeha leşkerî li bajarê Hesekê û 12 girtiyên zarok jî dê li Qamişloye bimînin û ji hêla dadgeha wê bêne mehkemekirin.


Xwepêşandanek li Holendayê dijî rêjima Surî, roja Pêncşemê, 9-06-2005 demjmêr 13.30
Rêxistinên Holendayê yên partiyên Kurdî li Suriyê û Komîta Mavên Mirvan ya kurdî dê roja Pêncşemê demjimêr 13.30 ji bo şermezakirina rêjima Suriyê û kuşitina şêx M.Meeşuq Xeznewî xwepêşanadekê li pêşiya wezarta derve ya holendî li bajarê Den Haag pêk bînin.
Navnîşan: Li pêşiya sitsyiona tirênê a centraal
Demjmêr , 13,30 roja înê 8-06- 2005


Daxuyanî
Qamişlo 6/6/2005
Şepêla pêşeroj a kurdî li Sûriyê


Dengê Serhildana duwemîn ji Qamişloyê tê- NÛÇEYÊN ÎRO JI WELÊT-
- Ji bo wêneyên îro, li vir temaşe bike
http://www.keskesor.info/keskesor/nidaa.htm
http://www.keskesor.info/keskesor/azadimesh.htm

- Kolanên Qamişloyê ji leşkeran hatine dagirtin.
-
Hejmarek mezin ji brîndaran bi guleyan. Navê 2 ji wan: Zîwer Nezîr Hesen( 34 sal, gulle li gurçik, rovî û lingên wî ketine)- Yûsif Xerîb ( gulle li nafk û lingên wî ketine). Herdû jî di nexwe
şxaneya "Misteşfa Wetenî" de ne.
- Du jinên kurd ji gundê Tenûriyê brînên wan giran in. Ew ji hêla erebên Xemir ve hatine brîndarkirin.
- Erebên Xemir û leşkerên sûrî bi hev re dikanên kurdan talan dikin. Dikana kurdê bi navê Ehmed Seyid Haşim ya telefonên mobail bi tevayî hate talankirin. Herweha hemû dikanên qeyseriya himberî dikana Behryê Delal li bazara bajêr bi temamî talan bûn. Erebên Xemir û leşker dikanan bi trimbêlan vala dikin.
- Talankirin û şêlandina dikan û milkên kurdan li bazara Qamişloyê dest pê kiriye. Hêzên Partiya Baas û leşkerên sûrî dikanên kurdan vedikin û talan dikin.
- Hêzên ewlekariyê xwepêşandêrên kurd gulebaran dikin. Hejmarek mezin ji kurdan brîndarbûn, bi taybetî jî jin û keç.
- Bi kêmanî 60 hezar kurd îro li kolanên Qamişloyê bi cegerdarî bo azadiya xwe meşiyan.
- Erebên "Haret- Tey", piştî ku xwepêşandêrên kurd ji bazara bajêr derketin, êrîşî dikanên kurdan kirin û wan niha wan talan dikin.


Roja Înê, 10.06 xwepêşandanek li Kopenhagenê- Danimark

ji bo şehîdkirina Şêx Meeşûq Xiznewî û şermezarkirina rêcîma Sûriyayê
Roja înê, 10.06.2005, saet 13.00
Navnîşan: Danmark Københaven Rådhusplads


Şîna Dr. Şêx Meeşûq Elxeznewî li Osloyê- Nerwêc

Revenda kurdistanî digel hin dostên Şêx Maşûqê Xiznewî ên musilman ku ji netewên dinin û li Nerwîcê dijîn , roja yekşemê 05.06.2005 katijmêr (se’at) 17.00 piştî nîvro, wê şîna xembariyê (E’zza) di mizgefta Azadî/Oslo, li ser canê nemir Dr. Meeşûqê Xiznewî li dar bixînin.

Di wê şîniyê de wê gelek gotar li ser xebat û rola şêxê nemir bêne xwendin..


Kombûneke giştî bo rêzgirtina şehîdbûna Şêx Meeşûq Xeznewî li bajarê Herne-Elmanya
 

 Kurdên ji Kurdistana Suriyê yên nişteciyên herêma Nord-Rhein Westfalen a elmanî we vexwendî kombûna ji bo rêzgirtina şêhîdbûna Şêx Dr. Mihemed Meeşûq el-Xeznewî dikin.

Ev kombûn dê roja 12.06.2005ê li bajarê Herne li dar keve û demjimêr 13.00

dest pê bike.

Navnîşan:

Dayin Festsaal

Werder Str. 53a

44628  Herne

Tel: 023239596090, 01719037424

 Ji bo agahiyên berfirehtir û beşdarbûna di xwendina gotaran de, tika ye peywendiyê bi Rêber Ferho re bikin:

Tel: 01791841875

 Ji bo şandina birûskan di rêya vê e-mailê re:

kombuna_herne@hotmail.de

 


 

 


 

 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE