H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv




    Li te digerim …
 

rojava.net 05.05.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

                                                              

Arşevê Oskan

Di nav pêlên şevê de
Li sitêrên çavên te
Xewnên xwe dixwînim
Li ser rûpelên ji avê .

Her ku hêsirên te diherikin
Gotinên min dişon,
Li ber bayê kenê te
Ziwa dibe pênûsa min .

Bi awazên kenê te re
Gazinên min distrên
Di ber bayê
Xulmaşiyê re difirin
Bi te re dibin rêwî
Xewn bi xewn
Aso bo aso,
Ez jî li dûv we diherikim
Dikevim.. dilikumim.. hişyar dibim .

Li ber pala sînga te
Diçêrin pezkoviyên stewr,
Li dêmên zinarên nêrgizîn
Serbest dikim bilbilan
Li ser qiraxa balîfa min
Sîmfoniya xwedayî dilorînim
Ji awazên sûlav û semayê .

Bi te re difirim
şax bi şax, lem bi lem
Mîna panaberekî
Bi te re welatekî ji avê
Di nav mijeke çiyayî de ava dikim .

Ez û tu jî …
Du awazin li ser
Lêva jiyaneke nîvmirî
Heyanî dawiya xewnê
Ezê li te bigerim û bigerim ………….
04. 03. 005

 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE