|
Bi darbesta min
nekene û pêjnên
xwe ji
reşgirêdana
darên welatê min
re şîrove neke,
xwe bi ser
bêrîkirina xwe
de bikuje, evîna
xwe ji
gulebaranê
birevîne û
darbesta min jî
li ber baranê
bihêle!
De ji çavên
bendemanê
bibarin ey
sersalên ziman
şikestî!
Dem diherike û
dilê me di mijê
de dixwe.
Êş diherike û
xewna me bi
guliyên xwe
dixeniqîne. Ne
masiyên te, ne
bêdengiya te, ne
toza te û ne jî
sirûdên te zeft
dibin.
Ne axa te, ne
qûma te, ne
hembêzkirina te
û ne jî rondik û
cengên te sar
dibin.
Ne stêrkên sînga
te, ne
aramkêşana
pencereyên te,
ne lehengiya
kulîlkên te û ne
jî deryaçeyên
xwîna te zuha
dibin.
Gurmîna daholên
te di cergê
sînoran de asê
dibin, rûyê te
bi ewran re ber
bi çavên rojê ve
baz dide û gavên
te bi kevirên
reş ên poşmaniyê
dişewitin.
Tu di hinavên
taristananê de
pasvaniyê
karwanên azadiyê
dikî, nelezîne,
ji westana
çiyayên xwe
bawer neke, ji
pey sîbera xwe
venegere, tirsa
xwe bi baskên
xweşmêriya xwe
biparêze,
serçavka demê
bidize û navê
xwe, zindana xwe,
kaxezên xwe,
hebûna xwe di
goristana dilê
min de veşêre!
Rûbarên xwe
bilorîne û
evarên xwe amade
bike, / Ez jî
bilûra xwe di
gurîna şewatên
xwe de amade
dikim.
Serê xwe ji
reşekon û ji
qehqeya tal a
komkujiyan vala
bike û ez jî
mûmên şehîdên
xwe di bagera
sînga xwe de,
wek rasteqîniyê,
vedimirînim.
Li paş xwe
nezîvire û
asîtankên xwe
radestî
bîranînan û
radestî
reşebayên temenê
min bike!
Çiyan ji nav
kevirên lêvên te
diherikin,
Çiyan baskên xwe
bi ser birîna me
de vedigire û
kilîtên girî bi
ser darbesta
salan de diavêje.
Neynik; di xwîna
te ya şîn de
dişikin û li ser
hinarkên Oremarê,
gustîlka te di
dengvedanê de
direqise..
Sersal di
berbiskên te de
spî dibin..
Wek
xatirxwestinê
ber bi te ve
diherikin,
Wek dilbijînê
ber bi mirinê ve
difirin,
Wek hîveronê di
hişê çiyê de
winda dibin.
Wek xetireyên
pirtûka te li
ser zikê dîrokê
diçurisin,
Û wek bilûra
min, qublenameya
berbangê ji
kêlan re dihêlin.
Di mirina te de
sersalên xwe
dibînim
Di gazinên te de
kavilên peyvê
hişyar dikim û
baranê li
şehîdan
radipêçim û
darên sor ên
hawara te hînî
tolhildanê dikim.
Di sersalan de
tu ji dayik dibî
Di sersalan de
tu keviran di
navê xwe de
dikolî,
Di sersalan de
destên te bi ser
bagera oxirê de
digirîn
Û di sersalan de
tu bi êşê re
diêşî.
Ey welatê wek
kêrê!
Ey welatê wek
meyê!
Ey welatê wek
pirsê!
Li rêçên min
binêre ku çawan
behsa agirê te
dikin
Li kevokên destê
min binêre ku
çawan behsa
nêçîrvanên xwîna
te dikin
Li dergehan
binêre ku çawan
di kenê te de
behsa bendemana
dayikan dikin
Keştiyan ragire
Li tenişt
goristana demê
raweste
Bi xwe re
bipeyive
Bi bilûra min re
Bi guhên qederê
re
Çurîskên lêvên
xwe daqurtîne
Xwe di nava min
de nîgar bike
Û min ji boyî
lavelava avê bi
avê binivîsîne!
|