|
Xwînrevyayên
xedengên xewnên
xemgîn ên baskên
te, xwînrevyayên
sotan û giryan û
halan û talanên
peyvên
derengnimêjên
bişirîna te ya
ji nifiran,
berbi buharê ve
diçin dikulkulin,
nehwirîna
balindeyan li
ser lêvên te
radiwestînin.. Û
gurên
berbeyaniyan
alên tolhildanê
di hinarkên
pêxemberên
welatê te yên ji
renckêşanê
dadiçikînin..
Dilê xwe yê mişt
çîrok, ê ji
berberoyan di
ser dev re çûyî,
li kontara wî
çiyayî, li
pêşberî nexşeyên
zengê wek jiyanê
hilawistî bihêle
û laşê min û
alindê ji
birûskên
şevistanan
rizgar bike… Min
hînî dilbijîna
behiştên peyvê û
dojehan di laşê
min de hînî
agirê
xatirxwestinê
bike!
Hey qedera min û
qedera qederê!
Di banga min de
salnameyên
talanê bihûne û
teşîrêsên nalîna
min ji teşiyên
tenhatiyê
birevîne, min,
wek şevbuhêrkekê
di nav destên
xwe de bihêre û
temenê min jî di
gavên bêhûdeyiyê
de bêhûde bihêle!
Baweriyên xwe
bi ser
gulgenimên zuha
yên bendemana
min ve bibarîne
û gumanên xwe jî
di cegerê min
de, wek
cegerdariya
katijimêran, wek
bûneweriya axa
navê te,
daçikîne,
raperîne,
dahejîne,
rakelîne,
ragihîne û
çûyînê bi ava
bahaneyan ji
keça min re wek
bazbendekê
şirove bike!
Di çavên te de,
min hezaran çiya,
giryayî,
poşmandar,
sersom, şeyda û
aziryayî didîtin,
min li ser lêvên
te bi hezaran
tawanbarî
dineqişandin,
min di berbiskên
te de bûkên xwe
bi rengên
kavilan nîgar
dikirin û
berzûrî
velerzîna darên
sînga te dibûm.
Dergehên kesk
veke!....
Pirtûka şehîdan
û sondên baranê
veke!...
Berfa dilê min
veke û Xanoyê
Lepzêrîn bi
sorgulên kenê
xwe bikuje!
Cêwiyê
reşgirêdana
dayikên te yên
ji pîrozmendiya
dastanbêjiyê me,
sêparên
şînîgiriya
daristanên
dengbêjên
sergerdan ên
gerdena te ya ji
misk û alalê me,
bendewarê
gunehbariya
qebqeb û
nîçîrvanê
rojçêbûna kewên
sînga te me,
bîra dadayî ya
tîrên têkçûna
sirûdên te me,
bapîrê bagera
nexşeya destê te
me, nijada
bênijadiya
hinasên buhara
te me, paytexta
hilweşyayî ya
xewnên te yên ji
kevirên reş im,
tiliyên te û
mista Xwedê me,
wateyên qedexe
yên derengiya
darbestên şevê
me, ferhenga
rizyayî ya
naveroka xewê û
sêva xemê me,
dijminê
dilovaniya tozê
me, keriyekî
serberdayî û
çîroka dêlegurê
me, gul êrîşî
min dikin,
matmayîn li ser
sînga min
dixeniqe, ji
mirinê mirin
diherike û ji
jiyanê dudilî,
guleya xwe ya
dawîn di giyanê
min de bi navê
gulê vala bike
hey qedera min û
qedera qederê!
Va buhar hat, li
ser keviya mijê,
nîşangirên jena
dilê te dîroka
xwe li ba dikin.
Ji rêçan netirse,
Ji gunehan
netirse!
Ji darbestan
netirse!
Û pinpinîkên li
zimanê şehîdan
metirse!
(didome) |