|
ji darbesta min
re bi rik û
tolhildana salên
bazdayî digot:
Bila ev mirina
te di tava
mirinan de
mirina te ya
dawîn be, tika
ye?
Şevê guhên xwe
miç dikirin û
erdhejînên dilê
min yeko yeko bi
xemsarî
dihejmartin.
Min êşên xwe di
laşê zirav ê
bêdengiyê de
vedişartin û min
mirinên pir
dijwar di bîra
xwe de bi
destmala evîneke
nûpişkivî
radipêçan..
Min bi bêagahî
jê re digot:
keçê ev jiyan
wek Amûdê bêbext
û şêrîn e, keçê
ez wek kevokekê
bûm û deh caran
di hêlîna te de
sergerdan û
birîndar dibûm…,
keçê de min jî
wek qedereke
nenas bi hinasên
xwe biguvêşe û
darên zimanê xwe
bi ser gerdena
min de veweşîne!
lê dîsa jî
tembînameya min
dibêje: bila
destên te
darbesta min ji
bîr nekin, bila
sirûdên çavên te
yên şînîhilgir
di baranê de
bibestin û bila
kefenê min ji
poşmaniya her
çar rexên
sersomiyê spîtir
be..!
Tu Rono yî, tu
ferhenga xwîna
min nas dikî, tu
jena dilê min ji
ber dikî, de
qedera xwe, li
ser mista
reşebayan bi
hibra qedera min
binivîse û
çavkaniyên
hesretê di
hawara min de
rawestîne, dest
ji henekên vê
jiyanê berde û
ewrên xwe bi ser
min de biteqîne
da li te û li
jiyanê vegerim...
da kenê te wek
pêxemberekî ji
Zagrosan bi ser
gerdûnê de
bibarînim!
lê tu derbasî
ximav û hibra
bîranînan bûyî,
min keserên te
bi xunava peyvê
û bi miska
bendemanê
dişûştin da ku
tu bawriyê bi
oxira min neynî..
de ka ji te re
bibejim: tu
goristana min î!
De ka darbesta
min di çavên xwe
de veşêre! De ji
rojê re bibêje
bila baran
raweste, de ji
jiyana min re
bibeje bila
esman nema
fortan bike.
Mîrnişîniyên
dilê min di
himbêza xwe de
biparêze
xemgîn im wek
çavên te
agir im wek
zimanê te
keçê ma ne va di
himbêza te de
me, keçê ma ne
va li ser sînga
te dimirim
dest ji êşê
berde, ma ne em
bi xwe êş in!
de ka em
daristanên xwe
bi maçan
bişewitînin
de ka em xwîna
xwe ji
bêbextiyan
biparzinînin
de ka em li ser
destê êvarê
xeweke kevirînî
bikin
de ka em wek avê
wek qûmê
wek Amûdê ji hev
hez bikin
de ka em
rateqîniyê
bibarînin
nasnameya xwe
veçirînin
de ka em
hişyariya xwe
vejînin
de ka em laşê
xwe bikujin
demê daqurtînin
matmayinê
bikujin
û pêkenînê li
gerdûnê belav
bikin
ka em ji jiyanê
bar bikin û di
nejiyanê de
bijîn
min di mista xwe
de wek qederê
binivîsîne
min di sînga xwe
de wek dilbijînê
raxe
poşman nebe
lêborînê ji te
naxwazim
dixwazim di te
de bijim
gernameya min û
xwe ji bîr bike
û deryayê ji bîr
neke
me li ku hev dît?
me li ku ji hev
hez kir?
me li ku hev
kuşt?
de çeman bîne
bîra xwe
de tofanan ji
ber bike
de bageran ji
min bixwaze
da ku darbesta
min destê te ji
bîr neke!
London: 29. 12.
2008
|