|
Xapandina tozê, welatên ji
krîstalên şevê, serdemên
çiyê di serçavkên berbangê
de, dixwîne. Destên xwe yên
gunehbar radestî bagerên
xewna xwe dike û di kêlîkên
tenhatiya xwe de, kuştiyên
xwe, ceng û rondikên xwe,
pêkenîn û bêhûdeyiyên xwe,
êş û rêvingiyên xwe ji
rûpelên şevê re, bi zimanê
beybûnan, dibêje.
Di nav destên wî yên
gunehbar de, tîp dilerizin û
peyvên jibîrbûyî bîra xwe bi
bîr tînin.
Bi tirsa şevê destnimêj
digire, du stêrkên xav li
ser milên wî diçurisin, di
banga dilê wî de asoyên
reşgirêdayî çeng dibin: dest
ji wateyên xwe yên bêwate
berdin û destên min hînî
bêwateyiya wateyê bikin ey
çîrokên bi çîrokan
dorpêçkirî!
Destê xwe li ser wê balgeha
şîn a ji xatirxwestinê
bihêle, perdeyên têramandinê
veçirîne, di piyalên çîroka
şîn de, şînekî zelal vexwe û
dengê xwe ji sînorên rastiyê
bi dûr bixîne, dîmenên
çîrokbêjan di nav destên
helbestê de biqermiçîne û di
hinasên xwe de, kitekitên
qederê bixeniqîne!
Destên gunehbar nêzî guleyên
baranê dibin, nêzî
şevçirayên dilê Amûdê dibin,
nêzî neynikên xembar ên
sirûda berbeyaniyê dibin.
Di tirsê de tîrtir dibe
Di nexşeya pirsê de, laşê
xwe pêşkêşî mijê dike,
zimanê xwe bi ser
mîrnişîniya dilbijînê ve
dibarînre, dînbûna xwe bi
spiyekî sor radipêçe û ji
mirinê re çîrokên beravêtin
û darbestan dibêje:
Doh li ba me bûn, lê va ne,
ne li vir in. Çîrokên
gernameyan ji me re digotin.
Sergovendê êşê ne li vir e..
Perên xwe yên ji keskesorê,
peravên xwe yên ji bendemanê,
pepûle û pilatînkên xwe yên
ji sotanê,
pîtanok û baweşînkên xwe yên
ji gumanê;
bi xwe re birin û di rengên
stiranê de wenda bûn…
Destên xwe ji dorpêçkirinê
rizgar dikim, bîna Amûdê ji
şevê tê..
destên min di spiyê mirinê
de diçurisin. Çîrokan jî, ji
xewnê berbi xewnê ve, li pey
xwe, berbi dojeha binefşên
êgir ve dibim. Xwiya sawîran
bi ser lêvên çîrokê de
direşînim, li destên xwe
digerim, li dûya cigareya
xwe ya vemirtî, pirsan ji
pencereyê dikim; pirsên
paytextên qedexe, evînên
qedexe, tembînameyan qedexe,
bîranînên qedexe û destên
gunehbar ên qedexe..
Destên xwe yên gunehbar bi
şînê helbestê şûştin.
Amûdê li ser destên wî
rûnişt,
Destên wî dixwstin ku bi ser
sîbera dudil a wê de bibarin,
lê nebûn ewr, nebûn ba,
Nebûn şînê zelal, nebûn
hespên bêrîkirinê, bûn kevir
û di neynikên kevirînî de
rastiya dijwar a rastiyê
dorpêç kirin.
|