|
Perwazên
ronahiyê, li wir,
li ser gupîtkên
xewnê, di sawa
welatekî bêxew
de, wek kefenekî
ji mijê, vegire!
Û ji mirinê re
çîrokên nîvçe
yên jiyanê, ji
şevê re rûreşiya
bêpayan a rojê,
ji welatan re
çurîskên germ ên
xwînê, ji
sînoran re
gazinên hîveronê
û ji dilê min re
barana
reşgirêdanê
bibêje!
Berbi êvaran ve
wek sîwarekî ji
kurtepistan,
berbi xeyala xwe
ve wek morîkên
sirûdê, berbi
evînê ve wek
mîrê peyvê
sernişîv bibe û
baranê ji
perengan, bagerê
ji merbendan,
payîzan ji şînê,
partiyan,
serokan û
çiyayan ji
westanê rizgar
bike!
Rondikan veşêre
û welatê xwe
hînî giriyê xwe
neke!
Goristanan
veşêre û welatê
xwe hînî
navnîşana xwe
neke!
Şînîgiriyê
veşêre û welatê
xwe hînî
bendemana dayika
xwe nek!
Kêlîkan veşêre û
welatê xwe hînî
pêlvedna azadiyê
neke!
Nexşeya xewna
xwe di çavên
bakurê xwe de
veşêre
û şewatên xwe,
li pey xwe,
ji min re
ji awirvedanên
Cûdî re
ji peravên
qederê re
ji dûmana hebûnê
re
ji reva asoyan
û ji dudiliya
nisrînan re
bihêle!
Perwazên
ronahiyê, li wir,
bi ser stiranên
birîndar
Bi ser şaneşînên
xatirxwestinê
Bi ser şopa şevê
Û bi ser
neynikên çîrokê
ve vegire!
Bêrîkirina xwe
di bîbikên
rastiyê de
daçikîne
Û hespên dengê
xwe bi ser laşê
xewnê de
bibarîne!
Perwazên
ronahiyê,
li vir,
Bi ser mirina
navên me ve
vegire!
Û giriyê
balindeyan
bi hatina xwe
bi azadiya xwe
rawestîne!
|