Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

19 January 2008 14:03

     

Dergehên Xemgîn ên Dilê Te

Ehmedê Huseynî




Li ber dergehên dilê te yên bi qasî jiyanê tûj û dijwar; bi qasî mirinê kirêt û tal, çiya û nepeniyên xwe ji hêlîna destê min berbi qendên peyvê ve, berbi dîlên dîlanê ve, difiriyan.

Li ber dergehên dilê te, çar helbestên ku ji wan hez dikim şehîd dikevin û çar şagirdên eşqa te gulên sor pêşkêşî goristana laşê min dikin.
Çar dilopên evînê, di reşebayên çiyê de li hinarkên te digerin û çar caran pesnê te ji nêrgiza azadiyê re didim.
De her çar çavên xwe yên ji vedana birûskan veke
daku te hînî sirûdên axê û hînî reşgirêdana nisrînan bikim!
Esmanê bendemana xwe veke daku hetahetayê germahiya sînga te ji bîr nekim û hetahetayê gernameya xwe ya ji giriyanê radestî rondikên dîroka te bikim!
Qendînan hînî semageriya xatirxwestinê û hînî tenhatiya xweşmêran bike û kulîlkên reş ên şînîgiriyê li pey xwe, di hişê bageran de, wek xewnê daçikîne!
Tu jena derengmayî ya dilê serdemê yî..
Tu dûman î
Tu naveroka şewatên hemî çiyayên kurdistanê yî..
Tu rengê wendayî yê zemîn û yê zimanê kevoka min î..

Li ber dergehên dilê te yên bi qasî salan xemgîn û bi qasî talanan matmayî, min çiyayên kenê te ji ser milê xwe diavêtin, min gulleyên dengê te ji ber dikirin, min girtîxaneyên evîna te di xwîna xwe de dorpêç dikirin û min xwe bi ser bîranînên te de wek tîrên ji çurusînê dibarand..
Ez û tu, bi hev re derbasî ferhenga berfê dibûn, bi hev re ji sîberên êvaran dixeyidîn û bi hev re derbasî dojeha nenas a xewnê dibûn..
Qend-Dîn berbi me ve, wek firişteyên ji keviran û ji gaberdan, dihat..
Çemên kenê te ji zikê Dimdimê dipijiqîn, berbi sersomiya Geliyê Zîlanê ve diherikîn, çem di hêlanên lêvên te de ji dayik dibûn, çem ji şehîdan pirtir dibûn, çem berbi stirana me ya dawî ve dihatin û di darbesta çiyê de dîndibûn..
Çemên min di axînên te de, di şînebirînên te de, di şevistanên gazinên te de zuha dibûn..

Li ber dergehên dilê te, pêrgî zingezinga mirina xwe û sergerdaniya hespê xwe û bêrîkirina dudiliya nisrîna xwe dibûm..
Min keskê xwîna xwe bi ser te de, wek kefenekî ji avê, dirijand..
Min di navbera êşê û çiyê de;
Berbiska te ya ji xunavê, bi nermebayê qederê dihejand..
Û min pirsa xwe ya dawî bi zimanê seferê de divejand…
Min gizinga bendemana te û dengvedana bejna te ya ji baranê,
di lêvên Qend-dinê de, wek ronahiya eşqê, dimijand!
 




 

 


 


alanocano@hotmail.com

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de