|
Va bihara
jinan hat
Delîlayê!
Keviyên xewnê ji
bageran
dawerivîne
û dilê xwe wek
zengilekî bi
dara jiyanê ve
hilawistî bihêle!
Nehwirînên spî,
Pasvan û
xilmaşiyên spî,
Awirvedanên xwe
û gurîna agirê
sirûdên spî,
Cegerdariya xwe
ya ji sînorên
spî,
Pinpinîkên lêvên
xwe yên ji berfa
spî,
Govenda xwe ya
xatirxwestina
spî,
Xwîna xwe ya ji
gazina spî,
Rondikên xwe yên
ji gunehbariya
spî,
Destên xwe yên
ji kevokên spî,
Kenê xwe yê ji
destpêka spî,
Û dilê min ê ji
miriyên spî,
Di bagera çiyê
de sêwî bihêle!
Spiyê xwe bi
şînê bazbenda
min
Bi keskê jenê,
Bi sorê keviran,
Û bi mija
qublenameyê av
bide Delîlayê!
Tembînameyan li
pey xwe,
pesinînên heyvên
şkestî,
Pêncereyên ku di
hinasa te de
vekirî mane,
pêlên ku
dihingivin bejna
gernameya te ya
ji nêrgizan,
bahozan jî ji
nişkê ve li pey
xwe li ser
baskên
kurdistanê
bihêle!
Karwanan bi ser
westana çavan de
bibarîne
Balindeyan ber
bi asoyên
matmayînê ve
vehinêre,
Derbasî naveroka
vê dîlanê bibe
Derbasî
velerzîna vê
biharê bibe
Derbasî sawa
xatirxwestinê û
derbasî birîna
hespên elindê
bibe!
Li Zagrosan
binêre!
Zagrosan di
himbêza xwe de
bilorîne,
Zagrosan bi
mûmên tiliyên
xwe bialîne,
Zagrosan ji
pêçeka şevê
birevîne,
Zagrosan ji
goridtanên bênav
daweşîne,
Zagrosan bi
xunava kenê xwe
bikenîne!
Va bihara jinan
hat Delîlayê!
Tu ber bi spiyê
Zagrosan ve diçî
û ez jî çurisîna
kavilên berbanga
Herekolan bi
wêrekiya agirê
xwe pîne dikim..
Gulgeniman
dispêrim
şevistana dilê
xwe,
Û ji te re
stiraneke spî di
çeşnê azadiyê de
dibêjim..
2008. 10. 16
|