|
Bi rakêşana
xewna te re,
pirtûkên êşê,
matmayîna
sînorên
serberdayî yên
şevê û çemê
bîranînan zuha
dibin..
Di xuşîna darên
şevê de,
kulîlkên reş ji
dastanan re
dibêjim û ber bi
agirê gazindeyên
te ve, wek
rexekî westyayî,
diherikim û
pirsên xwe bi
xwe re dikujim..
Bagera xewnê
dûbare dikim û
rûbarên xemgîn
ên çavên te di
bênahiya dilê
xwe de dikolim û
careke din
pirtûka xewnê bi
zimanê elindê ji
ronahiyê re
dibêjim..
Hişê xwe li ser
sêla bîranînên
te te li cî
dihêlim, da wek
caran, bi
ferhenga xwe ya
birîndar, li
birîna xwe
vegerim û
kurtepista
kirasê te li
cendekê zimanê
xwe rapêçim û bi
hev re li
dilovaniya avê,
li velerzîna
ximavê, li kêrên
bêdeng ên berfê,
li çîveçîva
çûkên destê sibê
bigerin û di
tevna gerînê de
ji xwe wenda
bibin.
Tu ji ku berbi
wêrana çurisînê
ve hatî?
Tu çawan
darbestên xewnê
dipesinînî û
kavilên xwe hînî
tembînameyên
babelîkan dikî?
ji min dipirsî û
şevbuhêrkên
tirsê, bîra
beravêtî ya
dastanê û destên
xwe yên ji keskê
bendemanê bi ser
sersomiya hespên
xewna min de
dirijandin..
Min per û baskên
xwe dispartn
germahiya hêlîna
şevistana te û
li bagera oxira
bêveger siwar
dibûm.
Min dudiliya xwe
di hinarkên
buhara te de
dadiçikand û min
xwe bi barîna
dengê te, bi
mija peyvên te
yên ji poşmaniyê
, bi
şekirrêjiya
zimanê te haş
dikir.
Şeva te di laşê
bîranînê de, di
laşê min de û di
bêbextiya
qederan de
radiperiya û
pirtûka xewnê jî,
berbiskên te, di
guliyên êger de,
wek ku tavesorka
xatirxwestinê
be, himbêz dikir.
Xewnan, karwanên
xwe bi
reşgirêdanê
radipêçan û li
ser mista Amûdê
goristanên xwe
yên ji keskesorê,
ji deştê re,
vedigotin.
Min rûpalên
xewnê, weku
çavşînka te
birevînim, bi
xwe re berbi
bêhûdeyiyê ve
direvandin û
hêdî hêdî berbi
pirtûka axa reş
a Şermolayê ve
diçûm û di gavên
miriyan de bêgav
dimam! Tivinga
Ferecê Şêxokoro
di neynika kevzê
de, di qamîşa
êvarê de asê
dima, jinebiyên
sînoran berzûrî
ûcaxên min û
berzûrî
helkehelka
hîveronê dibûn,
lê rakêşana
xewna te xwîna
sînoran bi ser
sorê sînoran de
dibarîne!
Hinarên te di
dûmana bîranînan
de bi sawîrên
xwe re dikeniyan…
Dildarên te ji
zorbaziya
leylanê berbi
dilê gumanê ve
direviyan…
Kavilên te di
sînga xweşmêrên
ji dastana
nemanê de
diteqiyan…
Û min jî wek
mirîdekî tobedar,
min barana
mirina xwe bi
darbestên seferê
dixemiland û min
razên xwe bi ser
destênte de yên
ji meherebaniyê
dirijand.
Hişê tozê di
hişê te de
berhev dikirin
û bi pey xezalên
tenhatiyê yên
çavê te ve
dikevin,
belgeyên ji
berfê
dişewitînim û
dîsa di berfa
ronahiya te de
bi tenê dimînim.
were dilê xwe bi
tîna agirê dilê
min germ bike!
were li
hawirdora dara
giyanê min
govenda xwe
bigerîne û dengê
xwe bi ser
neamadeyiya
dastanbêjên
pirtûka min ve
bibarîne!
Were da ez
çavdêriya demê
bikim û ez
dijwariya demê
ji te re bikim
awaz hetanî ku
dem di nav destê
te de zelûl bibe
û nemîne…
De bila giyanê
min jî bi pêlên
kenê te ve
hilawestî bimîne,
Bila giyanê min
li istegehan
belav bibe
hetanî ku pêrgî
bişirîna te bibe..
Min pirtûka te
dixwend….
Di Rono de ji
dayik bûm û di
ronahiyê de
mirim.
Vaaaa, wek
bazekî xwe
davêjim sînga te
daku hetahetayî
ji pirtûka xewnê
şiyar nebim.
London 2008. 12.
10 |