|
(bo Nûra Şêx
bekir, bi tenê
şaxekî ji dilê
xwe ji boyî
hêlîna min
vekirî bihêle!)
Di xilwetxaneyên
evîna serjêkirî
de, rondikên
şevistana çavên
te, wek
firişteyên ji
êgir, stiranên
baranê di dilê
min de dikujin û
velerzîna ewrên
tobedariyê di
esmanê sînga min
de dadiçikînin..
Ew girî, giriyê
min û girî
goristana laşê
min û giriyê
balindeyên
şewatên Amûda
min bû.. ew
dayika ku di
himbêza min de
çavên xwe girtin
û du parzemînên
girî li pey xwe
li ser hinarkên
jiyana min
hiştin, dayika
min a ji
gulhinaran bû..
Tofana ku ji
çavê miriyan
dipijiqî û di
hinasên dînbûna
min de
vedihesiya, wê
tofanê dilê min
dixapand,
rondikên te
dixapandin, dara
evînê ya ku me
ew li pey xwe di
toza Qamişlokê
de bêxwedî hişt,
dixapand..
Ji toza dilovan
berbi berfa reş
û qederên reş ve
Ji pencereyên
kesk ên di çeşnê
dilê te de berbi
evînbaziya
paytextên ji
textikan ve
Ji sîberên narîn
û tenik ên
bîranînên genim
berbi bişirinên
seqemdar ên
penagehan û
şaristaniyên
biyaniyan ve
Ji gulava
qedîfeyên kenê
te berbi bagerên
nenas ên ji
serpereştiya
êvarên êşê,
Li destên min
binêre û van
gunehbariyan bi
zimanê girî ji
şaneyên min re
bihejmêre!
Li bêdengiya min
binêre û evîna
min bi zimanê
stêrkan ji
çurusîna xwîna
min re bihejmêre!
Di navbera min û
xwe de çeperên
êşê, awazên
mirinê, pêlên
taristanê
birûxîne û min
di goristana
xewna xwe de wek
şehîdekî eşqê,
ji nû ve, veşêre!
Di xilwetxaneya
te de, wek
mîrîdekî
sergerdan,
rûdinim û ji
eniya te wek
meya zelal bi
ser bend û
ayetên evînê de
diherikim…
Hemwelatiyê
birîna te,
Şagirdê gazinên
te, rûplên
dastana te ya
şîn û hemî
pirtûkên
jibîrbûyî yên
serdemên te me…
Daristana
tobedariya te
me, de min
bişewitîne!
Çavkaniya
dilsojiya te me,
de min bi
nifirên xwe zuha
bike!
Di himbêza te de
bajarekî bêken
im, de min kevir
li ser kevirekî
nehêle!
Li ber dergehên
te li çarenûsa
kavilên laşê xwe
digerim,
Li çûkên Amûdê
yên di çenteyê
te de digerim..
Li miriyên xwe
yên di bin
zimanê te de
digerim..
De min ji zixtên
şevê û ji sawa
nemanê biparêze!
û li navê min,
ji dilê xwe re,
weku cara dawîn
be, mikur were!
Destê xwe bide
min daku di
xwîna min de
vêkeve
Rondikên xwe bi
ser giyanê min
de birijîne daku
ji bilî dojeha
jiyanê ti tişt
hêjayî biyabana
tenemenê min
nemîne.
Min di dudiliya
xwe de wek aleke
spî biçîne,
bendemana min bi
ava gernameyê av
bide û berbiska
xwe di jena dilê
min de bişikîne,
Kela dilê xwe bi
mirina min hênik
bike!
Kela dilê min bi
mirina min hênik
bike!
|