|
Şev e… tu çiyayên ku ji
bêrîkirina min dûrtir in ji
min re dibêjî, tu bîra çiyê
vedikolî û tu wek xezala
birînê berbi şkestina min ve
dibezî!
Min hemî ewrên dilê xwe bi
ser tênahiya zeviyên lêvên
te de dibarandin û min
birûskên helbesta xwe di
daristana çavên te de
vedidan, lê tu xunava
bêrîkirinê ji sînga min
berbi not û neh navên çiyê
ve direvînî!
Şev e… di bin balgeha min
de, mirin, mîna rûbarekî,
berbi navên te û navên çiyê
ve diherike û ez jî li te
vedigerim, li gurmîna
bêdengiya xwe digerim, hişê
xwe ji toza dengê te
dadiweşînim, pêçiyên xwe li
bilûra xewnên te digerînim,
di awaza mirina xwe de,
herikîna te ya ku berbi
peravên tenhatiya min ve
dicoşe, dibînim..
Şev e… rexên ku ji laşê min
diweşin, rexên sawê, tirsê,
şevistanê, sawîr û rexên
rehagir ên rêberên
bêhûdeyiya demsal û temenên
rizyayî ne:
Li wê deşta serberdayî, bi
tenê dilê dayika min bi navê
çiyê dijeniya Êvara min,
esmera min! kelekela germê û
sincirîna asoyên qederê bû.
Sînorên tolhildana xalê min
jî; dîtina bişirîna bêsînor
a dayika min bû. Li wan
çiyayên evînperest, li wan
zinaran, newal û nihêlan,
dol û pesaran, bi tenê Sofî
Şerîf û fatimê wateyên
bahozê û nepeniyên mirinê ji
çarenûsên wan rizgar dikirin.
De xwe amade bikin!
De tavên xwe yên bêbaran
amade bikin!!!!
De dilên xwe ji gerzelan hil
bikin û xewnên xwe radestî
xalê xwe bikin!
Em û berbangên xwe, hest û
nexşeyên kavilbûyî yên
hinavên xwe, gunehbarî û
bêgunehiya firîna xwe, berbi
rexan ve serxet dibin..
Şev e…
Min di nav mayinan de,
rûyekî xemgîn,
heyveke birîndar,
navekî şewirî,
welatekî bêken didîtin…
min ji navê te bawer nedikir,
ji Xalê xwe û ji diya xwe
bawer nedikir,
min bi tenê, dema ku nêzî
mirinê dibûm,
ji baranê bawer dikir..
|