|
Bo Menala Xwarziya min!
Xalê te bawer nedikir ku hê
gelek çîrokên girî bi rê de
ne!?
Ber
bi rondikên te ve, demsaline
xembar û temenekî ji
xweliya tirsê, dihatim.
Di banga te de diherikîm; da
çavên te bi nimêja
bêrîkirinê kil bikim û
çîroka jiyanê di hişê xewnê
de, ji nû ve, bi poşmaniya
serdeman bikolim.
Min bagerên xwe yên ji
nijadên mirinê di pencereyên
şeva we de diçandin û dilê
min di sînga tozê de kuştî
dima..
Bi dengê te re, min girî
zeft dikir û ji nasnameya
nenas a girî direviyam,
radestî darbestên seferê,
şevbuhêrkên taristanê,
dudiliya pêlên dilbijînê
dibûm û min girî li cem te,
di pîtanokên êvara te de,
wek peykerekî ji tolhildanê,
dihişt.
De xwe û gulgeniyên bîra xwe
ji reşebayên jiyanê vedize û
berbangên kenê xwe bi ser
westana min de, bi ser
bêhedana min de, wek tîrên
himbêzkirinê bibarîne!
De neynikên wê çolistana
birîndar pêşkêşî berbiskên
qederan û kederan bike û
gavên min ên şînîgir bi
destên xwe yên ji lavlavê
bikuje!
Li dengê min ê şkestî bigere,
li hawara min a şewitî û li
rexên tirsiyayî yên Amûdê;
li velerzîn û berzûriya ji
kevir a dayika min bigere!
Min nexşeyên birîna xwe, li
wir, di hawara goristanê de
veşartin û min dastana çavên
te bi zimanê balindeyan ji
karwanên sergerdan û ji
hêlînên talanbûyî re digot.
De perên xwe bi ser axîna
min ve vegire û van kaxezên
spî hînî sirûdên mirinê
bike!
Van welatan ji xwîna min
dawerivîne û rêçên
bêrîkirina min jî, ji mijê
daweşîne, darbestan di hişê
min de bihûne, miriyan pêrgî
mirina min bike û baskên xwe
yên ji ronahiyê di esmanê
darbesta min de ji bîr bike!
Min ji te re digot:
Di dilî min de bi sedan
goristan niştecî bûne,
Di çavên min de bi sedan
mirî wek stêrkan diçurisin,
Di xwîna min de bi sedan
hespên têkçûyî dibezin,
Û di evîna min de bi sedan
girî ji dayik dibin.
Ber bi rondikên te ve
dihatim û min tu di nav
destên girî de nasdikirî!
|