
Georg Trakl*
Ji Elmanî: Ebdulrehman Şêx Efîf
ELIS
1
Tekûz e bêdengiya vê roja zêrîn.
Li jêr kevnar darên berûyan
Tu xuyadikî, Elis, tebitî bi çavine girover.
Şînrengê wan dineynikîne xewa evîndaran.
Li ser devê te
Laliyan nalînvanên wan gulîn.
Êvarî masîgir kişandin tore giran.
Baş şivanek
Birêvdibe li derdora daristanê keriyê xwe.
O! çawa rast in, Elis, giş rojên te.
Nizim dadikeve
Li ser dîwarên rût yên dara zeytûnan bêdengiya şîn,
Dimire tarî strana yekî pîr.
Qeyikek zêrîn
Dihejîne, Elis, li ezmanê bitenê dilê te.
2
Zengillîskek dizinge di sînga Elis de nermîn -.
Li êvarî,
Wexta serê xwe li ser balîfekê reş datîne.
Şîn lawirekî kûvî
Jê diherike hêdî di baxê stiriyan de xwîn .
Darek qehwerengî radiweste li vir veqetandî;
Fêkiyên wê jê weşiyan yên şîn.
Nîşan û stêr
Dibinavin birka êvarî bêpêjin.
Li paş gir bûye zivistan.
Kevokine şîn vedixwin êvarî xwêdana qeşane,
Ya ji krîstal eniya Elis diherike.
Divîze Timmî
Li ser dîwarên reş bayê bitenê yê Xwedê.
DIL
Dilê kûvî li daristanê bû spî;
O tirsa tarî
Ya mirinê, wiha zêr
Di ewrê gewr de mir.
Êvara novemberê.
Li ber dergehê rût yê serjêkirinxaneyê rawestiya
Koma pîrekên feqîr;
Kete her satilê
Hinav û goştê gennî;
Xweşiya lanetlêhatî!
Kevoka şîn ya êvarî
Lihevhatin neanî.
Bangeke tûtûkekê tarî
Di zêrpellên şil
Yên darên dirrdaran re
Derbasbû,
Alek perpitî
Ji xwînê dûmanpêketî,
Ko li xemgîniyekê kûvî
Dihilmîne zilamek wê.
O! hûn demên birûmet
Li wir di tavsorkê de veşartî .
Ji neqeba malê derket ya tarî
Bejna zêrîn
Ya keçikê
Dorkirî bi heyvên xwînçikyayî,
Hewşek payîzî,
Darên sinoberê xûz û reş
Di bahoza şevê de,
Asêgeha kaş.
O dil
Di sermeyekê berfîn de çirisî .
ÊVARÎ DILÊ MIN
Dibihîze mirov qîrîna barçemokan êvarî.
Du reşhesp xwe çengdikin li ser zevî.
Isfendana sor xuşexuşêdike.
Ji gervanî re meyxaneya biçûk li ser rê dixuye.
Xweş in nebîza genc û gwîz bêhempa.
Serxweş bête tewtihandin di daristana tavsorkane de: bêhempa.
Dizingin zengiline êşdar di şaxên reş re.
Mij diniqute li ser rû .
MÊLANKOLÎ
Sîkine şîn. O hûn çavên tarî,
Yên li min temaşedikin di derbasbûnê de dirêj.
Zingînên gîtaran didin tengala payîzî nerim
Di gulistanê de, di avên qehwerengî yên mezeloq de hilyayî.
Tehliya rast ya mirinê hazirdikin
Destine periyane, ji sîngine sor vedixwin
Lêvine û keziyên şil yên xortê rokan têkçûyî
Dişemtin golên avên reşî mezeloqane.
PAYÎZA BITENÊMAYEKÎ
Payîza şevreş vedigere tije fêkî û zengînî,
Şewqa qehew ji havînrojên bedew.
Şînekî zelal ji qaşilekî mirî derdikeve;
Firandina teyran didenge ji efsaneyên kevnar.
Tirşiyaye bade, bêdengiya sivik
Bicihbûyî ji bersiva nerim ya pirsine tarî.
Û li vir û li wir xaçek li ser vala girekî;
Li daristana sor xwe windadike keriyek.
Li ser neynika birkan digere ewrek.
Dihedine rûyê gundî yê hedinî.
Pirr nizim baskê şîn yê êvarî
Xwe li banekî ji pûşekî hişk dixe, erda reş.
Nêzîk stêrk dikevin hêlînê di birûyên westyayekî de;
Nefsbiçûkiyek vedigere odeyên sar bêdeng
Û melayket ji çavên evîndaran bi nermî
Yên şîn derdikevin, yên naziktir diêşin.
Zil xuşexuşêdike, dibare tirseke wek hestî,
Dema mija reş diniqute ji darên benavan yên rût.